Pêşmerge hebin Kurdistan dê hebe

Pêşmerge hebin Kurdistan dê hebe

Arif Zêrevan

 

Pêşmerge hebin Kurdistan dê hebe, pêşmerge nebin dijminên kurdan dê pê li serê kurdan bikin û kurdan bikin dûvelangên xwe.

 

Serok Mesûd Barzanî berî 59 salan di ciwaniya xwe de bû pêşmerge û ji bo wî sifetê pêşmergebûnê ji sifetê serokkomariya Iraqê û hemî pileyên dî bilindtir û hêjatir e. Hertim dibêje: “Ez pêşmerge me.” Bêguman ji bo min jî şerefeka mezin e ko xizmeta wî pêşmergeyê mezin bikim.

 

Di kitêba xwe “Bo Dîrokê” de serok Barzanî şîretekê li miletê kurd û rêberên kurdan dike û di heqê pêşmergeyan de jî wiha dibêje:

 

Şîreta min bo her ferdekê kurd û hemî siyasiyên kurd – di heqê babeta mafên rewa yên miletê me de – ew e ko hîç wextekî pişta xwe bi aliyekî germ nekin. Cîhan cîhana berjewendiyan e. Heger berjewendiyên wan digel kurdan hevdu bigirin hingê dibin dost û heger berjewendiyên wan û kurdan hevdu negirin dê pişta xwe bidin we û we nas nakin. Lewra pişta xwe tenê bispêrin Xwedê û xwe. Heger pêşmergeyên me bi xwe hebin û hêzên me bi xwe hebin, Kurdistan dikare xwe biparêze. Heger em bêhêz bibin em nayên parastin û dê me ji halê jî rakin.” 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev