Ji nimûneyên zargotina me – 244

Ji nimûneyên zargotina me – 244

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûçardehan me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berhema heftan berdewama nivîsa ”EYANBÛNA HELEQETÎYA XÛN-QINÊTÎYÊ EDETÊD KURDADA” ye. Em îro beşa wê a pêşin çap dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

EYANBÛNA HELEQETÎYA XÛN-QINÊTÎYÊ EDETÊD KURDADA -1

 

  1. Nîşan, sîmvolêd bera, qebîla

Bona naskirina neferêd qebîlê, kar û zirara wê – êpêce mezin bûye kemala nîşan û sîmvolêd qebîla, wekî nav kurdada hebûne û îro jî paşmayînêd wana hene. Pê wan nîşana hatine naskirin merîyêd ber û qebîla, êl- eşîreta, him ji alîyê malhebûnê, wekî me jorê nîşanda, him jî ji terefê moralêda. Derheqa nîşanêd qebîla bona naskirina heywan û malhebûna kurda me jorê nvîsî, nha em xeberdin derheqa wan nîşana û sîmvolada, ku grêdayîne emirjîyîna wanara, neferêd qebîlara, qewmandinêd orta qebîlara, tebîyetêra û yêd dinra. Qebîla jî ew nîşan û sîmvol, çawa mecala heleqetîyê dane xebatê. Ewê yekê alî wana kirîye, bo ewana ji qeda-bela xilazbin, karibin xwe ji her cûre dijmin xweykin, neferêd wê wexta heyfhilanînê, jinrevandinê, şera, bona destanîna xwelîyê, zozana, eşîya û yêd din serbastbin. Wê şûnda, sîmvolêd qebîla gelek komek û zirar dane neferêd wê, usa jî wexta rêwîtîyê, lê em derheqa wê yekê xeber nadin, çimkî ew nakeve tev borcê neferêd qebîlê, ewana bo kar yan jî zirara temamîya cmaetê bûn, eger em hesab nekin spêsîfîkîya edetê kurda wê hindavêda, mesele: Steyrka sibê (ya geş) nîşana berbanga sibê bû, wexta rûyê royê dihat girtin, digotin, wê bibe şer û yêd din. Ew fikir nav gelek cmaetada hebû. Lema jî gerek xwendevanêd me nîşan û sîmvolêd qebîla tev nîşan û sîmvolêd prêdmêt û qewmandinêd tebîyetê nekin.

Merîyêd qurna arxayîk bê nîşan û sîmvolêd berek û qebîla xwe, wekî ji terefê neferêd wê hatibûn naskirin, nikaribûn emrê xwe bê tirs derbaz bikirana, firêqet bijîyana. Bo emirjîyîna wan lazim bûn nîşan, sîmvolêd rêal. Eva yeka ji zemanê bereka tê, çawa mecala alîkirinê, çimkî qirnêd berekada emrjîyîna merîya gelekî çetin bû, em bêjin şerê giran dihat kirin nav ber û qebîlada, merî û debada, nav merî û qewmandinêd tebîyetêda, hema bona vê yekê jî lazim bûn nîşan û sîmvolêd ber û qebîlaye usa, wekî bi wana neferêd berekê û qebîlê bihatana naskirin nav dor û berêd xweda. Gazîya telala derheqa şerê ku nav cmaetêda dibû, bi alîkarîya zman yan jî jargonêd wî çaxî dihat serî, lema jî em dikarin bêjin, wekî mecaleke elamkirinê nav berekada zman bûye. Zemanê berê, wexta neferêd bereka, qebîla dûrî hev diman, zaravêd wana jî dûrî hev bûn, lema jî neferêd qebîlêd wan ji hev fem nedikirin, bo heleqetîya wana çetinayî pêşda dihatin. Herneyse, zman temamîya xweva mecaleke ferz bûye bona hevraxeberdana merîya, alîhevkirina wana, çimkî wî çaxî ne gazêt hebû, ne têlêfon, ne jî radîo. Ji rûyê paşdamayîntîya qewatêd deranînê prosêsa konsolîdasîyayê nav kurdada usa hindik bûye, wekî zmanêd ber û qebîlêd kurdaye başqe-başqe êpêce dûrî hev bûne. Wexta neferêd qebîlekê xeber didan, yêd din, wekî ne ji wê qebîlê bûna, hevekî çetin ji wan fem dikirin yan jî qe fem nedikirin, lema jî wextê şera, oxirmêd gran û rêwîtîyê, çawa mecal-mikana elamîhevkirinê jargonêd xwe didan xebatê, mesele: wekî du qebîl dijminê hev bûna, rêda neferêd wana hev nasnekirana, bi alîkarîya jargonêd xwe dikarbûn pê bihesyana gelo ewana ji qebîlêd hevin yan dijminêd hevin? Û wê ser hîmê wê yekê jî bi hevra usa derbazkirina, çawa lazim bû. Paşê ser hîmê pêşdaçûyîna deranînê, blindbûna malhebûna ber û qebîla prosêsa konsolîdasîyayê kûr bûye û merîyêd ji qebîlêd başqe-başqe ji hev fem kirine, pêşda hatîye zman, wekî bona gelek qebîla femdarî bûye. Lê paşmayîyêd jargona heta îro jî em dibînin nav hinek qebîlêd kurdada, mesele: hinek berêd qebîla Hesenlerêd Laçînê hene bi jargonekî usa xeber didin, wekî bona berêd din çetine femkin… Vê gavê jî hene ber û qebîlêd kurdaye usa, wekî hevekî çetin ji hev fem dikin, mesele: neferêd qebîleke kurda-Zuqurîya, wekî nha jî hene, carna bi jargonê xwe xeberdidin, wekî neferêd ber û qebîlêd din jê fem nakin, ew ”zmanê” Zuqurîyayî dizîkavaye, wekî qe nav zaravêd dinda tunene û nayêne femkirin, mesele: ”pitik” (spîçke), ”kergedan” (tendûr yan jî kûra agir), ”ker” (car) û yêd din. Lê Zuqurîya, zaravê xweyî kurmancîyê, wekî gelek kurd pê xeber didin, rind zanin. Lê wekî em hildin zarava, vê gavê jî zaravêd kurmancî û soranî êpêce dûrî hevin, gelek qebîl bi wan zarava xeber didin, çimkî nav wan qebîlada paşwextîyê konsolîdasîya jargona bûye. Derheqa wê yekê emê paşê xeberdin. Nha çend glî derheqa hevraderbazkirina neferêd qebîla, bera, bi sîmvol û nîşanêd wanra grêdayî. Gelek zirar dighîşt û dighîje qebîlêd kurdaye dijmin, wana ser tiştekî ne tu li hev dixistin. Ser hîmê xûn û qinêtîyê gelek cara merîyêd pizmam, wekî lap am-tam bûn, dihatin kuştin. Xênji kurdêd der, welatê meda jî salêd sovêtîzasîyayêye ewlin paşmayîyêd usa hebûn û pêşîya wê yekê teşkîlêted partîyayê û komsomola, temamîya întêlîgênsîya me şerkarî dikirin.. Vê gavê jî li Îranê, Tûrkîyayê, wexta neferêd qebîlêd kurdaye dijmin rastî hev tên, ser hîmê prînsîpa pizmamtîyê li hev dixin, hesab nakin wê yekê, gelo ew merîyê qebîla dijmin çî merîyê kuştî tê. Bese, wekî yê ku heyfê hiltîne bi nîşan û sîmvola pê bihese, wekî ew merîyê rêwî, ku rastî wî hatîye, ji qebîla dijmine, pizmamê mêrkuje. Nha jî qebîlêd kurdaye usa Îranêda, bi sîmvol û nîşanêd qebîl, eşîretêd xweva hene, mesele: Begzade, Dêbokrî, Mamaş, Mangûr, Gewrik, Pîran û yêd din.

Dijmina, çawa me jorê got, xênji naskirinê, bi jargonêd xweva jî pûsîya hev dihesyan, hev nas dikirin. Ew sîmvola pêhesandina qebîlêye eyan bû. Hene nîşanêd jina, qîza û bûka jî. Pê wan nîşana kurd pê dihesyan, çika flan qîz yan jî jin ji kîjan qebîlêye, hela hebûn nîşanêd usa jî, wekî neferêd du-sê qebîla yan jî eşîretekê xwera didan xebatê. Nîşanêd usa bona wana yek bûn. Hebûn qebîl jî, wekî nîşaneke qîz-jinêd wan hebû, yêd hineke din jî zef bûn: dudu, sisê, çar, mesele: jinêd Kilêra, Mixayla, Sitûrka, Habûka, Mendesora, Bûtka, Bela, Keledoşa, Hesenlera enîyêd xwe pê deqêd şîn (1-4) dikutan awa (.), (:), (:.), (: :). Jinêd Berava hîv û steyrk ser enîya xwe dikutan. Hîva tezeye dunçik, steyrk jî ortêda.

Ev yek grêdayîye hebandina êlêmêntêd kosmîkîyêra, ew têmeke başqeye, derheqa wê yekê gerekê başqe bê nvîsandin. Jinikêd Mirdêsîya tenê deqeke hêşîn li bin çengêd xwe yan jî ser destekî xwe dikirin, hineka jî ser du desta niqitkek yan jî du niqitk dikutan. Gelek jinêd Witî sê deq li sifetê xwe dikirin: yek li enîyê, ya duda li sûretekî ya sisya li sûretê din… lê jinêd Sanoya çar deq li sûrtê xwe dixistin: yek li enîyê, dudu li herdu sûrtê xwe, yek jî li binçengê (: :).

Xênji nîşanêd konkrêt usa jî hebûne nîşanêd bera, qebîlaye sîmvolîk, çawa me got, berê ewlin, yêd hewar-gazîyê. Ji nîşanêd hewar-gazîyê eyanin ”defa hewarê” û ”Fîqa hearê”. Derheqa fîqa hewarê qnyatêd me êtnografîk tunene, lema jî em tenê derheqa defa hewarêda dinvîsin.

Defa hewarê, çawa ji qnyatêd êtnografîk dixuêne, nav gelek qebîl, cmaeta, wexta qurnêd kevn, nîşana qebîlaye hewarêye sîmovlîk bûye, yanê mecala gazîhevkirinê, berevkirina neferêd qebîlê. Bi gotina kala defêd kurdaye hewarêye cûre-cûre hebûne. Hinek ji wana heta vê axirîyê jî bona kêfkirinê û dewata didan xebatê, lê evêd paşwextîyê himberî defêd berêkirî rindin, bedewin.

Bi gotina Emerê rûspî, wexta hewar-gazîyê kurda bi çomaxekî li defê dixistin. Bi gotina Sanoyê Ûsib (Laçîn) ”depa” (defa) Hesenleraye hewarê himberî defa Sîpka, Mehemda kirî dha drêj bûye. Wexta şerê nav qebîlêd kurda û dewletêda diqewimî, pê du çomaxa pey hev defê dixistin.

Defêd (depêd) Hesenlera (Laçîn) dirêjin.

Bi gotina Ûzoyê extiyar (Golovîno), defa qebîla şûnkaye hewarêye çûk (defik) bûye, lê usa rind çêdikirin, wekî dengê wê epêce gur bû.

Eva defika pê çomaxekî û şîşekê lêdixstin. Hebûn qeydêd hewarêye usa jî, wekî hema nha jî pê def û zurnê lêdixin, jêra dibêjin ”qeydê syara”(1), wekî ji zemanê berê tê.

Hene defêd dine çûk jî, wekî pê tilîyêd xwe lêdixin, çawa dixuêne ew def bona kêfê, şînê û eyd-erafetêd dîn bûne, lê ne bona hewarê.

Wê şûnda, çawa sîmvola gazîyê, kurda usa jî dane xebatê mêtoda telalîyê, pê telala gazî hev kirine.

Berê, bi gotina Xûtoyê Xaco(2), hebûne telalêd gundêd kurda, yêd qebîl, eşîreta. Lê paşê dewsa telala gizîra gazî merîya dikirin, telal ser prînsîpa ber û qebîla dixebitî, lê gizîre restî bûn, bi qulix şuxul dikirin. Wexta şer û dewa telalê qebîlê radibû ser banê xanî, derheqa şer û gilîyêd din dikir gazî.

Evan mecalêd gazîyê ne tenê nav kurdada, usa jî nav gelek qebîl û cmaetêd dinda jî hebûne, wekî xênji şera, wextê edilîda jî dane xebatê bona civatêd gunda, berevbûna neferêd qebîlê, çelkirina merîya û yêd din.

Bi komekdarîya wan defa û defika xênji şer û dewa, usa jî dihatin dayîn elametîyêd hebandinê û yêd hukumetêye resmî, xênji defê, defikê, rola gazîyê jî mezin bûye, mesele: ”azan”, wekî melle bo berevkirina ebûbetkira heta îro jî didin xebatê, ew defik, dengêd wan, gazîya telala paşwextîyê bi qanûnêd dîn hatine perwedekirin.

Defçîya têlêd defê davîtin stuyê xwe (gilî derheqa defa hewarêdaye), radibûn ser banê xanîya û qewîn defê dixistin. Hilbet, defa hewarê bi gotina serkarê qebîlê, êlbaşî dihat lêxistin. Çawa me go, eva edeta ji bereka tê, nav cmaetêd dinda: ermenîyada, gurcada, Hindistanêda, Afrîkayêda û yêd dinda jî hebûye. Mesele: bi gotina Yû. Lîps defêd hewarê nav qebîlêd Amêrîkayêye Pangvada jî hebûne.

”Nav merîyêd hinde Amêrîka penzerêda,- dibêje Lîps,- hebûne defêd hewarêye usa, wekî qelîştekê wanda hebûn darik (çomax-E.E.). Ew def ji cûrê defêd Mêksîkayêye kevn û Amêrîka merkezîne, jêra dibêjin ”Têponatslî”, Sûyêvêd Kolûmbîyayê wan didin xebatê. Dengê wanî usa zîze, wekî meriv ji cîyê dûr dibhê. Pê çomaxê rêzînkirî li wan defika dixin. Ewana sîmvola wê yekêne, nîşan didin, ku dijmin hat, elamî nefera dikin, wekî zû topbin, tebîya çêkin, bona xwe ji dijmin xweykin, usa jî wan defa bona gazîkirina cmaetê didin xebatê, bo cvata. Ewana defêd xwe pê ornamêntêd bedew dixemilandin”(3). Kurda jî defêd xwe dixemilandin. Êtnografê alman: Vûndt, xemilandina defa bi fanatîzma dînra grêdide. Bi texmîna me ew yek ne raste. Xemilandina defa gerek bi grêdan, lê ne dînra.

Pêşdahatin yan jî heyetîya ornamênta, cûrêd wan, gerek merî bi dînra nede girêdan, çimkî merîya sivteda ji şiklê bedewîyê, xemlê hiz kirye.

Xênji defêd hewarê, çawa me jorê got, hebûne defêd biçûk jî, wekî tenê bona topkirina merîya: cvata, eyda û erefata dane xebatê: defikêd usa nav êzdîyada hene, wekî nha jî li nehîya Sincarê ziyareta êzdîyada bi şibêbîyêra lêdixin. Def û şibêbî nav qebîlêd kurdêd surmanda tunenin. Ew defik penin, çûkin, tenê wextê ”syarkirina Taûsê” lêdixin(4).

Bese, wekî êzdîya dengê defê, şibêbîya bibhîsta, bi cîyê siyarkirina Taûsê bihesyana, çika li kêderê sêrêmonîya dihat kirin, destxweda berev dibûn, diçûn bal Taûsê û ber wê ta dibûn. Pey tabûnê, dayîna pêşkêşara gişk radibûn ser pya, serê xwe berjêr dikirin û hêdîka, bê deng û his derdiketin derva, wî çaxî def û şibêbî didan sekinandin.

Wexta defik lêdixstin (min bi çevê xwe dîtye), şingîna gupikêd dorêye hesin bûn. Ew gupik usa hatine çêkirin, wekî wexta defçî pê herdu desta lê dixist, dengê wan nazik, nerm dihat, meriv dixwest, ku timê guhdarîke. Wexta destpêkirina sêrêmonîya (erefata) ”syarkirina Taûsê” qeydê syarkirinê lêdixistin, paşê qeydê sêrêmonîyê û yê kutabûnê jî başqe. Em ser hîmê wan cûrêd deflêxistinê dikarin bêjin, wekî zemanê berê bona şera, kutabûna wana û sêrêmonîyêd dîn qeydê başqe-başqe hatine lêxistin. Merîyêd terêq ew yek timê bi qanûnêd dînra girêdane û bona kara xwe, kara muftexura dane xebatê. Ew def û şibêbî bona tekmerîya nînin, ewana bona kêfêd cmaetê, dewata lê naxin, ew bo sêrêmonîyêd êzdîyaye dînin, bona komêd mezin: bera, qebîla temamîya cmaeta gundekî. Em diha zêde dikarin bêjin, wekî lêxistina def û şibêbîya bona tekmerîya, kêfa gune dihat hesabkirin. Eva yeka rêzûltata fanatîzma dîne. Ser hîmê qanûna hebandina êzdîya gerek def û şibêbî lêxistna, her wî çaxî, kengê ebûbetî Taûs dikirin.

Eva yeka nîşan dide, wekî zemanê bereka, paşê ber û qebîla, ew def bona neferêd berekê, paşê berê û qebîlê gişka bûye.

Bi def û şibêbîyê, wexta oxirmêd giran êzdîya elamî hev kirine, alî hev kirine. Ew defikêd berêye sade, paşwextîyê nav kurdêd êzdîda bûne haceteke sazbendîyêye buhurtî, zyaretî, wekî derheqa wê merî glîkî xirab bêje, bo her êzdîkî pir ezabe. Eger ji kurdêd êzdî yekî gilîkî ne pak Taûsêra bigota, ew hesab dikirin ”ji dînê xwe derketî”, ew ku ew def û şibêbî hacetêd sazbendîyê sadeye usa bûne, çawa gelek def û bilûr, meya û fîqêd neferêd bereka, wekî wana mijûlîya xwe pê dikirin, rojêd kêfê û şînê lêdixstin, şa dibûn. Paşê bi dînhebandinê tên perwedekirin. Ew hacetêd sazbendîyê xênji şer, usa jî mecalêd kûltûrayê, ruhanîyê û terbîyetê bûn, mesele, bi gotina Şîrinşahê Emer, wexta lêxistina def û şibêbîya, xênji wê yekê, wekî gerek merî haj xeberdana xwe bûna, yanê glîyêd xirab devê êzdîya derneketa usa jî gerek rojêd sêrêmonîyê: syarkirina Taûsê, jin û mêr, qîz û xort bukur bûna.

(dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev