Kawîs Axa

Kawîs Axa

Îkram Oguz

Miletê ku dîroka xwe bi destê xwe nenivîsandibe, ji koka xwe, ji çand û hunera xwe, heta dem tê ji zimanê xwe jî dûr dikeve.

Dîroka ku nehatibe nivîsandin, herçiqas bi devki derbasî nifşên nû bibe jî, kêm û nîvco dimîne.

Wek mînak; gelek kilam û stran, çîrok û destanên ku ji sedsalan berê pê va hatine stran û vegotin, heta roja îro hatine, lêbelê, di hinekan da nav û cîh, di hinekan da bûyer û naverok guhurîne.

Jiber ku bi devkî derbasî nivşên nû bûne, ji alî şagirtan va ew nav û cîhên jibîrkirî, ji nû va hatine lihev anîn. Lê dîsa jî mirov dikare di nav varyantên jihev cuda da bigere û rastîyê bibîne.

Mixabin hinek tişt jî hene ku ne hatine nivîsandin ne jî bi devkî derbasî nivşên nû bûne.

Wek mînak; jîyana dengbêj û çîrokvanan. 

Gelo jîyana dengbêjên Kurd ên bi nav û deng çiqas tên zanîn?

Ew dengbêjên ku di ser koça wan a dawîyê da hê sed sal derbas nebûne û îro jî hê kilam û stranên wan tên guhdarî kirin, çawa jîyan e?

Ew guhdarvanên ku gotin û buyerên di kilam û stranên dengbêjan da derbas dibin, yekoyek dizanin jî, ji jîyana xwedîyê wan gotinan nehaydar in.

Dengbêj kî ye, li kû bûye, jîyana wî li kûderê derbas bûye û çawa jîyaye, zêde nayê zanîn. Tiştên ku di derbarê dengbêjan da tê zanîn kêm in û ew jî pirrîcaran hevdu nagrin.

 

Wek kok û jîyana Kawîs Axa…

Di çavkanîyekî da tê gotin, ku navê wî Îdrîs Kakewîs e û di sala 1889an da li zozana Carcelî ya li êla Herkiyan jidayik bûye. Navê bavê wî Ehmedê Cemile Herkî, navê dîya wî jî Leyla ye.

Di dema zarokatîya wî da jîyana êlê havînan li zozanan, zivistanan jî li deşta rojhilata Mûsilê, li gundê Şêxan derbas dibûye.

Kawîs Axa, di 10 salîya xwe da bavê xwe, di 13 salîya xwe da jî dîya xwe wenda dike û sêwî dimîne. Mirina dîya wî tesîrek mezin lê dike, tirs û xofa ji sêwîtîyê davêje zimanê wî û tat dibe û peltek diaxife.

Di çavkanîyek din da jî tê gotin, ku ew di dema xortanîya xwe da li hespê xwe sîwar bûye û çûye aş. Di rê da ji ser pişta hespê da ketîye û di sirr û seqema zivistanê da, bi saetan di nav berfê da maye. Piştî wê bûyerê zimanê wi tat bûye. Herçiqas sedem cuda bin jî, tatbûna wî di hemû çavkanîyan da cîh digre.

Wek sedemên tatbûna wî, di derbarê koka wî da jî agahîyên cuda hene, ku dibêjin navê wî Kakewîs, bi eslê xwe jî kurdekî Cihû bûye.

Di derbarê destpêkirina dengbêjîya wî da jî îdiayên cuda cîh digrin. Hinek dibêjin, piştî mirina dîya wî, jinikeka bi navê Fatmayê, ku hevala dîya wî bûye, lê xwedî derdikeve, jê ra kilam û stranan distirê û pê dide fêrkirin. Hinek jî dibêjin, di dema şivantîya xwe da dest bi stranbêjîyê kirîye.

Di derbarê jîyana wî da ji agahîyên bêşikyek jî ew e, ku Kawîs Axa di serhildana Şêx Mehmûd Berzencî da cîh digre, li ser serhildan û mêrxasîya Şêx Mehmûd Berzencî stranek derdixe. Sedem şervanî û stranbêjîya wî, ew ji alî Şêx Mehmûd Berzencî va tê xelatkirin.

Strana wî ya li ser serhildana Şêx Mehmûd Berzencî, di nav hemû berhemên wî da berhemeke sereke ye, kuji wê demê va li seranserê Kurdistanê belav bûye û deng daye.

Kawîs Axa, di salên 1930yî da berê xwe dide Bexdayê û tere li wir dengê xwe li ser megafonê qeyd dike. Gor gotina M. Arif Cizrawî, hunermendê Kurd ê ku cara herî ewil dengê xwe daye qeydkirin Kawîs Axa ye. Lê nivîskar Kurdox jî, dibêje berî Kawîs Axa dengê Elî Merdan li Bexdayê hatîyê qeyd kirin.

Di derbarê xebata wî ya li Radyo ya Bexdayê jî agahîyên jihev cuda tên gotin. Lê ya ku tê zanîn ew e, ku Kawîs Axa di sala 1936an da wefat kirîye. Radyo ya Bexdayê, jî sê sal piştî mirina Kawîs Axa, di sala 1939an da dest bi weşana Kurdî kirîye.

Di derbarê hêjmara stranên Kawîs Axa yên hatine qeydkirî da jî nakokî hene. Lêbelê ew stranên qeydkirî, piştî mirina wî di Radyo ya Bexdayê û di Radyo ya Rewanê da hatine weşandin û bi salan li seranserê Kurdistanê hatine guhdarî kirin.

Kawîs Axa jî wek hemû dengbêjên Kurd, li gelek heremên Kurdistanê gerîya û jîya ye. Ji deşt û zozanên rengîn, ji çiyayên bilind û bi mij û dûman, ji dengê avên çem û kanîyan, ji dengê şalîl û bilbilan îlham girtîye. Bi dengê xwe yê ziz û zelal, bi sewt û awaza xwe ya taybet va, di dilê hemû kurdan da cîhekî mayînde girtîye û di nav gel da wek Bilbilê Kurdistanê hatîye binavkirin.

Piştî şerê cîhanê ya yekemîn li Şaqlawayê bicîh bûye û bi Amîneya Mihemed Şerîf ra zewicîye.

Di meha Şibata sala 1936’an koça xwe ya dawîyê dike û li goristana Hirşim tê veşartin.

Li Şeqlaweyê dibistanek bi navê wî hatîye vekirin û peykerek wî jî li navenda bajar hatîye danîn.

Ji stranên wî yên hatine qeydkirin, hinek ev in: Şêx Mehmûd, Îsmaîl Axa, Şoreeşa Duyem a Barzan, Mîr Binco, Bavê Evdilkerîm û Nayîf, Gelîyê Kaşxanê, Şerê Tirk û Yewnan, Bavê Silê, Xalidê Rizko, Evdilmecîd, Se’dûnê Niho, Avdelê Îsa, Hisnî Walikî, Mîro, Lolo Siwaro û Elî sed car li min Elî.

Ev jî hinek ji miqamên eşq û evînî ên Kawîs Axa ne: Yayo, De Herê, Erebê, Dilber, Lawiko, Yar Kundo, Dotmam, Bêrîvanê, Delal, Te Zanî, Zalimê, Yarê, Bîlmez, Gewrê, Esmer, Sewdalî, Mêvano, Segvano, Lawikê Simûqî û Genc Xelîl.

 

Strana wî ya li ser Serhildana Şêx Mehmûd 

Deloylo deloylo deloylo deloylo deloylo deloylo deloylo, deloylo deloylo delo Şêxê Zirav
Deloylo deloylo, bihare bi serê Silêmanî yê daketim mihelê şeran û wêla,

Li asmana xweş tê girînê teyara, şirqênê metralyoza, ringênê bomba, wirşênê tirumbêla bira gaziyê nobedara…
Belê şad û şihûdê Şêx Mehmûd, kekê Şêx Qadir, bavê Letîf gelek hene,

bi sê denga gazî dike Kerîmê Fetah Beg, gelî egîda hewrro desthelînanekê biken,

ezê çi gawa destê xwe bideme darê cambêzarê, bikujim xelas bikem qewmê kaptan bêla,

deloylo deloylo deloylo, deloylo delo Şêxê mino,

Ezê hindî hewar dikem hewarê turka gele dûre, birano kurd xayîno,
Deloylo deloylo deloylo, şereka qewimî li çiyayê Sûrdaşê li derî dolê,

Hespê Şêx Mehmûd, kekê Şêx Qadir, babê Letîf lawo xurte diket pêkolê.

Şêx Mehmûd bi sê denga gazî diker Kerîmê Fetah we Mesûlê me hemî gelî egîda hewrro desthelînanekê biken,

belê şerê me dige fela namîne li deştê, bila şerê me xweş bibe keyfa kan û bela bikewe çiya û çolê, deloylo deloylo deloylo delo Şêxê mino…
Belê fayde nîye hewar dikem hewarê turka gele dûre, birano kurd xayîno

 

Deloylo deloylo deloylo deloylo deloylo deloylo deloylo, deloylo deloylo delo Şêxê Zirav

deloylo deloylo deloylo, şereka qewimî li çiyayê Sûrdaşê, wa bi bere,

berê sibê pênc hezar eskerê hîndîya û qelereşka berê siba xêra hate sere,

belê şad û şihûdê Şêx Mehmûd, kekê Şêx Qadir, bavê Letîf gelek hene,

bi sê denga gazî dike Kerîmê Fetah Beg, gelê egîda hewrro desthelînanekê biken,

belê çi gawa destê xwe bideme darê cambêzarê bigrim şarê Kerkûkê, şarê Bexdayê, hewarekê bi êxme Londone, deloylo deloylo, deloylo deloylo delo Şêxê mino.

Ezê ewro hewar dikem fayde nîye, hewarê turka dûre, birano kurd xayîno
Deloylo deloylo deloylo, Şêx Mehmûdê minî zerî li çiyayê Sûrdaşê siwar bî û hate xelkanê.

Bejna Şêx Mehmûd kekê Şêx Qadir, bavê Letîf li min binka şînê ruhanê,
Şêx Mehmûd, bi sê denga gazî dike Kerîmê Fetah Beg, gelê egîda hewrro desthelînanekê biken, ewe sê roje wemê asêbûyî li çiyayê Sûrdaşê, dîhar nîye li mera bê wîndadê wanê.
Deloylo deloylo, deloylo deloylo delo Şêxê mino
Belê fayde nîye hewar dikem hewarê turka gele dûr e, birano kurd xayîno

 

Çavkanî:

  1. Wikipedia Kurdi
  2. Mehmet Gültekin: Kawis Axa: Bilbilê Kurdistanê, Basnews
  3. Gotinên stranan.com

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev