DERYA WANÊ LI FEZAYÊ BÛ YEKEMÎN

DERYA WANÊ LI FEZAYÊ BÛ YEKEMÎN

Li Miletê Kurd sed car pîroz û bimbarek be

Dilbirînê Deşta Mûşê

 

Ev pêşbirk ji aliyê Nasa yê ve li New Yorkê pêkhat. Derya Wanê di dinyayê da bû yekemîn…

Pisîka Wanê xelat hate dayîn.

 

Wêneyê Derya Wanê ji aliyê astronot ,,Kate Rubins” di 12 Êlûn 2016an de li fezayê hatibû tomarkirinê.

 

Lê wêneyê ku astronot ,,Dont Pettit” di sala 2012an da yê kita Amerîka yê ku li ser tevgera stêrkan tomar kiribû, ew jî di pêşbirkê da bû wêneyê duyemîn. Di pêşbirkê da wêneyê derya Wanê û ê kita NYA herdû mabûn fînalê.

 

Wêneyê Derya Wanê di nav 32 wêneyên dinyayê da ji 930 hazarî zêdetir dengan wergirt û bû wêneyê yekemîn.

 

Pêşbirk di 8ê Adarê de li ser vê Înternetê pêk hatibû. Pêşbirk bi saeta Amerîka saet di 12an de bi dawî bû. Wêneyê Derya Wanê ji %94ê dengan wergirti bû û bibû wêneyê yekemîn.

 

Tirka û medya xwe bi vê mizgîna xêrê îftîxar kirin. Eger ku nûçeyên welatê me qenc û xweş bin, serbilindî, dilşadî û îftixara wan e. Lê mixabin eger ku nûçe nexweş û ne hêja bin, dibêjin ev “kêmasî û şerma Kurdan e”.

 

Bêşik, eva jî ji bêdadî û durûtîya wan e. Ji ber ku gotinek heye dibêjin:

“Eger ku tu ji gulê hez bikî, divê tu bi strîyên wê jî qayîl bibî…”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev