”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 39

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 39

Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”Kronolojîya bûyerên sereke yên dîroka kurdan”.

Em îro para wê a duduyan raberî we dikin, beşa pêşin me berî heftêyekê çap kiribû.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Kronolojîya bûyerên sereke yên dîroka kurdan ji demên kevinare hetanî destpêka sedsala XX -2

V. Vertyayev

(Destpêka nivîsê berî demekê çap bû).

Sala 401ê berî Zayînê. Dîrokzan û serleşkerê Yûnanistanê Ksenofon di berhema xwe ya bi navê “Anabazîs” da behsa kardûxan dike (eşîretên mêrxas ji dor û berên rêzaçiyayên Zagrosê). Bi gotina Ksenofon, kardûx tîravêjên bêhempa bûn.

Sala 331ê berî Zayînê. Şerê li rex Gaugamelayê nêzîkî Arbelayê (Erbîlê). Di wî şerî da Aleksanderê Makedonê bi awayekî serketî zora padîşahê Farizistanê Darîyus bir û dewleta Ahemenîdan têk bir, hilweşand.

Sala 280î berî Zayînê. Axên kurdan ketine nava Împêratorîya Selevkîdan ya helenîstan, ku li ser kelefeyên Împêratorîya Aleksanderê Makedonê hate avakirin.

Sala 260î berî Zayînê. Korduena (Kardox) kete nava axa Împêratorîya Romayê

Salên 250î berî Zayînê – 270î ya dewrana me. Beşeke herêma dîrokî ya eşîreta kardoxan – Korduena – dikete nava axa Partî, ku di wan deman da Partî, Împêratorîya Romayê û Ermenîstana kevinare axa xwe dihesibandin.

Sala 226an ya dewrana me. Cara pêşin em rastî navê ”kurd” (”kurdan”) tên – di salnivîsara bingehdarê binemala Sasanîyan Erdeşîr Papakan da.

Salên 359 – 360. Padîşahê Sasanîyan Şapur II bajarên Amîdê û Bezabdê (Cizîrê ) dorpêç kir.

Sala 387an. Beşeke Mesopotamîya Bakur dikeve nava Împêratorîya Sasanîyan. Dînastîayên kurdan yên serbixwe têne avakirin: Bazîkanî, Deysemî, Himdanî.

Sala 637an. Destpêka dagîrkarîyên ereban. Pevçûnên eşîretên ereban û kurdan nêzîkî Hîlwanê.

Sala 651ê. Hilweşîna Împêratorîya farisan ya Sasanîyan. Di rûyê zevtkarîyên xelîf Omerda herêmên kurdan ketine bin destê ereban.

Sala 653an. Serhildana kurdan li Dînewarê.

Sala 685an. Serhildana kurdan li Hîlwanê.

Salên 700 –705an.

Kurd bi awayekî xurt tevî serhildana herîcîyan li Şapûrê ya dijî Xelîfatê dibin.

Sala 702an. Serhildana kurdan li herêma Saburê li Farsê.

Sala 767an. Serhildana kurdan li Hemedanê.

=============================

Rûpelên 20-21

=============================

Ebû Henîf ed-Dînawerî (828 – 896). Li herêma Dînawerê li rohilata Kurdistanê ji diya xwe bûye. Li Îsfahanê, Kufê û Besrayê matemîka, poêzîya (helbestvanî), astronomî û mekanîka xwendîye. Tê hesibandin wek bingehdarê botanîka ereban (xudanê berhema “Kitêba nebatan”). Bi esilê xwe va kurd bû, kitêba derheqa xuliqandina gelê kurd ya bi sernavê ”Ensab el-Ekrad” nivîsîye.

Artêşa Selah-ed-dîn (Eyûbîyan).

Şirovekirin-azirûkirina destnivîsê, sal 1337.

Xelîfata ereban di bin hukumê Saleh-ed-dîn da.

Sedsalên VIII–X. Belabûn aîslamê di nava kurdan da.

Sedsala IX. Axên kurdan dikevine nava axên Xelîfata Bexdayê, ku binemala Bûîdan ya şiîyan hukumdarî lê dike.

Sala 839an. Serhildana kurdan li Mûsilê bi serokatîya Cefer ibn Ferecîs.

Sala 847an. Kitêba derheqa kurdan da a pêşin hate nivîsar. Ebû Henîfe ed-Dînawarî (826 – 896), zanyarê kurd, botanîk û dîrokzan, xudanê salnivîsara ”Xuliqîna kurdan” (”Ensab el-Ekrad”). Niha ew kitêb windabûyî tê hesibandin.

Salên 906 – 907an. Serhildana eşîretên kurdan Celalî û Hezbanî bi serokatîya Muhemed ibn Bîlal li Mûsilê û eşîreta Humeydî li herêma Cebel-Dasin ya dijî Xelîfatê.

Salên 951 – 1174. Hukumdarîya binemala Şaddadîyan li Ermenîstana Rohilatê û Pişkavkazê.

 

Salên 961 – 1015an. Hukumdarîya binemala kurdan Hesenweyhîyan ya ji eşîreta Bazîkanî. Desthikatdarîya Mîr Bedir ibn Hesenweyh belavî ser axên Îrana Rojava û Mesopotamîya Jorîn bû: Dînawarê, Şehrî-zûrê, Kêrmanşahê, Xûzîstanê.

Salên 985 – 1085. Hukumdarîya binemala kurdan ya Merwanîyan li Diyarbekirê.

Şerê bo axê bi Împêratorîya Bîzandî ra.

Sala 1046an. Oguzan (sêlcûkîyan) Kurdistana Başûr-Rohilatê dagir kirin.

Sala 1120. Damezirandina parêzgeha Kurdistanê li Cebelê û Baharê bi serokatîya Suleyman-şah Eyubî.

Sala 1169an. Bingehaa Mîrîtya Erdelan hate danînê.

Sala 1171ê. Bingehdanîna binemala kurdan ya Eyubîyan.

Sala 1174an. Selah-ed-dînê ji binemala Eyubîyan dibe sultanê Misirê û Sûrîyê.

Sala 1187an. Saleh-ed-dîn zora xaçgiran bir û Quds zevt kir.

Sala 1231ê. Destpêka êrîşên mongolan li ser axên kurdan.

Sala 1350î. Êzdîtî bi fermî bû ola Mîrîtîya Botanê.

Sala 1386an. Şerê kurdan bi artêşa Tîmûr ra li rex Amîdonê.

Sala 1399an. Bingeha Mîrîtîya kurdan Soran hate danînê.

Sala 1395 – sedsala XV. Kurdistan kete bin hukumê mongolan.

Sedsalên XV – XVI. Mîrîtîyên nîvserbixwe têne avakirinê bi sazîyên rêvebirinê û bi leşkerên xwe va. Hilweşîna Împêratorîya Tîmûryan, êrîşên eşîretên tirkan Ak-Koyunlu û Kara-Koyunlu ser Kurdistanê. Sazkirina Konfederasyona Ak-Koyunlu bi serokatîya Uzun-Hesen.

Sala 1470î. Kurdistan dikeve di bin hukumê eşîreta Ak-Koyunlu.

=============================

rûpelên 22-23

=============================

Sala 1501ê.

1501 Serketina binemala Sefewîyan li Farizistanê.

Salên 1506 – 1510an. Serhildana êzdîyan bi serokatîya Şîr Şerîm dijî desthilatdarîya Şahê  Sefewîyan Îsmaîl I li Kurdistanê.

23ê tebaxê sala 1514an. Şerê Çaldiranê. Artêşa Osmanîyan zora Sefewîyan bir û dest bi perçekirina Kurdistanê bû di navbera du dewletan da: Farizistanê û Împêratorîya Osmanîyê. Şerên Farizistanê-Tirkîyê. Beşa pir a axên kurdan dikevine di bin hukumê Împêratorîya Osmanîyê.

Salên 1535 – 1536. Sirgûnkirina kurdan ji herêmên ser sînor ber bi herêmên merkezî yên Farizistanê di dema serokatîya Şahê Sefewîyan Tahmasîa I. Mihacirîya kurdan ber bi Azirbêcanê, paşê jî Xorasanê.

Sala 1555an. Li Amasîyayê Peymana Tirkîyê-Îranê hate girêdan, ku gorî şertên wê beşeke pir a Kurdistanê kete nava axa Împêratorîya Osmanîyê, lê Kurdistana Rojhilatê – nava axa Farizistanê.

Salên 1590 – 1616. Dema serokatîkirina Xalo – Xanê Erdelanê

Sala 1597an. Şeref-xan Bîtlîsî berhema xwe a ”Şeref-Name” dinivîse derheqa eşîret û binemalên kurdan yên binavûdeng da. Di vê berhemê da xudanê wê dîdema Mîrîtyên kurdan tîne ber çavan, ku di bin destê Împêratotorîya Osmanîyê da bûn.

Salên 1609 – 1610. Parastina kela Kurdan a Dimdimê, a ku ji hêla Sefewîyan ve hatibû dorpêçkirin. Hewildana damezirandina Mîrîtîya kurdan a serbixwe li Soucbûlakê (Mehabad) bi rêberîya Emîr-xanê ji eşîreta Mukrî.

Sala 1639an. Peymana Zohabê (Qesrî Şîrîn): kişandina sînorên di navbera Împêratorîya Osmanîyê û Farizistanê da.

Sala 1655an. Li Bîtlîsê Ebdil-xanê ji eşîreta Rojkîyan serhildana dijî Împêratorîya Osmanîyê tevradike.

Sala 1695an. Ahmedê Xanî destana “Mem û Zîn” dinivîse.

Sala 1699an. Serhildana Mîr Suleymanê Babê li Başûr-Rojhilata Kurdistanê (Babanê) dijî Împêratorîyayên Farizistanê û Osmanîyê.

Salên 1751 – 1779an. Kerîn-xanê Zend dibe hukumdarê Farizistanê. (Derheqa esil û esasê Kerîm Zend da fikirên cuda-cuda hene: piranîya zanyarên îroyîn dibêjin ku ew lûrî ye, lê di belgeyên arşîvan da ew wek kurd tê binavkirin).

Salên 1756 – 1791an. Xusraw-xanê II serokatî li Erdelana Mezin dike.

Sala 1818an. Mîr Mihemed xwe wek rêberê serbixwe yê Mîrîtîya Soranê îlan dike.

Sala 1821ê. Bedirxan dibe Mîrê Botanê.

Salên 1804 – 1829an. Pêwendîyên pêşin yên Împêratorîya Rûsîyayê bi kurdan ra di dema şerên Rûsîyayê-Tirkîyê û Rûsîyayê-Farizistanê da. Di çavkanîyên rûsan da kurd hinek caran wek ”kûrtî” têne binavkirin.

Alaya binemala Zend

Alaya Mîrîtîya Soran (1816 – 1835)

Kurdistan wekî beşek ji Împêratorîya Osmanîyê. Sal 1823.

=============================

Rûpelên 24-25

=============================

Ubeydullah Nehrî (1829–1883)

Şêxê (rêberê ruhanî) Biratîya sûfîyan – Neqişbendî, rêber û serokê serhildana bona damezirandina Kurdistana serbixwe. Bûye qumandarê şervanên kurd di dema şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1877 – 1878an da. Weke 60 hezar şervanên çekdar di bin hukumê wî da bûn. Navbenda serhildanê Ûrmîye û Soûucbûlak (Mehabad) bûn. Şêx Ubeydullah bi awayekî aktîv hewil dida piştgirîya dîplomatên welatên Awropayê û niştecîyên herêmê yên ne musulman werbigire, lê leşkerên Împêratorîya Osmanîyê serhildana kurdan têk birin, lê Ubeydulla bi xwe sirgûnî Hîcazê kirin.

Mîrîtîyên kurdan di sala 1835an da.

”Kurdistan” – rojnameya kurdî a pêşin. Sal 1898.

Salên 1829 – 1842an. Mîsyonerên xaçparêz yên Awropayê bi awayekî aktîv ketine cî û warên Kurdistanê. Pevçûnên li ser bingehê olî di navbera kurdan û aşûrîyên xaçparêz da li Kurdistanê.

Salên 1833 – 1834an. Êrîşên zevtkarîyê yên Mîrê Soran Mîr Mihemed.

Salên 1834 – 1847an. Cara duduyan dagirkirina Kurdistanê ji hêla Împêratorîya Osmanîyê da. Serhildanên Mîr Mihemed û Mîr Bedirxan.

Sala 1836an. Ji holê rakirina serxwebûna Mîrîtîya Soran.

Salên 1854 – 1855an. Serhildana Yezdanşîr li Hekkarîyê û Botanê.

Sala 1880î. Serhildana Şêx Ubeydullah bi armanca damezirandina Kurdistana serbixwe.

Sala 1898an. Li Qahîrê destbi weşandina rojnameya “Kurdistan” ya bi zimanên kurdî û tirkî dibe.

Sala 1905an. Şoreşa Konstîtûsyon li Îranê, tevrabûnên dijî zordestîya Şah.

Sala 1908an. Şoreşa Contirkan li Împêratorîya Osmanîyê.

Sala 1912an. Li Tirkîyê bingehê Komelaya kurdên welatparêz ya bi navê “Hîwa” û li Îranê – “Gehandinî” tê danîn.

Sala 1914an. Serhildana Şêx Selîm li Bîtlîsê û Şêx Ebdul Selyam Barzanî li Mûsilê bi daxweza damezirandina otonomîya kurdan.

Meha çirîya paşin sala 1914an. Tevbûna Împêratorîya Osmanîyê di şerê Hemcihanê yê yekê da.

Salên 1915 – 1916an. Leşkerên rûs Kurdistana Îranê zevt dikin.

Sala 1915an. Gelkujîya ermenîyan li Împêratorîya Osmanîyê.

30ê çileya pêşin sala 1918an. Li Stembolê bingehê Komeleya Vejîna Kurdistanê (Kurdistan Teali Cemiyeti) tê danîn, bi armanca ku dewleta kurdan a serbixwe bê damezirandin.

(dawî)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev