Rexne, gazind, dijûn û buxtan

Rexne, gazind, dijûn û buxtan

Fuat Önen

Rexne: Ji bo rastî an şaşîtîya kes, mijar an berhemekê nirxandina piralî ye. Ango rexne tenê şaşîyan nîşan nade, rastiyan jî nîşan dide. Gelek cûreyên rexne û rexnegirîyê hene.

Her civat li gor xwe xwedî çandeke rexneyê ye.

Li Kurdistanê çanda rexneyê xurt e. Di serdema berî modernîteyê de çandeke me ya rexne û rexnegirîyê ya xwezayî hebû. Ev yek hem di berhemên nivîskî û hem jî di yên devkî de bi gelek cûreyan tê dîtin. Di medreseyan de, di civatan (odeyan) de, di sitranan de rexneyên erênî û neyinî bi zimanekî edebî xwe nîşan dide. Ango civata me ne dûrî çanda rexneyê ye.

Bi modernîteya dagirker ve tarzeke rexneyê ya dûrî nirxên civata me bû serdest. Di lîteratûra me ya salên 70yî de navê vê tarzê “rexne û xwerexnekirin” bû. Di eslê xwe de rexne û xwerexnekirin yek ji alavê herî girîng yê gihandina rastîyê ye. Lê di nav qorên xwende yên wê serdemê de bûbû alava xwe li ser yê din ferzkirinê. Rexne ji nirxandinê û bi hev re li gerîna rastîyê dûr ketibû û bûbû alaveke hicûmî. Jixwe rexnelixwegirtin hatibû jibîrkirin.

Ev teşeyê rexnegirîyê, mixabin hîn jî di nav xwendeyên Kurdistanê de teşeyê serdest e.

Bi sedem ku rexne fahmkirin û nîşandayîna kes, mijar an berhemekê ji xwe re dike armanc, divê rexne şênber (konkret, somût) be. Kes, mijar an berhem wek ku heye bête pejirandin û li gor wê bê nirxandin. Ger tu, mijar, kes an berhemekê li gor fahmê xwe biguherînî û dûre rexne bikî êdî ev ne rexne lê buxtan e. 

Buxtan: Buxtan jî ew e gava ku tîştekî di kes, mijar an berhemekê de tune be lê dûre tiştekî lê barkirî bihesibînî û wek ku ew di kes, mijar an berhemê de hebe û wisa bê rexnekirin e.

Mixabin di nav xwendeyên me de sînorê rexne û buxtanan jî şolî bûye û mixabin di ser înternet û bi taybet di medyaya civakî de buxtan û dijûnan cîyê rexneyê girtiye. Ji ber şênberîya rexneyê ger kesek, mijarek, berhemek bê rexnekirin divê navnîşan zelal be. Ji nivîs, berhem an gotinên muxatab jêgir (alinti) were kirin.

Bi taybetî ger ev rexneyeke navxweyî be divê mirov ji buxtan û dijûnan dûr bisekine. Wek ku gelek caran tînim zimên, kêşeya me ne pirbûna rexneyan e. Berovacî wê kêmbûna rexneyan e. Rastî ne di jêrkontrola tu kes, partî, grûp an hêzekê de ye. Bi ilm û xebat û rexneyan mirov dikare bigihêje rastîyê an nêzîkî wê bibe. Her gotin, nivîs, bername, analîz divê ji rexneyan re vekirî be û xwediyên wan bi erênî pêşwazî li rexneyan bike.

Li Bakurê Kurdistanê tevlibûna hilbijartinên Tirkîyeyê şaş e.

Bi salan e em dibêjin wacibê sîyaseta kurdistanî, li Kurdistanê têkbirina hemû dam, dezgeh û mekanîzmayên dewleta dagirker e. Bi têkbirina dezgeh û mekanîzmayên dagirker em dikarin li ser axa xwe bi dewlet bin. Perçakî vê hişmendîyê ye ku em li Bakurê Kurdistanê tevlibûna hilbijartinên Tirkîyeyê şaş dibînin û dibêjin tevlibûna hilbijartinan meşrûîyetê dide dagirkerîyê, dibe sedema ji nû ve afirandina rizamendîyê di nav girseyan de.

Jixwe hilbijartin ji bo dewletan alavê nûjenkirina meşrûîyetê ye û di ser hilbijartinan re hewl didin ku rizamendîyeke sexte biafirînin. Îcar hilbijartinên dewletên dagirker li Kurdistanê mekanîzmayeke dagirker e û divê em wan bêfonksiyon bikin.

Di hevpeyvîneke li ser Çarpel Medyayê de min ev fikirên xwe anî zimên û min navê partîyên ji derveyî HDPyê (navên PAK, PSK, HAK-PARê) jî da û sîyaseta wan a beşdarbûna hilbijartinên Tirkîyeyê rexne kir.

Hin rêveberên PAKê di heman demê de bertek nîşan dan. Ev rexne weke neheqî û fahmnekirina helwesta PAKê hat nirxandin. Helbet berteknîşandan jî, rexne jî mafê wan e. Lê mijara me ne nirxandina PAKê bû. Mijar demokrasîya Tirkiye tarzên sîyasetê (serxwebûnxwazî, federalîxwazî) û hilbijartin bû. Min jî tenê ev alîyê PAKê nirxand. Bersîva vê rexneyê divê ne ew be ku hûn bêjin te neheqî û bêwîcdanî li PAKê kiriye. PAK beşdarbûna hilbijartinên Tirkiye rast dibîne, beşdar dibe, ji bo hilbijartinan li tifaqên kurdistanî digere. Min tu bêbextî li PAKê nekiriye. Hûn jî beşdarbûna hilbijartinên Tirkiye biparêzin û helwêsta min ya derheq hilbijartinan de rexne bikin. Hûn çima rexnekirinê ji rê derdixin? Hûn jî zanin ku bi salan e ez xwedîyê vê helwestê me û di vê mijarê de em wek hev nafikirin.

Ew nîqaş li wir ma û ji bo min qedîyabû. Lê îro Serokê PAKê nameyeke navnîşan nediyar nivîsîye. Têde qala HIN KESAN dike û wan “rexne” dike. Bêyî ku bêje ew hin kes kî ne û li kuderê çi gotinin an nivîsînin. Hin hevalan ew name xwendine û difikirin ku muxatabê wê nameyê ez im. Min nivîsara Serokê PAKê xwend. Lê a rastî nizanim muxatabê wê nivîsê ez im an na. Hin beşên wê dişibin rexneyên hevalên PAKê yên di dema weşana zindî de. Lê tu eleqeya wan rexneyan bi gotin û nivîsarên min tune ye. Ji xwe ketina hilbijartinan nîqaş nake. Bersîva kê dide jî nizanim. Dibe ku ji ber bertekên hevalên xwe, bêyî ku navê min bide gotinên min kiribe hedef ji xwe re.

Divê ku mirov ji nezaketa siyasî tu carî dur nekeve.

Lê ev ne uslûbeke baş e, kê bêwîcdanî li te/we kiribe eşkere bikin. Û bizanibin ku bêwîcdanîya mezin buxtan e. Yên ku min nas dikin û dişopînin dizanin ku ez ji gengeşîyên şexsî û polemîkên nekêrhatî dûr disekinim. Ji bo her kurdistanîyekî û bi taybet ji bo terefên sîyasî yên kurd bi hişmendîya hiqûqa bi hev re jîyanê tevdigerim. Û ne niha tenê ev 50 sal e wer tevdigerim.

Gotinên min, nivîsên min, kiryarên min li holê ne û ji rexneyên her kurdekî re vekirî ne. Derheq her kêşeya Şoreşa Kurdistanê de xwedî gotin im û we ji bo rexneyan vedixwînim.

Lê heke ku hûn dê hişmendîya min rexne nekin û bertekên ajîtasyonî û dijûnan bidin, ji min dûr, lê nêzî xwe bin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev