Narkîssos (Narcissus)

Narkîssos (Narcissus)

Ali Gurdilî

 

Li gor mîtolojiya yewnanî, li ser rûyê erdê gelek xwedan hene û ew ji bûyerên xwezayê, ji çavdêrîkirina heyînên zindî û ne zindî û ji tevgerên wan berpirsiyar in. Li gor mîtolojiya yewnan xweda û xwedawendên yewnanî, mînanî mirovan e û bi mirovan re jî, diketin nav danûstandinê.

 

Di vê beşê de wê em ê ji we re behsa çîroka Narkîssosî bikin, ku bingeha peyva Narsîzmê ji vê çîrokê tê. Periya Ekhoya bêdew ku gelek caran guh nade dildarên xwe û tu xortan naxwaze, rojekê nêçîrvanekî dibîne. Narkîssos, xortek î çeleng e. Ekho, dema ku çav pê dikeve dibe dildara wî.

 

Lêbelê Narkîssos, wê naxwaze û jê dûr dibe. Piştî neecibandina Narkîssos, Ekho dikeve nav rewşeke xirab û roj bi roj, dihele û dimire. Hestuyên wê, vediguherin tehtan û dengê wê jî, li wan tehtan dibe olan. (Peyva eko- olan jî, ji vir tê.) Xwedayên Olîmposî, li ser vê rûdanê gelekî xemgîn dibin û biryarê didin da ku Narkîssos ceza bikin.

 

Di rojakê nêçîriyê de Narkîssos, li pey rêça nêçîra xwe gelekî digere û têhn dibe. Piştî demekê, tê keviya çem. Dema ku xwe ditewîne ku avê vexwe, wê demê çav bi bêdewiya laşê xwe dikeve. Narkîssosê ku beriya wê demê wiha bi baldarî li laşê xwe mêze ne kiribû, dibe dildarê delaliya laşê xwe. Nikare, ji cihe xwe bilepite û wiha dimîne.

 

Bi awayekî ecêb û nedîtî, ji xwe hez dike. Bi wî hawî, li ne dikare avê vexwe û ne jî dikare tiştekî din bixw. Wiha roj bi roj, ew jî weke Ekho dihele û dimire. Piştî ku dimre, laşê wî vediguherine nergîzan. Koka peyva narsîzmê, ji vê çîrokê tê û di roja me ya îroyîn de narsîzm weke nexweşiyeke kesayetiyê tê dîtin.

 

Narsîst ew kes in ku guh nadin girîngiya mirovên din. Narsîst herdem ne mafdar bin jî, xwe di hemû bûyeran de mafdar qebûl dikin. Dema ku xwestekan wan pêk nayên jî, ji hesûdiya xwe roj bi roj dihelin û dikevin rewşeke psîkotîk.

 

Çavkanî: Ferhenga Mîtolojiyê 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev