BEDÊLA SOZÊ -4

BEDÊLA SOZÊ -4

Em çar rojan dû hev beşên gotara nivîskarê malpera me Yekta Uzunoglu çap dikin,

ku bîranînên wî ne ji jîyan û karên wî yên welatparêzîyê li Kurdistanê.

Fermo, îro beşa çaran, a dawî bixwînin.

 

Dr. Yekta UZUNOGLU 

Lêbelê dema em li Çekoslovakyayê me hev du çawa rexne dikir? Bi tehemûl, bi hezkirin û bi rêzgirî. Ji ber ku di dawiya dawî de em du nifş bûn ku mirovên heman dozê bûn… Di hevdîtina me de hevjîna wî Helena jî li cem me bû. Min hêj ji sala 1973’yan ve Helena nas dikir. Mala wan a li Pragê bi qasî sed mîtroyan ji wargeha me ya xwendekaran dûr bû. Dema Dr. Qasimlo diçû derveyî welat, ez wek endamekî malbatê diçûm malê, min jê dipirsî bê ka hewcedariya wan bi tiştekî heye yan na. Û 4-5 meh beriya ku derbasî Îranê bibim û wê demê hêj li Parîsê bûm, hema hema her hefteyê teqez diçûm cem wan. Ji wan re çi tişt pêwîst bikira min dikir û heta carna ger hewcehî bi qutandina bizmarekî jî hebûya min ew bizmar diquta û wisa derdiketim… Lê piştî ku ji Îranê vegeriyayîm Parîsê, ne pereyeke ku ez bikarim bidim metroyê di berîka min de hebû û ne jî nasnameya min. Û dema min hewl dida xwe ji nava wan pirsgirêkan ku ez xistibûmê xelas bikim û nefetisim, bivê-nevê min ew jî hinek paşguh kiribûn. Lê bêguman Kendal ne wisa bû. Wê demê nûnerê PDK-Î yê Ewropayê bû û ji ber ‘kar’ jî mabe neçar bû ku bi wan re li hev bikira û xwe şirîn nîşan bida. Ew dinyayek bû ku ji bo têkiliyên şexsî her tişt wek amûrek dihat bikaranîn… Di dîroka şaristaniya Fransayê de bi dehan qral hene û di dinyaya wan a “rûpoş” a dewlemend de wî kesî ev rûpoş bi serfirazî li ser xwe digerand. Karekî zehmet bû ku em bikarin di şaristaniya Fransayê de rûpoşa wî behremendê ‘sergewre’ (ku ji 19 saliya xwe ve min nas dikir) bibînin ku carna li ber çerxên xedar ên komunîzmê ji bo doza xwe li gel me bû, carna tenê ji bo jiyanê têdikoşiya û yê ku em xistin refa dijminê li hemberî me!

Di civînê de li hemberî kesekî, sê kes hebûn. Lê qaşo em hemû jî şervanên heman dozê bûn… Di dema şerê Îran-Iraqê de alîkariyên bêsînor ên ku Îranê di nava tefsiya zêr de dida Kurdên Iraqê û Iraqê jî dida Kurdên Îranê, ji nava rêxistinên Kurdan derbasî hundirê Partiya Demokrat a Kurdistanê jî bûbû. Li şûna ku em li ser têkbirina ‘Birakujiyê’ rawestîn û li ser rê û rêbazên van firsendên dîrokî nîqaş bikin, li şûna ku em li ser mijara bi zanebûn an jî ne bi zanebûn dûrxistina kurê pêşengê efsanewî yê Kurd Simko yê bi navê Tahir Xan û şexsiyetên mîna wî ya ji nava PDK-Î’yê biaxivîn û sedemên wê nîqaş bikin, li cihê ku em cuntaya 12’ê Îlonê ya li Tirkiyeyê, firsendên ku bo me derketin holê û têkiliyên xwe yên bi Sovyetan re nîqaş bikin û di demekî ku jiyana bi sedan-bi hezaran welatparêzên ji ber cuntayê reviyane nediyar de, wan her tişt dabû aliyekî û bala xwe dabûn ser sedema ku bê ka me pereyê miayeneyê ji gundiyan standiye yan na! Gelo ma mirov dikare kêmasiyekî di serkeftîbûna kesê ev senaryo amadekirî de bibîne?

Di vê navberê de Kendal li min vegeriya û got: “Baş e. Tê gotin ku dema tu li Îranê te ji gundî û Pêşmergeyan pereyê tedawiyê stendiye.” Dema min ev gotin bihîstî wê demê min fêm kir bê ka ev bi hefteyane çima mirovên min ên resen, hevalên min ên herî nêz di carekî de ji min sar bûne, navbera xwe vekirî ne û ji hêlekî ve ji min nefret dikin. Min sedema birîna wê xencera ku dê di temamiya jiyana min de ti carî nekewe wê demê zanî, hîs kir û heta ku bijîm jî dê her hîs bikim. Tişta ku jê re dibêjin qedera zalim, bawerim divê ev be!

Min got; “Min ti carî ji gundiyan pere nestandiye. Yê ku vê yekê hêjayî min dibîne bênamûse!” Min xwest berdewam bikim…

Dema Kendal pirsa “Wê demê te ji kê standin?” kir min wiha bersiv da: “Min ti carî ji gundiyan pere nestandin. Min jiyana xwe xist xetereyê û ji bo alîkariya bi gelê xwe re çûm wê derê.” Li ser vê gotina min ma bo çi nabêje; “Erê te bi xwe jê nestandin lê bi destê wan xwendekarên dibistana amadehî te jê standin.”… Min jî bi berdewamî got; “Min pê dan standin lê me tenê ji dewlemendan pere wergirt da ku bikarin dermanan pê bikirîn.” Li ser gotina min wekî ku tinazên xwe bi min bike got; “Baş e dema tu bi wî pereyî diçûy bajêr, te bi wan pereyan derman dikirîn an wekî ku bazirganiyê bikî te ji hinek kesan re dişand? Di demekî ku ketin û derketina bajêran ewqas di bin kontrolê de…”

Gelo ma pêkan bû ez wan pirsên nehêja ku mîna mîtralyozê diketin ruhê min û birînên xedar tê de vedikirin bibersivînim?… Min îhtîsasa xwe ya li Parîsê terikand û ji bo gelê xwe ketibûm rêya mirinê lê niha bi pereyê ku min ji gundiyan standibû dihatim sûcdarkirin… Lê min li Belqezenê sozek dabû wî egîdê Kurd! Gelo dê min ew soz çawa binpê bikira?

Piştî ku Pêşmergeyên me ji wê herêmê derketîn, Pasdarên Îranê li vê herêmê serwer bûbûn. Û agahî dihatin ku her kes giliyê hev dike. Ne pêkan bû ku min soza xwe binpê kiribûya û navê wî kesî gotibûya. Gelo ma kê dê bizaniya ku piştî gotina min haya biraziyê Sanar ê li Parîsê û kurê wî yê li Almanyayê ji vê bûyerê dê çênebe û vê agahiyê negihijîne Îranê? Heke ev îxtîmal nebûna jî min dê ev gotin bi wan re parve nekiribûya. Ji ber ku soz rûmeta mirovan e! Ev doktrîna me ya exlaqî û sincî ye…

Ne tiştekî zehmet bû ku mirov texmîn neke ev agahî birazayê Sanar ê li Parîsê dijiya û li ser navê Sanar ji derdorên nêzî Şah para dixwestin bi Kendal re parve kirine. Îxtîmaleke mezine ku ev agahî jî kurê Sanar ê li Almanyayê dijiya, dihat Parîsê û li ser têkiliyên pismamê xwe li dîasporayê ji Şahiyan pere kom dikirin dabû wan.

Erê baş e çima Kendal agahiyeke wiha ji van kesan dibihîze? Çima hewce nabîne vê mijarê bi min re parve bike, tîne civînê û dike mijara sereke?

Mînak; wî jî hîs kiribû ku ez ê ji wî bipirsima bê ka roja ez çûyîm Rojhilat ew, birêz M.E. Borzarslan û Kurdekî Îranî yê bi navê Huseynî çima û çend caran alîkariya madî ji Qedafî xwestine, çend caran çûne ba wî, heke ‘alîkarî’ wergirtibin gelo çi bi van alîkariya bûye û hwd. ji wî bikim. Xuya bû ku dê di bersivandina van pirsan de gelek tengav bûbûya lewma ev mijara me ya standin an jî nestandina pereyan a ji gundiyan kiribû mijara sereke ya civînê!

Tevî vê yekê jî min teqez ji wan re behs nedikir bê ka min derman çawa kirîne û ev plan bi kê re kiriye. Min sozek dabû! Ez li Parîsê bûm lê ew egîdê Kurd hêj jî li Kurdistanê dijiya ku di vê mijarê de ji min re bûbû alîkar û jiyana xwe xistibû talûkeyê!

Min qala mijarê ji wan re nekir û min tenê got ku soza min ji bo wî mirovî heye. Lê xwestin vê helwesta min weke ku li sûcê xwe mikûr hatibim nîşan bidin. Di wê kêliyê de Dr. Qasimlo wek ku lîstika heyî ferq kiribe li min vegeriya û got; “Bijîşk tu ne kesekî siyasî yî…” Li ser vê gotinê min nekarî xwe bigirim û min bi dengekî hêrs got: “Bijîşk heke ev siyaset be lanet li wê siyasetê be. Jixwe min ti carî nexwestiye bibim xwedî siyasetekd wiha!” Ya rast jî ew bû. Her çiqas temamiya jiyana min di nava tevgera Kurd de derbas bibe jî, ez ti carî nebûm endamê rêxistinekî siyasî… Ji bilî Yekitiya Xwendekarên Kurd ên Ewropayê, Xaça Sor a Kurd û Enîstîtûya Kurdî. Jixwe ev jî saziyên siyasî nînin.

Bi bandora tiştên ku min bi hefteyan li welatên cuda jiya bûn li Dr. Qasimlo vegeriyam û min got: “Erê baş e mamoste, ez ji Parîsê rabûm û min berê xwe da wan çiyayan. Carna min bijîşktî kir, carna mamostetî, carna min karên rêxistiniyê kir û carna jî bûm şervan. Wisa bifikire ku min ji gundiyan re gotiye heke hûn pereyê xwe nedin ez we derman nakim û ji ber xwîna we ya zêde diçe hûnê bimirin. Baş e wê demê birayê we yê li Ûrmiyeyê çima nehat şûna min û ji min re negot vegere Parîsê. Di demekî ku xelkê wî tê qetilkirin de, ew çima li miayenexaneya xwe ji Faris û Azeriyên dewlemend re bijîşkiyê dike. Û bi wan pereyê ku qezenc dike re tevî malbata xwe li xwaringehên lûks ên li derdora gola Ûrmiyeyê xerc dike… Ya mirovê te yê nêz û endamê desteya rêveberiyê yê partiye Dr. H. Şatawî ku li Almanyayê dijî. Em jî beşdarî civîna wî bûn ku bijîşkên li Ewropayê vexwendibûn. Û li wir soz da ku heke ez biçim Kurdistanê dê ew jî li pey me werin welat. Çima ne ew û ne jî ti kesekê din ê li wir nehatin?” Li ser van gotinên min hinek sekinî, hewl da min hinek aram bike û mijarê hinek sivik bike lê êdî jê derketibû. Ew kesê ku em mîna dijminan anîbûn beramberî hev û ji ber serkeftina lîstika xwe zêde keyfxweş, ev keyfxweşiya xwe bi şêweyê xwe yê pêzanîn dijiya. Ne serdanên Kendal ên li Lîbyayê, ne mijara bi kar anîna firsenda dîrokî û derbas bûna Kurdistaniyên welatparêz ên li Ewropayê ya ber bi Rojhilat ve, ne derbasbûna bi hezaran welatparêzan Kurd (Mehdî Zana jî di nav de) a piştî darbeya 12’ê Îlonê ya ji Tirkiyeyê ber bi Rojhilat ve ku girtina wan li ser pilê bû, ne bi kar anîna wan a wir wek baregeheke xwe bi rêxistin kirinê, ne rageşiya di navbera kurmanc-soranan de ku rê li ber parçebûnê vedikir û ne jî hewldana ku em hemû li wir têkoşînê bi hev re bimeşînin… Êdî hewayekî wisa nema bû ku ev mijar bên axaftin. Jixwe ya ku dihat xwestin jî ev bû… Ez û Dr. Qasimlo wek du fîguran bûn ku di lîstikekê de berê me dabû hev. Di wê serdema dîrokî de felekê şensê ku dê qedera gelê me diyar bikira di nava tefsiya zêr de didanî pêşiya me lê ev şens hatibû telefkirin. Piştî ku “civîn” bi dawî bû û me ji hev xatir dixwest, Dr. Qasimlo wekî ku lîstika heyî ferq kiribe, ji her carê bêhtir ez bi dilgermî hembêz kirim. Bi nêrîna xwe, bi îşaret û mîmîkên xwe wî jî ev rastî anî ziman lê tiştekî ku bikare bike êdî nemabû…

Piştî vê bûyerê êdî wateyeke mayîna min a li Parîsê nemabû. Bo min agahî hat ku li Fransayê pisporek ji bo sekinandina ulsera mîde û danzdehgehê dixebite. Çi tiştekî rasthatî bû ku ew bijîşk li bajarê Toursê bû anku dema ez di sala 1971’an de hatim Fransayê, li ser pêşniyara Mîr Kamûran Bedirxan tenê ji bo hînbûna zimanê Fransî çûbûm wî bajarî. Ji ewil min mala xwe bire wir, piştre li wargehekî mam û herî dawî jî min bo xwe malek girt. Her wiha bi hevalê xwe yê hêja Cemal Budak re ku kurxalê Kendal e, min heta demekî hevaltiya malê kir. Ez hem diçûm xebatên lêkolînê û hem jî min hewl dida Fransiya xwe pêş bixim. Newroz hat. Em çûn pîrozbahiya Newroza Parîsê. Yek ji beşdarvanên Newrozê Mîr Kamûran Bedirxan bû ku ji bo Newroza yekemîn a di sala 1971’an bi şev û roj kedeke mezin dabû, yek ez û yek jî Mîr Tehsîn Beg bû ku hefteya din wefat kir. Lê deh sal piştî wê Newrozê anku di Newroza sala 1981’an de ez bûbûm mirovê ku her kes jê dûr diket… Heta xizmên min ên herî nêz jî dibêjî qey ji bo ku silav nedin min û em rastî hev neyên xwe vedişartin. Erê rast e her çiqas bizanebûn nebe jî serdana Lîbyayê ya Şef jî di nav de, haya min ji gelek tiştên qedexe çêbûbû, min zanîbûn, jiya bûn, bûbûm tawanbar û hatibûm aforozkirin…

Bi vî halê hazir ê aforozbûyî re min fêm kir ku nikarim li Fransayê bimînim.

Tevî hemû xetereyan jî rojekî ez bi rêyên qaçax derbasî Almanyayê bûm ku min ev welat qet nas nedikir. Rojekî li Parka Rheinau ya li jêra Parlamentoya Federal a Bonnê razam, rojekî li parkên taxên cuda. Ev yek heta roja ku parlamenterê Alman Klaus Thüsing (ku min afîşên wî li parke dîtibûn) tevî ku nasnameya min nebû jî li meclise ez qebûl kirim, berdewam kir. Sekreterê wî li hemberî hêzên ewlekariyê bi kefaletê ez heta odeya wî birim û piştre alîkariyekî qismî ya dewletê jî dan. Hevalê min ê qedîm Dr. Kazim Taş çawa ku ji rewşa min agahdar dibe, bi çend sed markan re alîkarî da min. Ez bi mehan di odeyeke bêpace de mam ku ji bo kesên nû ji girtîgehê hatine berdan tên dayîn.

Heta ku min xwe bi xwe çend hevalên Alman nas kirin, ev rewşa min bi vî rengî berdewam kir…

Êdî sala 2015’an bû û serdemekî modern ketibû nava jiyana me ku bi saya Facebook, WhatsApp û Înstagramê mirovên bi hezaran kîlometreyan ji hev dûr gihiştibûn hev.

Şevekê dema ku min li mala xwe ya li qada daristanî ya li nêzî Pragê gotarek dinivîsand, li ser Messengerê li pey hev ji min re peyam hatin. Digot; “Bijîşk tu dizanî bê ka ez kî me?” Min got ku ez nizanim û ger zehmet nebe xwe bide naskirin. Got; “Ez kurê wî kesê li Belqezenê we naskirî û bi motosîklêta xwe ji Salmasê bo we bi rêyên qaçax derman peyda dikirin im. Ez Tohîd Samanî kurê Naîb Samanî me.” Li ser van gotinan ez di cihê xwe de cemidî bûm… “Dema hûn li Belqezenê ez hêj ji dayik nebûbûm. Lê bavê min her tim qala we, egîdiya we, mirovatiya we û wêrektiya we dikir. Em bi van serpêhatiyan mezin bûn.” Piştî van gotinan, wekî yên me dibêjin xwîna min cemidî bû. Di wê kêliyê de li rexekî ew êşa ku min ji ber soza ku di sala 1980’an de li Belqezenê dabû û bi salan min bedela wê ya giran dida, li rexa din jî ew keyfxweşiya ku dengê kurê wî egîdî dida min hebû ku li bin guhê hev ketibûn… Piştî ku min xwe hinek komî ser hev kir, me axaftina xwe bideng berdewam kir. Hêj di destpêka axaftinê de wek ku li gel kurê xwe biaxivim, axaftina wî bo min ji dil hat… Dema ku piştre got dixwaze bavê xwe jî tev li vê axaftinê bike, wê demê ez firiyam gerstêrkeke din… Em her sê ketin nava sihbeteke dûvdirêj. Lê di dawiya dawî de gotin hat ser wê soza di navbera min û wî de. Ji ber ku min sirra di navbera me de ji kesekî re negotibû, spasî kir. Heta haya wî jê çêbûbû ku kurê Sanarê Mamedî ku fermandarê Pêşmergeyan bû, bi dilxwazî xwe rasdest kiribû û li xwe mikûr hatibû. Yê ku ew talûkeyên jiyanî jiyayîn û di dawiya dawî de tevî malbata xwe di nava agir de mayî ew bi xwe bû…

Bi Tohîd Samanî re

Tohîd par ji bo dîtina Mamo’yê xwe anku min hat Pragê. Li Osloyê dijî û birayê wî yê din Şehram Samanî jî li Brukselê dijî. Xwişkeke wan li Kanadayê û ya din anku Mîna Samanî jî li Osloyê dijî… Û dîsa ji bo ku wê kêliya em bi bavê wan re bûn dîsa parve bike, em li ser telefonê axivîn. Bi wan nirxên ku mirovan dike mirov, em keniyan, ji hev têr bûn û bi hev re giriyan…

8’ê Çileya 2019’an saetên ber bi êvarê ve bû. Şehram ji Brukselê li min geriya. Got; “Mamo birayê me Bahram li Stenbolê bi pasaporteke Slovenan re xwest li ser bajarê Kosîce yê Slovakyayê wek transît derbasî Brukselê bibe. Lê gumana wan jê çêbûye û li eywana transîtê kontrol kirine. Li wir tespît kirine ku pasaporta wî sexte ye û dê sibê saet di 08:00’an de paşve bişînin Stenbolê. Polîsên li Stenbolê jî dê wî rêbikin Tehranê. Dibe ku zûka dibe ku jî li Tirkiyeyê ji ber sûcê ‘sextekariya di ewraqan de’ bê darizandin û cezakirin. Dema cezayê wî xelas dibe jî dê radestî Îranê bikin…” Dîsa di jiyana me de ji ber bedela nasnameya xwe em kêliyekî ku qet ne li bendê bûn, şoqeke din dijîn. Ev tenê yek ji wan bû.

Min demildest bi Slovakyayê re peywendî danîn. Erê agahî rast bû û dê di danê sibehê de bi balafirê bişandina Stenbolê. Biryar teqez bû û ji bo guherandina biryarê jî êdî dem derbas bûbû. Ji ber ku saetên xebatê xelas bûbûn… Aha diviyabû ev yek ji min re nehatibûya gotin… Pêşbirka min a li ser telefon û du komputeran a ji bo xelaskirina jiyana zarokê wî mirovê egîd ku bo gelê xwe jiyana xwe xistibû talûkeyê dest pê kiribû. Ev yek heta serê sibehê berdewam kir… Bi înada Kurdan min digot an ez an jî hûn… Di nîva şevê saet di 02:00’an de ji hişyarkirina Parlamenterên Ewropayê ya ji xewê bigire heta Washingtonê, ji Serokê Parlamentoya Slovak bigire heta Serokomar û gelek kesên din… Û welhasilî kelam veguhestina wî hat sekinandin û li balafira ku diviyabû saet di 08:00’an de lê bihata siwarkirin, nehat siwarkirin. Lê di roja duyemîn de piştî nîvro diviyabû di nava 48 saetan de bihate darizandin û li gorî biryarê tevbigeriyan. Û vêcarê jî qonaxa duyemîn a pêşbirkê dest pê kir. Piştî maratoneke ku 72 saetan ajot, di dawiya dawî de dadgehê biryar da ku neyê şandin. Di nava wan 72 saetan de di dehan weşanan de nivîs hatin weşandin, seferberiya hevpeyvînên bi televîzyonan re çêbû, rêxistinên mafên mirovan, parêzer, siyasetmedar, dîplomat… Belê, maratoneke ku 72 saetan berdewam kir û di dawiya dawî de rizgarkirina kurê wî mirovê egîd. Heta agahiya rizgarkirina kurê wî min dayê, bi hestiyariya bavekî ji Îranê li ser hev digeriya. Piştî ku min ew keyfxweşî bi wî egîdî re parve kir, ji ber ku reha dilê min xitimî bû, ez rakirim nexweşxaneyê. Ji bo vekirina vê rehê mudaxaleyeke ku 5 saetan berdewam kir çêbû. Dikarim bibêjim ku ez mirim û dîsa sax bûm…

Li ser xaka me ya ku zilm û komkujî lê serwer e, ji bo ku ziyan negihije egîdekî welatparêz û malbata wî, tevî ku “kesên herî nêzî min” li paytexta çandî ya şaristaniya Ewropayê Parîsê bedelekî giran bi min dabe jiyandin jî, ez bi soza ku min dabû wî egîdî re dilsoz mam. Ev çîroka kin lê xwîner westandî, serpêhatiya vê dilsoziyê ye. ÊDÎ JI VIR Û ŞÛNDE HER TIŞTÎ BO WIJDANA XWÎNERAN DIHÊLIM…

*Dr. Qasimlo winda nekir û nebû xayîn, ne jî bi ser ket ku bibe qehreman!

Dr. Qasimlo wê demê li Ewropayê di wan rêyên bi mij ên dîplomatîk de ku digot qey nas dike, bi Kendal re meşiya.

Û ew bi gulleyên “dîplomasiya tarî ku hêj jî nehatiye ronîkirin” ve bi hovane hat şehîdkirin!

(dawî)

Di wêneyê da: Abdulrehman Qasimlo di xortanîyê da. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Yekta Uzunoğlu

Yekta Uzunoğlu ango Yekta Geylanî, bijîşk, wergêr, nivîskar, aborînas û peyamnêrê kurd e ku di sala 1953an de li Farqîna Dîyarbekirê hatiye dinyayê. Di salên 1983 - 1988 avakar û rêveberiya Enstîtûya Kurdî ya Bonnê kiriye. Li Pragê, li Komara Çekya dijî. Bi tevahî 40 pirtûk nivîsîne, wergerandine û weşandiye.

Qeydên dişibine hev