Hunermend Çîdem Baran

Hunermend Çîdem Baran

Özzengin Seyhmus

 

Çîdem Baran, wateya xwe di demê da nîşan dide. Dem û wateyê bi hev ve girê dide û peyamê dide me ku; her bûyer di demekê da hatîye cemidandin û her bûyerek bi dema xwe ra dil û kezeba me dax dike.

 

Dema ez zarok bûm min ji wênesazî û ji lîstika bi rengan pir hez dikir. Lê min her sûretê zarokên keçik çêdikir û hemû keçik bi bask dinexşandin. Belkî bi hestên zarokîya xwe min dixwest ku ez di malan da rewşa zarokên keç bînim ziman. Ji ber wê jî min bask ji wan ra çêdikir, ku bikaribin bifirin. Zarokan ji min ra digot; “Tu her tim melekan çêdikî, ka carekê jî hespekê çêke!”

 

Lê min di wênesazîya Çîdem Baran da dît ku, tu keçik baskên wan tune ne. Hemû bi êş, tenê, bê kes û di nav ragîhandinek derûnî da, mejîyekî tevlihev, acizîya hebûna beden û mejî derdixe ber me, ku mirov di nava bedena xwe da êsîr bûye û nikare bifire, ji xwezaya xwe dûr bikeve.

 

Wênesaz û nivîskara me Çîdem Baran, di her wêneyê xwe da rengê reş bi baldarîyeke mezin û bi wate derdixe ber me. Rengê reş, di nav rengan da, rengê herî giran û esîl e. Wê bêkesîya keçikên welatê xwe, êşa keçikên welatê xwe, derûnî û mecbûrîyeta nav bedena wan keçikan, bi rengê reş û bi derûnîyek kûr derdixe ber me. Êrîşên ser wan, zilma ser welatên wan bi xeyalên wan ra dihone û her derîyê hêvîyekê ji me ra vekirî dihêle.

 

Carinan pişta xwe dide darekê û bi tena serê xwe bedena xwe hembêz dike. Carinan berê xwe dide rêwîtîyeke bi ber hêvîyek nû da. Carinan ji êrîşên ser wan bedenên nazik, bi lepên xwe, bi pênûsa xwe ya ku reş dinexşîne, diparêze.

 

Ji bona Çîdem Baran “Reng, li gor deman diguherin…” Ango li gor derûniya wê tên guhertin. Çîdem Baran, raser di şêwaza wêneyên xwe da eşkere dike ku; “Ji beloqbûnê hez nake.” Ji ber wê jî wêneyên reş û spî, di nav mijê da wek rewkrewkan tên ber çavên me. Di vir da jî wênesaza me eşkere, “nependîbûnê, nediyarbûnê” diparêze.

 

Rewşa her portre û wênesazîya li ser zarokên keçik, yek bi yek di nav vê nedîyarîyê da di bin bêndera peyamên ramanan…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev