BEDÊLA SOZÊ -1

BEDÊLA SOZÊ -1

Emê çar rojan dû hev beşên gotara nivîskarê malpera me Yekta Uzunoglu çap bikin,

ku bîranînên wî ne ji jîyan û karên wî yên welatparêzîyê li Kurdistanê.

Fermo, îro beşa pêşin bixwînin.

 

Dr. Yekta UZUNOGLU

Sal 1980 ji mehan Tîrmeh bû. Bi rojan siwarî bûn û carna di bin gulebaranan de û carna jî bi tirsa bê ka kîjan eşîr dê bi Pasdarên Îranê re li hev bike û êrîşî me bike, me berê xwe ji rêyên gundan gerand. Di dawiya dawî de me çiya û newal derbas kirin û ber bi Qoturê ve me xwe gihand gundekî nêzî Somayê. Xuya bû ku şêniyên gund dilsozên Sanarê Mamedî ne lê cihekî guncav bû ku wesayîtên Pasdaran bikarin gelek nêz bibin. Heta dikariyan biketina nava gund jî. Û nepêkan bû ev der bi çend korikên li derdora gund ve bihata parastin. Piştî nîqaşên dûvdirêj me biryar da ku hîn bêhtir xwe vekişînin nava herêmên çiyayî. Di vê mijarê de Sanar biryareke di cîh de dabû ku ev herêm wekî kefa destê xwe nas dikir. Em ê biçûna gundê Belqezenê û ev gund di newala li jêra çiya bû. Du rûbarên ku çiya mîna kêrekî şeq dikirin û dîsa digihiştin hev, li vê newalê bi sê çemên din ên çiya şeq dikirin û diherikîn re digihiştin hev.

Hem bi payatî û hem jî bi pêyatî tiştekî gelek zehmet, westîner û talûke bû ku mirov ji serê wan çiyayên bilind xwe berde nava newalê ku her sê çeman mîna kêrekê qelaştibûn. Ne pêkan bû ku Pasdar bi wesayîtên xwe yên bimotor bikarin me bişopînin û xwe bigihînin wir. Jixwe ger bi pêyatî ji çiyayan daketibûna jî wê demê dê biketina ber lûleya tifinga Pêşmerge û şêniyên gund ku her kevirekî wê herêmê nas dikirin. Ev yek jî bo wan wek xwekuştinê bû.

Û em gihîştin Belqezenê. Belqezen bi her sê aliyên xwe yên bi baxçeyên hêşinahiyê, bi avên xwe yên ku di newalên kûr de diherikîn û bi dar û bar bûna xwe ve wek bihûştê bû.

Belqezen gundê Seyîdan bû. Di nava gundên ku min li Rojhilat dîtin ê herî paqij ev bû. Bi rêk û pêkbûna xwe, bi xaniyên ji keviran hatin çêkirin û bi şitlên hêşinahiyan ên heta di navbera kevir û berên li derdora gund de jî hatine çandin re ev der bihûşt bû. Li her malê daşir hebûn ku ji keviran hatibûn çêkirin. Her gav paqij dihiştin û li gorî daşirên gundên din, yên van gelek lûkstir bûn.

Seyîd kesên mêvanperwer bûn, kesên bi aram, rêzgir, hemdem, hevalxweş û ji dil bûn lê xwe ji me hinek dûr digirtin. Wekî ku min piştre jî nas kirin di şer de jî yên herî bi aram, ên ku hesaba her guleyê dikirin, yên di kelecana şer de bi aramî tevdigeriyan û bi her guleya xwe kesek gêr dikir erdî jî her ew bi xwe bûn.

Ez û Sanar bûn mêvanê gire girê Seyîdên li gund. Odeya ku em lê diman biçûk bû lê paqij bû. Bandora dengên rîtmîk ên bi şev û roj ji wan kevirên ku di rûbarên mezin ên 30-40 km’yan dûrî cihê her sê çem digihiştin hev derdiket, ji bo stresa vî şerê mîna dojehê wek dermanî bû.

Ji bo ku Pêşmergeyên birîndar bên dermankirin, ji bo bêhnvedanê, komkirina hêzê, ji bo tevlibûna şervanan, peydakirina çek û cebilxaneyê û agahiyên îstîxbarî, gundê Belqezanê cihê herî guncav û biaram bû… Ji bo vegotina dilnizmî, zîrekî, fedekarî û pisporiya wan Seyîdan a di şer de, dîwarên ziman gelek teng dihatin.

Heval zêde westiya bûn û yek du rojan gelemperiya roja xwe bi xewê derbas kirin lê şenseke min ê wiha jî çênebû. Ji ber ku diviya ez bi birîndaran û şêniyên bi hatina min hesiyan û herikîn wir re eleqedar bûbûma…

Çend rojek piştre hemû kes û her tişt êdî bi ser xwe ve hatin. Plansaziya cih û saetên nobedê, postager, tamîrkirina çek û bêtêlan hat kirin. Ji bo ku li ser şêniyên gund nebe bar, di heman demê de me rêbaza peydakirina erzaqî jî diyar kir. Di vê navberê de min maleke vala ku du odeyên wê hebûn û li ser kevirekî hatibû çêkirin jixwe re girt. Ev der bûbû meskenê şivanan ku li axura li kêlekê dinihêrtin. Şêniyên gund bi xwe dixwestin malên xwe bidin me lê ji ber ku vê yekê barê wan girantir dikir, qebûl kirina vê daxwazê li wan neheqî bû. Du mijar hebûn ku ji bo me dibûn pirsgirêk; yek ji wan cihê mayîna me û ya din jî derxistina birîndaran a li wê devera bilind bû. Lê ji du darên spîndarê darbestek hat çêkirin û li pişt hêstiran ve hatin girêdan. Mîna li welatên berfê, ev darbest wek qol hatin çêkirin û bi vê yekê re ev pirsgirêk jî çareser bû. Mal di her roja xwe de hat paqijkirin, dîwarên wê hatin boyaxkirin û ji bo miayeneyê jî cihek, maseyek û kursiyek hatin peydakirin. Di wê serdemê de ev yek ji bo van herêman tiştekî zêde lûks bû. Gir yek jê ji wan sê avan bû anku ew av bû ku bi xuşînî ji çiyayên ser sînorê di navbera Îran û Tirkiyeyê de diherikî û Kurdistan mîna kêrekî ji hev parçe dikir. Avê gire li hember mîna kêrekê qelaştibû. Paceyeke ‘Miayenexane’ ya min ku ji kerpîçê hatibû çêkirin û herî zêde 50 mîtrokare bû, ji viraz ve li rûbarî dinihêrt. Dengê wê avê di wî ‘şerê man û nemanê de’ ji bo ruhê min wek awazê hêviyê bû. Muzîka afirandina jiyanê ya xwezaya Kurdistana min bû ku hesret û hêviya dîtina wê di temamiya pêvajoya hînbûna xwe de di dilê min de bû…

Mala ku ji odeyên biçûk pêk dihat me wek ‘miayenexane û eywana emeliyatan’ bi kar dianî. Demekî kurt piştre ji gundên li derdorê ji bo alîkariyê, xwendekarên dibistana amadehî hatin cem me. Kursiyek danîn wê odeya têketina malê û nexweşên dihatin jî li gorî rêzê derbas dikirin hundir. Wek pêrgîngehekî bû ku paceyên wê nebûn. Du-sê xwendekarên din jî li derdora wê mala biçûk nobed digirtin. Ev mala biçûk ji bo ewlehiyê li cihekî bêqisur bû lê derketina wî virazî nexweş gelek didan zorê…

Şêniyên gundên li derdorê çawa ku bi hatina min hesiyan, êdî kom bi kom dihatin. Li ser hatina me tenê du roj derbas bûbûn û telefonên destan jî nebûn. Vê jî nîşan dida ku danûstandinên di navbera gel de gelek xurt in. Heta şêniyên nexweş ên ewil di sersibeha roja ku em gihiştibûn wir de hatibûn. Şah têk çûbû, hemû saziyên di serdema wî de hatibûn avakirin rûxandibûn û yên nû jî dê bi salan nehatibûna avakirin. Xelk, ji wan derfetên tenduristiyê yên di serdema Şah de bêpar mabû. Di sersibeha roja ku em gihiştibûn gundê Belqezenê de, min derman dabû jinekê. Bi cil û bergên xwe û bi kesên li derdora xwe ve baş xuya bû ku hevjîna axayê wê herêmê ye. Dermanê min di kêliyê de bandor lê kir. Yek ji sedema ku berê ewqas nexweşan dabûye me jî ev bûyer bû. Hevjînê wê yê axa digot ku beriya niha ji bo tedawiyê birine Ûrmiyeyê lê ew dermanên jê re hatibûne dayîn nexweşiya wê lê girantir kiriye. Ez di carekî de bûbûm bijîşkekî ciwan ê mucîzewî. Ê ma ez ew kes bûm ku min hevjîna axa li ser pêyan baş kiribû ku heta Ûrmiyeyê biribû lê dîsa jî dermanek ji derdê wê re nedîtî bû…

Sanar li tunelên rêya trênê ya Qoturê ji ber bêsexberî, kamdarî û bayên bêdawî nexweş ketibû. Me bi zor û zehmetî ji Qoturê heta Belqezenê anî. Di anînê de hema bêje serê her gavê me bêhn vedida. Û nexweşiya wî jî berdewam dikir. Qasî ku tê bîra min sihên wî adebê girtibû. Rojê du pakêtên cixareyê dikişand û ev yek jî ji hewldanên min ên bo başkirina wî re nedibû alîkar. Ji ber ku ew nexweş ketibû, ji organîzekirina tamîrkirina bêtêlan heta peydakirina çek û cebilxaneyê, ji miayenekirina nexweşan heta dermanan û boyaxkirina muayenexaneyê hemû berpirsyarî ketibû ser milên min…

Di vê navberê de min ew demance û uzîyên Îsralîliyan ku Pêşmergeyan bi kar ne dianîn, dan wan xwendekarên dibistana amadehî. Bavên hemûyan jî li gundên ku jê hatibûn kesên dewlemend, xwedîmal û axa bûn. Ger ne wisa bûya gelo ev dê çawa bikarina li dibistanên bajêran bixwînin? Hemû jî li dibistana kevin a li serê gir li rex hev radizan ku di dema Şah de hatibû çêkirin û ji odeyekê pêk dihat. Bi hev re xwarin çêdikirin an jî bi gotineke rasttir hewl didan hînî çêkirina xwarinê bibin.

Min biryar da ku ji serê sibehê saet ji 8’an heta 12’ê nîvroyê perwerdeyê bidim van ciwanan û naveroka waneyan jî min bi wan re parve kir. Sê saetên destpêkê yên van waneyan li ser ziman, dîrok, civaknasî, wêje û şerê gerîlatiyê bû û saeta din jî li ser tenduristiyê bû. Di waneya tenduristiyê de jî mijarên wek derzî çawa tê danîn, alîkariya destpêkê, awayên mudaxalekirina birînên bixwîn, pêçandina birînan…

Ji van ciwanan kîjanî kengî bixwesta dikariya vegeriya mala xwe. Ev kes bi dilxwazî tev li bûbûn û Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê xwedî hişmendiyekî dogmatik nebû ku zarokên xelkê bi darê zorê li cem xwe bigirta. Di pêvajoya 2 mehan a li Belqezenê de ti ciwanekî hatibû wir ji min veneqetiya. Dema ku em ji wir derketin jî hinek ji wan bi me re hatin. Çêkirina xwarinê û şûştina firaqan a li ser çem, bo wan wek karên herî giran dihatin. Karekî ku ji şer gelek zehmettir û girantir…

Di nava wan ciwanan de yek hebû ku ez bo xwe wek mîna digirtim û bi israr dixwest bibe bijîşk. Û ew kes Dr. Ihsan e ku niha li Brukselê tevî hevjîna xwe pisporê înplatosyona diranan e. Temamiya wan ciwanan cihê xwe di nava tevgera azadiyê ya Kurd de girtin û jiyana xwe ji bo doza welat bexşandin. Ku beşek ji wan kesan niha jî li Îranê di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de bi çalak cih digirin…

Min heta saetên şevê Pêşmergeyên birîndar û şêniyên gund ên ku diviyabû bihatina emeliyatkirin, emeliyat dikirin. Birîna kesên emeliyatkirî min pansûman dikir an jî şêniyên li pêrgîngehê miayene dikirin. Di çend şevên hefteyê de jî beşdarî operasyonan dibûm ku carna heta nîva şevê û carna jî heta sersibehê berdewam dikirin.

Saetên herî zêde keyfa min pêdihat, ew çend saetên ji serê sibehê heta nîvro bûn ku min perwerde dida xwendekaran. Saetên min ên herî biêş jî ew saetên piştî nîvro bûn ku min nexweş derman dikirin. Ne alavên min ên tibbî hebûn û ne jî dermanên hewce. Ez û Sanar li odeyeke ku Seyîdan bo me veqetandibû diman. Li pişta deriye malê jî du Pêşmerge rûdiniştin û heta serê sibehê nobed digirtin. Di navbera xwe de li hev dikirin û her carê yek diçû radiza. Di wê navberê de ew axayê ku hêj di roja destpêkê ya ku em çûbûn gund ji bo miayeneyê hevjîna xwe anîbû (piştre hîn bûm ku axayekî mezin e), rojekî hat ‘miayenexaneyê.’ Heta Sanar jî yek ji wan bû ku ew axa bi rêzdarî silav kir û hewand. Xwendekarên li pêrgîngehê jê xwestin ku mîna hemû nexweşên din ew jî li benda dora xwe bisekine. Lê wî ev yek bo xwe wek ‘kêmxistinek’ hesibandibû. Dema dora wî hat min ew miayene kir lê min jê re got ku ez nikarim jê re bibim alîkar û dermanên nexweşiya wî li gel min nînin. Dema min ev yek jê re got, ma çima ji min re wiha nabêje: “Li gundê min 4 telîsên dermanan hene. Gelo dibe ku ev derman di nav wan de be?” Min jê pirsî; “Dermanên çi?” Wî jî wiha bersivand: “Bijîşk Beg ev derman hevbajêriyên we ji Tirkiyeyê şandin û bi hefteyane li mala min in…” Min li wî mexlûqatê ku simbêlên xwe bi boyaxê reş kiribûn nihêrt û xwe bi zorê girt ku şimaqekî li binê guhê wî nexim… Ji ber tunebûna dermanan min nedikariya ji nexweş û birîndaran re bibim alîkar lewma jî wijdana min di nava êş û azaran de bû lê ev kes (ku piştre hîn bûm DDKD’ê ji bo alîkariya bi birîndaran re bi telîsan derman şandine) bi telîsan dermanan di mala xwe de vedişêre. Û kengî ku nexweş dibe û dibihîze ku dermanê nexweşiya wî li gel min nîne, wê demê ve yekê bi min re parve dike. Me demildest ji nexweşên di rêzê de re got ku bila vegerin mal û gundên xwe û bila rojek piştre werin. Min 3–4 hesp dan amadekirin û ji wî axayî re got; “Wê demê bikeve pêşiya min, em diçin gundê we.” Vê bûyerê û aciziya min a heyî ez wisa bihêrs kiribûm ku dema ‘wî’ axayê rêzadar, simbêl mezin û boyaxkirî ez dîtim ji tirsan dest û lingên wî lerizîn. Wê demê baş hîs kiribû ku mijar ji henekê derketiye…

Piştî rêwingiyekî du-sê saetan a di rêyên çiyayî û bi kevir de ku her gava ku hespên me pêngavek diavêt kevir ji bin lingên wan gêr dibûn, me xwe gihande gund. Vê rêwingiyê em zêde westandin. Ji mal û parêzvanên wî xuya bû ku axayekî ji texmîna min zêdetir dewlemend e. Ew axayê ku simbêlên xwe boyax dikir ka mirovekî çiqas bênamûs be, hevjîna wî jî berevajî wî, jineke Kurd a ewqas nazik, kûbar, bi zerafet, bi esil û arîstokrat bû.

Derman bi telîsan anîn û min jî deriyê wan vekir û lê nihêrt. Di wê kêliyê de ji bo min ev derman mezintirîn diyariya Xwedê bû… Di dawiya dawî de qet nebe êdî dê bikariyam hinek wê êşa nexweşan kêm bikim, ji derdên wan re bibim derman û wan tedawî bikim. Jixwe tekane daxwaz û miraza min a ku ji Parîsê ez ber bi welatê min ve kişandibûm ew bû ku deynê xwe yê ji bo welatê xwe bidim. Ew welat bû yê ku ez dikirim ez…

Axayî derman li hêstirên xwe bar kirin û em bi rê ketin. Gelo dermanên ku DDKD’ê bo me şandin tenê ji wan çar telîsan pêk dihat? Bersiva vê nizanim lê dîsa jî yên heyî jî bo me xenîmeteke Xwedê bûn… Ez naxwazim ti bijîşkek wê êşa min bikişîne ku dema di vî şerê bixwînî de lingê kesekî qut dibe yan jî parçeyeke roketê di lingê kesekî de dimîne û derman nebin ku mirov wê êş û azara di nav de kêm bike. Ew kêlî ji bo min rojên herî biêş, kûr û herî xedar bûn. Dema qêrînên nexweşan ber bi asîman ve bilind dibin tu wan dibihîzî, tu dijî û tu dikarî bibî alîkar jî lê ji ber nebûna dermanan ji destê te tiştek nayê… Di wan şerên xwînî de ew kêliyên ku ez herî zêde êşandîm û hêj îro jî di dilê min de mane, ew rojên zalimane ne…

Di saetên ber bi nîvşevê ve me ew zinar, newal û avên boş derbas kirin û xwe gihand “miayenexane, emeliyatxaneyê.” Bi keyfxweşiya ku ew derman dê di rojên piştre bibin dermanê gelek êş û derdan, ez li odeya ku min nexweş lê derman dikirin bi xew ve çûm. Pêşmerge jî li kuncikekî ku ji xwe re dîtîn rûniştibûn û bi xew ve çûbûn.

Rojek piştre xwendekarekê min bi şertê ku ez nebêjim kesekî, hinek bi dilnazikî û hinek jî bi tirs ji min re got ku li gundeke ku li jora deşta çiya dimîne, binkeyeke tenduristiyê ya di dema Şah de hatiye çêkirin heye û alavên tenduristiyê jî hêj tê de ne. Me vêcarê jî hespên xwe ji bo ku xwe bigihînin wî gundî amade kirin û hewl da wan rêyên asê derbas bikin.

Dema em ber bi jor ve diçûn hespê min ji ber dengê helîkoptera ku ji nişkan ve derketî tirsiya û kevirê di bin lingên wî de tehisî. Ez û hespê xwe bi ser keviran de gêr bûn, min hevsengiya xwe winda kir û ketim. Di wê kêliyê de min bi êşa xwe hîs kir ku ez ketîme ser kevirekî mezin ku di perasûyên min de çûbû. Min xwe rast kir û qêrî li Pêşmergeyan kir ku ji hespên xwe paya nebin. Ji ber ku di wan latên asê de careke din siwarbûna li hespî jî bi tena serê xwe rîskeke mezin bû. Min egala bi navtenga xwe ve hêdî hêdî vekir û bi perasûya xwe ve girê da. Piştre jî hêdî hêdî derketim serê milê. Pêşmergeyekî hevsarê hespê min girtibû û li gel xwe biribû serê milê. Dema em gihiştin serê mile demildest bazdan cem min. Min jê xwest ku şalên xwe derxînin û li ser singê min baş bişidînin. Dema bi şidiyayî dihat girêdan, di dema bêhndayîn û bêhnstandinê de êşa min kêm dibû… Ev jî nîşaneya wê bû ku çend hestiyên min şikestî ne…

 

(dûmayîk heye)

 

Di wêne da: Xanima Yilmaz Guney Fatoş Güney, Kendal Nezan û Abdul Rahman Qasemlo li Parisê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Yekta Uzunoğlu

Yekta Uzunoğlu ango Yekta Geylanî, bijîşk, wergêr, nivîskar, aborînas û peyamnêrê kurd e ku di sala 1953an de li Farqîna Dîyarbekirê hatiye dinyayê. Di salên 1983 - 1988 avakar û rêveberiya Enstîtûya Kurdî ya Bonnê kiriye. Li Pragê, li Komara Çekya dijî. Bi tevahî 40 pirtûk nivîsîne, wergerandine û weşandiye.

Qeydên dişibine hev