Hezkirin carna mirin e

Hezkirin carna mirin e

Abdurrahman Benek

 

Rojekê, li derekê, nişkava ku çavên we li yekê/kî keve; yekser ku aqil û hişê we, dil û hinavê we ji we herin û hûn têbigihêjin ku êdî bê wê/wî jiyan ji we re dojeh e, gelo hûnê karibin çi bikin? Mirin? Hûn dikarin mirinê bidine ber çavê xwe? 1793’ê salê, li Parîsê, ciwanekî Swîsreyî ber bi Qada Concorde ve dimeşiya. Ku navê ew qada dîrokî berê wek Qada Şoreşê derbas dibû. Navê wî ciwanî Adam de Luks bû. Wek bi sedan jin û mêr ber bi qadê ve diçû. Ne ku kar û şixulekî wî hebû, na, xorto bi tesadufî li wir bû. Ger wê kêlîyê ne li wira bûya, îro ne me navê wî wê bizanibûya ne jî wî xortî ewqas êş wê bikişanda û dawî wê li jîyana wî bihata.

 

Ku çi bû û çi hate serê wî, ew çend çirkên ku bala xwe da parxêla (kaxni) ku dihat bû sedem. Kêliya ku parxêl hat tala Adam, çavê wî li wê jinikê ket. Jinik wek wî ciwan bû. Di parxêlê de li ser linga sekinandî bûn û destê wê kelemçekirî bûn. Mîna brûskek vêkeve û vemire, çawa çavê Adam bi jinikê bû, aqil û hişê wî, fikir û ramanên wî serûbin bûn. Dilê wî xwe li qefesa sînga wî xist, wek kewekî gozel ku xwe li qefesa têda asê maye dixe û diqupqube. Gelo ev keça kî bû? Çi kiribû? Çima hatibû girtin? Hîç nizanibû lê zanibû ku ber bi gîyotînê ve dibin. Adam de Luks da pey parxêlê.

 

Meha tîrmehê bû û dinya gellekî germ bû. Li Qada Concorde qelebalixeke pirr hebû. Li quncekî qadê platforma gîyotînî saz kiribûn. Jinik ji wesaîtê derxistin û ber bi gîyotînê ve birin. Adam xwe nêzika platformê kir. Di navbera wan de çend metre hebûn. Navê jina stû li ber gîyotînê Charlotte Corday bû. Hîn 24 salî bû. Çend roja berê rêberê şoreşa Fransî Jean-Paul Marat kuştibû. Marat’ê ku bi nexweşiya çerm ketibû û pirranî dema xwe di nav kuwêteka tije av de derbas dikir kuştibû. Gotibû; “ez ê navê muxalifên şoreşê bidim te” û bi vê rêbazê xwe gihandibû Marat.

 

Bîstekî diaxifin û dûra Charlotte di paşila xwe de kêra veşartî derdixe û di ser dilê Marat de dadiçikîne. Di nav qelebelixê de çavên Adam de Luks û Charlotte li hev ketin. Kela dilê wî her çû zêde bû. Hemû kesên li wê qadê, jineka ku rêberê şoreşê kuştîye didîtin, lê Adam ne bi wî çavî, bi çavekî din ew jina didît. Ew jina ku dengê wê qet nebihîstiye. Ew jina ku bîstek berê dîtiye û wê careke din qet nebîne. Gelo Adam çi dît di Charlotte’ê de? Tu kesî ev nizanibû. Lê wî êdî dinyayeke ku ew jina lê najî ji xwe re pûç û bêwate didît. Li ber çavên Adam, çavên Charlotte girê dan, xistin ser çoka, serê wê kirine hêlûna gîyotîn û serî ji bedena wê qut kirin.

 

Evîndarîya herî demkin û ya herî encam giran wî jîyabû. Wext nedîtibû ku çend xeyalan di derbarê evîndara xwe de bibîne. Adam ji nav qelebalixê derket û çû cem muhafiza. Bi dengekî bilind qîrîya, got; “ez jî li dijî şoreşê me. Sond dixwum ku ez ê ji şoreşgeran tolê hilbigrim.” Helbet hemû hewildana wî, bona were girtin, dadgehkirin û bi cezayê gîyotînê cezakirin bû. Muhafiz mecbûr man ew girtin. Derxistine pêşberî dadger. Li dadgehê jî Adam de Luks sonda tol hildanê xwar. Ji wan xwest ku bi gîyotînê were înfaz kirin.

 

Li gorî dîrokzanekî ku şahîdîya vê bûyerê kiriye, siba ku Adam de Luks dike înfaz bikin, xweşhalîya wî di asta herî bilind da bûye. Bi kêfxweşî xwe amade kiriye û mîna ku wê bi evîndara xwe Charlotte Corday re were cem hev, xwe şidandiye û çûye ber gîyotînê. Wek serjêkirina Charlotte serê Adam jî bi gîyotînê qut dikin. Adam bi vî awayî digihêje armanca xwe. Wî bawer dikir ku, ger bi heman awayî canê xwe bide, ew ê bibe daweta Charlotte û ya wî. Kêlîya ku mir, wê bibe zava û ji xwe bûk li benda wî bû.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev