Du civakên wek erd-ezman ji hev cuda

Du civakên wek erd-ezman ji hev cuda

Nura Şane 

Hevalekê xwest malbata hezkirîyê xwe ra nas bibe.

Çû bajarê wan, li ber Behra Reş gundekî.

Keçikê got min jiyana xwe da tiştek wisa nedîtibû.

Hemû jinik ser lingan e, sifreyek raxistine, hemî mêr dorê runiştine, jinik ne ku fedî dikin ku bi wan ra bixûn, lê xwe lîyaq nabînin, hemû ser dest sekinîne bendê ne yek ji wan tiştek bixweze, xizmeta wan bikin, tiştek nakin devê xwe, me digot li bajarên kurdan da qehrê li jinikan dikin, lê qe nebe wana sifreyeke cûda radixist bo jinan an piştê ew radibûn jin rûdiniştin.

Lê li vir tiştek wisa jî nebû..

Piştê hevdîtinê keçik ji evîndarê xwe ra gotîye em ji hev ra nabin û xilaz.

 

***

Ez jî serpêhatiya xwe ya berî gelek salan bêjim.

Ez xwendekar bûm, birê min doxtorekî teze bû. Bo wezîfeya zarûrî tayîna wî derketibû gundekî çîyayî, yê Norşînê.

Semestrekî da ez çûm cem wî pê fêrî tiştên bijîşkî bibim.

Zivistan bû, sar û seqem bû. Berf çend metreyan li erdê bû.

Em bo kontrola jinên hemle û zarokên nû hatine dinê bi dolmîşekê ketin rê.

Lê çi rê… Ez, birê min, şofer û hemşîreyeke.

Min riyên wisa teng û şimotekî ser kendalan di xewna xwe da jî nedîtibû.

Baş e ku şofer profesyonel bû an na mimkun nebû meriv rêyên wiha da di zivistanê da derbaz bibe.

Neyse em hatin gundekî tam bin çîyayekî, weke kartpostal bû.

Muxtarê gund keçeke ciwan û jîr bû.

Bi henek û laqirdîyan xêr hatina me kir.

Çend keç û jinên din jî ser me da berev bûn.

Birê min nasdikirin lema hema sohbeteke tije ken û xwe bawer peyda bibû.

Hemû keç û jin gelek nûktedan bûn.

Mêrê wan jî rûken lê bê deng bûn. Xuya bû serdestiya jinan hebû. Mêr dişandin der û dor pê jinên hemle berevê meydanê bikin.

Xaloyên bi şepqe ji me ra servîsa çayan kirin. Keçika muxtar me bir mala xwe.

Xortên malê bêy ku kes ji wan ra bêje hema mînderan bo me raxistin. Keç û jin tam orta odê da runiştin sohbetê destpêkirin û bi rê va dibirin, mêrên kal di qûncikê dîwar da bi sekneke henûn me guhdar dikirin. Xort jî ber derî ser lingan me guhdarî dikirin. Di destê me hemûyan da qedeheke çay dema henekek dibû hemû odê da dengê keç û jin û xort û kalan li hev diket û dîwarên odê da olan dida.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev