Berhema Abdurrahman Önen ”Erdnîgarîya Kurdistanê – II: Wan” derket

Berhema Abdurrahman Önen ”Erdnîgarîya Kurdistanê – II: Wan” derket

Piştî pirtûka yekem a bi navê Erdnîgarîya Kurdistanê I: Agirî niha pirtûka duyem a heman rêzê, pirtûka Wanê li ber destê we ye. Di pêşgotina pirtûka yekem de armanca vê xebatê wiha hatibû destnîşankirin: “…di dibistanên Kurdan de ji bo erdîngarîyê bingeh bê amadekirin, mamoste û xwendekar di dersa erdnîgarîyê de ne destvala bin.” Di gel kurteçîroka vê xebatê sedemên formata xebatê jî hatibû îzahkirin. Ji bo armanc, rêbaz û hin tercîhên ku hatine kirin baştir bên fêmkirin mirov dikare çend tiştên din jî li wê pêşgotinê zêde bike.

 

Erdnîgarîya Wanê

Nifûsa Wanê li derdora 1.200.000î ye, rûbera wê 20.921 km2 ye û ji ya gelek dewletan firehtir e, wek mînak: Îsraîl 20.770 km2, Lubnan 10.452 km2 ye. 13 navçe û 1129 mezre û gundên Wanê hene. Wek ku di îndeksê de hatine nivîsîn, ji hezarî zêdetir dirûvên erdê hene; çem, çîya, gelî, newal, deşt û hwd. Piraniya wan jî çem, çîya, gelî, zozan û war in.

Ez bi qasî 40 rojan hema hema li hemû deverên Wanê gerîyam. Lê piştî ku di dawîya Tebaxa 2015an şer dest pê kir, ger dijwar bû. Ez li Ebexê heta ber Çîyayê Tendûrekê jî çûm, lê ji ber şer min derfet nedît ku biçim ser Tendûrekê; her wiha li Westanê jî çûna Karkarê pêk nehat.

Di vê xebata erdnîgarîya Wanê de ev hene: 1- Navê mezre, gund û navçeyên Wanê yê Kurdî û Tirkî. 2- Çem, gol, çîya, deşt, zozan û hwd. yên Wanê. 3- 49 Nexşeyên fîzîkî yên erdnîgarîya Wanê.

 

Nivîsa Berga Dawiyê

Erdnîgarî mijar û dîsîplîneke zanistî ya gelek berfireh û xwedî gelek şaxên cur bi cur e: Şiklên erdê (çem, çiya, deşt û hwd), av û hewa (îklîm), tevgerên volkanî, erdhej, aborî (çandinî, bazirganî, endustrî û hwd), dewlemendiyên sererd û binerd, ji hin beşên wê ne. Lê di vê xebatê de mijarên sereke nav û belavbûna şiklên erdê û navê mezre, gund, navçe û wilayetan e. Ev nayê wê wateyê ku mijarên din qet nehatine lêkolîn û nivîsîn, bi qasî îmkan û derfetan gelek mijarên din jî di nav vê xebatê de hene.

Nifûsa Wanê li derdora 1.200.000î ye, rûbera wê 20.921 km2 ye û ji ya gelek dewletan firehtir e, 13 navçe û 1129 mezre û gundên Wanê hene.

Mamoste Abdurrahman Önen li dor 40 rojan hema hema li hemû deverên Wanê gerîyaye. Digel lêkolînên xwe yên teorîk, wî rasterast bi xelkê mezre, gund û navçeyan re hevdîtin pêk anîne û li gor wê navên mezre, gund û navçeyên Wanê yên Kurdî û Tirkî; Çem, gol, çîya, deşt, zozan û hwd. ên Wanê di vê xebatê de qeyd kirine û digel gelek wêneyên rengîn, navçe bi navçe, herêm bi herêm bi nexşeyên fîzîkî yên erdnîgarîya Wanê re pêşkêşî xwendevanan dike.

 

Abdurrahman Önen kî ye?

Ji navçeya Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê ye. Di 24.02.1956an de hatîye dinê. Dibistana seretayî û navendî li Dêrikê, ya amadeyî (lîse) li Mêrdînê, zanîngeh li Stenbolê xwendîye. (Zanîngeha Stenbolê, Fakulteya Wêjeyî, Beşa Erdnîgarîyê)

 

Piştî xwendina dibistana amadeyîyê sê salan li Dêrikê cotkarî kirîye. Di sala 1976an de li Stenbolê bi cî bûye, ji sala 1976an heta 1980yî xwendina zanîngehê û karê tekstîlê bi hev re meşandîye. Di payîza sala 1980yî de, li Midyadê (navçeya Mêrdînê) dest bi mamostetîya erdnîgarîyê kirîye. Piştî deh mehan, ji ber hin sedemên sîyasî dev ji mamostetîyê berdaye.

 

Di sala 1984an de, cardin li mamostetîyê vegerîyaye. Heta sala 2008an li Stenbolê li gelek dibistanan mamostetîya erdnîgarîyê kirîye û di sala 2008an de malnişîn (teqawid) bûye.

 

Çend salan mamostetîya dersa Kurmancî û dersa kompîturê jî kirîye. Di destpêka salên 1990î de, hewldaneke mamosteyên Kurd a ji bo birêxistinbûnê dest pê kirîye. Mamosteyên ku xwestine di nav mamosteyên Kurd de xwendin û nivîsandina bi Kurdî geş bikin, ev armanc danîne ber xwe:

 

– Pêkanîna arşîv û pirtûkxaneya perwerdeya bi Kurdî.

– Wergera pirtûkên dersan ên bi tîpên Kîrîlî û Erebî ya ji bo tîpên Latinî.

– Pêdekirina hemû pirtûkên ku li ser Kurdan hatine nivîsandin.

– Xebatên ji bo nivîsandina pirtûkên dersên Kurdî.

 

Di vê çarçoweyê de, wî jî biryar daye ku ji bo erdnîgarîya Kurdistanê bixebite da ku wek mamosteyekî Kurd karibe dersa erdnîgarîyê bi Kurdî bide.

Di encama van xebatan de, di sala 2008an de pirtûka wî ya bi navê Ferhenga Erdnîgarîyê hatîye weşandin.

Ji sala 2013an ve gera xwe ya li Kurdistanê didomîne.

Piştî pirtûka wî ya bi navê Erdnîgarîya Kurdıstanê-I: Agirî, ev berhema wî ya vê rêze ya duyem e. Her wisa pirtûkên wî yên li ser erdnîgarîya Bedlîs, Çewlîg, Mêrdîn û Amedê jî ji bo çapê amade ne.

 

Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî

Çapa Yekem: Gulan, 2021

Lêkolîn, Erdnîgarî

Rûpel: 232

Qebare: 19.5 x 24.5

ISBN: 978-605-9073-47

Biha: 85 TL

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev