Berhemên kurdzanên me – 244

Berhemên kurdzanên me – 244

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê serîyek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Nivîs ha tê binavkirinê: ” Pirsa kurdan di dawîya şerê hemcihanê yê dudan da”. Îro em beşa wê a pêşin çap dikin. 

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin ji alîyê weşanxaneya Roja Nû da çap bûne, ya 3an Weşanxaneya Weqfa Riya Azadî li Anqerê çap kirîye. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl 

 

Pirsa kurdan di dawîya şerê hemcihanê yê dudan da -1

Sala 1943an li her warên şerê hemcihanê yê dudan lê diqewimîn, bû saleke dagerandinê, herwiha li wan waran jî, ku di hêla gêostratêgî û gêopolîtîkî da tesîr li ser şer dikir, di nav wan da li Kurdistanê jî. Di wî karî da rola mezin serketina ordîya Sovyet lîst û bi saya serê wê yekê di payîza wê salê da xetera, ku faşîst dibe êrîş bibine ser Kavkazê, herwiha ser Rohilata Nêzîk û Navîn, ji holê rabû. Serketina hevalbendan li Afrîka Bakur, pêşketinên wan li Îtalîyayê û paşê jî, dema ew welat ji şêr derket, tesîreke mezin li ser rewşa leşkerî-sîyasî ya Rohilata Behra Sipî û Asîya Roavayê kir. Di encamê da şertên baş hatine sazkirinê bona tevgera kurdan ya miletîyê-azadarîyê bi teqileke nû va dest pê bibe û ew dihate wê maneyê, ku pirsa kurdan wê dîsa li meydanê be.

Wek di demên dîroka kurdan yên buhurî da, di salên Şerê hemcihanê yê dudan da jî tevgera kurdan li perçeyên Kurdistanê yên cuda-cuda da ne wekehev pêş diket. Eger di 20 salên buhurî da li Tirkîyê ew tevger xurt bû, niha ew sisttir bûbû79. Ew bi wê yekê va tê şirovekirinê, ku kurd pê ra negîhandin piştî têkçûnên giran ser hişê xwe da bên, dema di salên 20-30î derbeke giran gihîşte tevgera wan û pişt ra jî dest bi mihacirkirina kurdan ya mecbûrbûyî kirin û li rohilata welêt desthilata leşkerî-polîsî dane testîqkirin. Ew yek xwesma di salên şêr da bi ahayekî hovane dihate kirin, dema di wilayetên rohilatê da ordîya tirkan ya bi mîlyonek leşkeran va bi cî kirin, ku piranî berê xwe dabûne Pişkavkazê, herwiha Îranê, Îraqê û Sûrîyê jî (herwiha ji bo ”xetera kurdan” jî, ku ji wan deran dikaribû bihata serê Tirkîyê). Wek ku rojnameya Stembolê ”Vatan” nivîsî, ”li welêt têroreke mezin heye, hêzên dêmokrat di bin xetera eşkere û surî da nin”80.

Lê tevgera kurdên Tirkîyê rehên kûr avîtibûn, lema jî nikaribû bi carekê va ji holê rabûya û îzbatîya vê yekê jî zêdebûna jimara wan kesan e, ku di navbera salên 1939 û 1942an da hatine mehkemekirinê û piranîya wan jî binecîyên kurd yên wilayetên kurdan bûn. Di nav wan salan da jimara wan li Qersê zêde bû û ji 524an gihîşte 842an, li mehkemeyên sûcên giran da ew jimar ji 19an gihîşte 53an, li Dîyarbekirê di mehkemeyên sade da ew jimar ji 117an gihîşte 294an, lê di yên sûcên giran da ji 59an heta 73an, li Elazigê di mehkemeyên sade da ji 42an heta 239an, li Erzurumê ji 121ê heta 154an, li Hekkarîyê ji 14an heta 23an, li Sîîrtê ji 117an heta 172an, li Trabzonê ji 336an heta 390î, li Wanê ji 41ê heta 117an. Piranîya wan ne gorî hiqûqê, lê gorî ”zagûnên taybet” hatibûn mehkemekirinê. Di sala 1942an da jimara kesên, ku bi ”zagûnên taybet” hatibûne mehkemekirinê, himberî sala 1935an bi 7 caran va zêde bû, ji sala 1939an – bi 4 caran, ji sala 1940î – zêdeyî 2 caran va81.

Tu malûmatî derheqa wê yekê da tune, ka kurdên Sûrîyê tevî şêr bûne, an na. Wan salan leşkerên Îngilîs-Fransîyayê yên dagîrkar li wî welatî desthilata leşkerî testîq kiribûn û bi saya serê wê her cûre nerazîbûna gel di nav demeke kurt da ji holê radikirin. Lê wana sîyaseteke mixenet bi kar dianîn; çend serekên kurdan ji hebisê derdixistin82, wisa xuya ye, bona wana derxine himberî nasyonalîstên ereb.

Li perçeya herêma kurdan ya din – li Îraqê, tam rewşeke bi awayekî din saz bûbû, ku nêzîkî Kurdistana Îranê bû û li wir ocaxa sereke ya tevgera kurdan saz bûbû. Kurdên Îraqê bi lez bal kişandine ser tevgerên kurdên birayên xwe yên li Îranê. Gorî çapemenîya Îtalîyayê (ew ji Enqereyê dihatine sitendin û dibe tê da berxwederxistin û serdazêdekirin hebûna), îdî di tebaxa sala 1941ê da Şêx Mehmûd Barzincî careke din serî hilda, yê ku bi awayekî eşkere ne dijî hukumetê bû jî, lê sergirtî dij bû. Di meha çirîya paşin ya wê salê da êzdîyan qaymeqaymê Cebil-Sincarê (Çiyayên Şengalê.- T.X.) kuştin. Wezîrê karên hundur bi xwe serokatî li wan kesan dikir, ku gerekê ji heq û hesabên kesên serîhildayî bihatana der83. Bihar û havîna sala 1942an ji Kurdistana Îranê behs dihatine sitendinê derheqa wê yekê da, ku girêdayî tevgera Hema Reşîd, emelên îngilîsan û rûsan û h.w.d ra di nav kurdên Îraqê da dest bi agîtasyonan bûye84. Lê ew her tenê destpêka wê serhildana weke firtoneyê bû, ku di sala 1943an da dest pê bû.

Rast e, kurdên Îraqê him bi jimara xwe va, him jî bi axa xwe va ji yên Tirkîyê û Îranê kêmtir bûn, lê di dema şerê hemcihanê yê dudan da hema li vî welatî şert hatine sazkirinê bona navbendeke hemkurdîyê ya tevgera miletîyê-azadarîyê bê sazkirinê. Mesele ne di jimarê da, lê di kalîteyê da bû: tevgera kurdên Îraqê ya miletîyê di hêla sîyasî da diha gihîştî û organîzekirî bû, rengê tevgera bi rastî jî ya miletîyê lê diket, ku berjewendîyên tevaya gelê kurd dabû ber çavan, lê ne tenê yên serokatîya derebegîyê-eşîrtîyê, wek ku em gelek caran berê bûye.

Ji bo wê yekê bingehên baş hebûn. Wek îdî hatîye destnîşankirin, Îraq û Sûrîya, ku piştî şerê hemcihanê yê dudan ketine bin hukumê Îngilîs û Fransîyayê, firsend bi dest xistin bona bi riya civakî-sîyasî û kûltûrî bi lez pêş bikevin. Ev yek bû sebeb, ku di destpêka şerê hemcihanê yê dudan da di civaka kurdan da zaneyên sîyasî jî dîyar bûn, ku hela zêde gihîştî nîbû û bi mêntalîtêya xwe va bi gelek têlan va bi erf-edet û toreyên xwe yên kevinare va girêdayî bû, lê îdî amade bû norm û îdêayên medenîyeta wê demê ya pêşketî qebûl bike, di nav wan da yên di hêla kûltûra sîyasî da jî. Hema ji wê komê Melle Mustefa Barzanî û hevalbendên wî derketin, yên ku di rojên şêr yên dawî da dest pê kirin di tevgera kurdan ya miletîyê da roleke pir giring lîstin, pêşî li Îraqê, paşê jî li tevaya Kurdistanê.

Bi dêmokratkirina tevgera kurdan li Îraqê ra tevayî, pirsgirêkeke taybet jî hebû, ew jî rewşa gêopolîtîk bû li Rohilata Nêzîk piştî sala 1941ê. Qesta me ew rewş e, ku li Îrana cînar saz bûbû û li wir ne tenê leşkerên îngilîsan, herwiha yên Sovyet jî hebûn. Eger kurdên Îraqê û Îranê bi çavên dijminahîyê li îngilîsan dinhêrîn, ji ber ku wana herdem jî ew zêrandine û axa wan dagîr kirine, lê helwêsta wan di hindava rûsan da, xwesma rûsên Sovyet da, bi awahekî din bû. Wana hêvîya xwe danîbû li ser wana, ku wê di şerê wan yê ji bo rizgarîyê da alî wan bikin. Serketinên mezin yên ordîya Sovyet di hindava zevtkarên alman yên faşîstîyê da qedirê Yekîtîya Sovyet bilind dikirin, hêvî dikire dilê kurdan, ne tenê li Kurdistana Îranê, lê herwiha li Kurdistana Îraqê jî.

Li ser bingehê hizûra leşkerên Sovyet li Bakur-Roava Îranê S. H. Longrîgg tevgera kurdan ya li Îraqê di dema şêr da bi nav dike wek ya bi mêlgirtina komûnîstîyê, ku gorî berjewendîyên “xwendkar û axayên nasyonalîst yên dijî ereban in”, herwiha behsa wê yekê jî dike, ku “di navbera nasyonalîzma kurdan û komûnîzma rûsan-kurdan da yekîtîyeke kardar heye û ev yek alî kir, ku serkêşîya sêparatîzma kurdan ji axayan derbazî ronakbîran bû”. Lê ew tu îzbatîyan nayne, ku di wan deman da di navbera serekên kurdên Îraqê û qumandarîya Sovyet li Îranê da pêwendî hebûne. Tu îzbatî bal zanyarên din û çavkanîyên din da jî tunene. Bi vî awahî, li vir behsa tesîra îdêatîyê tê kirinê û li ser wê tu şikberî tune. Lê gelek îzbatî derheqa wê yekê da hene, ku baylozxaneya Brîtanîyayê û serleşkerîya wê tevî opêrasyonên dijî tevgera Mustefa Barzanî bûye, ku di bihara sala 1943an da dest pê bû û ew yek him di nivîsên S. H. Longrîgg da hene, him jî yên mayîn da. Em wê jî bêjin, ku S. H. Longrîgg destpêka serhildanê bi wê yekê va girê dide, ku Mutefa Barzanî bi serekên kurdan Sehîd Birokî ra85, ku ji Tirkîyê revî bû, hevraxeberdan daye derbazkirin, lê bahaneya bona destpêkirina serhildanê ew bû, ku Melle Mustefa bi alîkarîya Letîfê kurê Şêx Mehmûd Barzincî piştgirîya mihacirên kurd kir. Paşê Letîf Barzincî revî Îranê û li wir serleşkerîya Sovyet li Lehîcanê ew sitar kir; li wir ewî bingehê kovara “Niştiman” danî86. Derheqa pêwendîyên Letîf bi Mustefa Barzanî ra, piştî hatina wî li Îranê, tu tişt ne bêlî ye.

(dûmayîk heye)

 

Çavkanî:

79 Ji ber wê jî di monografîya M. A. Hasratyan ya bi sernavê ”Kurdên Tirkîyê di dema here nû da” behsa şerê hemcihanê yê dudan qet nayê kirinê.

80 Mîllêr A. F. Nivîsên derheqa dîroka here nû ya Tirkîyê da, rûpel 216.

81 Zavrîêv D. S. Derheqa dîroka nû ya wilayetên Tirkîyê yên bakur-rohilatê da, rûpel 273-274.

82 OM. 1943, hejmar 1, rûpel 12.

83 OM. 1943, hejmar 9, rûpel 462; hejmar 11, rûpel 574.

84 OM. 1942, hejmar 4, rûpel 140; hejmar 7, rûpel 280, 288.

85 Longrîgg St. H. Iraq. 1900 to 1950. L., 1953, rûpel 313, 324-327, 353.

86 Rambout L. Les Kurdes et le droit, rûpel 72.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev