Berhemên kurdzanên me – 245

Berhemên kurdzanên me – 245

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê serîyek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Nivîs ha tê binavkirinê: ”Pirsa kurdan di dawîya şerê hemcihanê yê dudan da”. Îro em beşa wê a duduyan çap dikin. 

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin ji alîyê weşanxaneya Roja Nû da çap bûne, ya 3an Weşanxaneya Weqfa Riya Azadî li Anqerê çap kirîye. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl 

 

Pirsa kurdan di dawîya şerê hemcihanê yê dudan da -2 

Serhildana sala 1943an him di hêla sîyasî da, him jî di hêla leşkerî da ji bingehê va hatibû amadekirin87. Mustefa Barzanî ji pêşî da bi rêxistinên kurdan yên wisan bi nav û deng ra kete nava pêwendîyan, wek ”Hîwa”, herwiha ”Rizgarî”, ”Şoriş”, ”Yekêtî xebat” û yên din. Ji ber wê jî serhildana wî bi dilê hemû kurdên Îraqê bû, ku ketibûne nava tevgerê û ew serhildan di dîroka Kurdistana Îraqê da ya pêşin bû, ku bû ya tevaya gel.

Serekên serhildanê – Mustefa Barzanî û hevalbendên wî, ku di nav wan da gelek zabitên dewletê hebûn, rêvebirina şêr bi aqilane dane amadekirin û pêkanîn û ji ber wê jî şerê xwe bi serketî berdewam dikirin. Serhildan hema bêje ji nişkêva dest pê bû, ji êrîşên pêşmergeyan li ser qereqolên polîsan bona çekan bi dest xin. Dema ew di destpêkê da hinekî bi ser ketin, îdî di havîna sala 1943an da mezîla opêrasyonên xwe dane firehkirinê û beşeke Kurdistana Îraqê ya pir hilgirtin. Ew desteyên polîsan yên cezakarîyê, ku dişandine dijî wan, têk didan.

Serhildana sala 1943an di rûyê wan sebebên bingehîn da dest pê bû, ku di dema hemû serhildanên kurdên Îraqê yên berê da jî hebûn, dema gelê kurd dihate zêrandin û ne dixwestin mafên wan yên qanûnî nas bikin. Rêaksyona komên Îraqê yên serkarîkir û piştovanên wan yên ji Brîtanîyayê li ser serhildana kurdan ya nû wek berê bû: opêrasyonên cezakirinê bidine derbazkirin û di hêla sîyasî da karê xwe rast bimeşînin. Lê rewşa navnetewî li tevaya cihanê, herwiha li Rohilata Nêzîk jî, guhêrî bû û evê mohra xwe ya qenc li ser serhildanê û helwêsta kurdan di hindava desthilata Îraqê da hîşt.

Bûyerên li Kurdistana Îraqê di wê dema şerê hemcihanê yê dudan da qewimî, gava pevçûnên çekdarî li Îraqa ji bo welatên hevalbend yên li Rohilata Nêzîk giring qet dest ne dida. Ewê dikaribû rewş li Îranê jî serttir bikira, ku cesûsîya nasîstîyê li wir hela nehatibû kokbirrkirinê û eşîrên cuda-cuda pey hev serî hildidan, di nav wan da eşîretên kurdan jî, û bi wê yekê va ji bo guhastina barên stratêgî, ku ser axa Îranê ra derbaz dibûn, dikaribûn zehmetî saz bikirana. Ew dikaribû dijwarîyên nû saz bikira bona çareserkirina pirsgirêkên sîyasî, ku ber Koma Miletan li herêmê sekinîbûn, û ji bo wê yekê bûn, ku Îranê mecbûr bikin xwe bigihîne welatên hevalbend û dawî li helwêsta ne dîyar ya Tirkîyê bînin, ya ku sîyaseta yekalî derbaz dikir bona ji nêytralîtêta xwe ya ne dîyar û tarî di hêla aborî û sîyasî da karê keve û di wî karî da gelek caran dest davîte provokasyonan88. Lema jî Bexda û London di destpêkê da hewil didan dijî kurdan opêrasyonên berfireh derbaz nekin û bi sîyasî zor lê dikirin. Gava him ew taktîk têk çû, him jî hewildanên nû, ku wê problêmê bi destî zorê çareser bikin, ku di mehên tebax-îlona sala 1943an dest bi wan kirin, bûne sebeb, ku di dawîya sala 1943an da warên, ku serhildan lê hebûn, hatine firehkirin û konflîkta li bakurê Îraqê bû ya demdirêj û heta dawîya şêr kişand.

Hukumeta Nûrî Sehîd kete nava rewşeke giran, ji ber ku hêza wê têrê ne kir dawî li serhildana kurdan bîne, ji hêlekê va jî îdî di hundurê welêt û der va piştgirîya wê ne dikirin. Hevraxeberdan çareya tek-tenê bû, ku dikaribû hukumetê kêm-zêde rûsipî bikira, bona ew dest ji bikaranîna hêzê bikişîne, ku di wan deman da qet dest ne dida. Bi hêvîya çareserîya erênî desthilatê di dawîya meha çileya pêşin sala 1943an da çend zabitên xwe şande bal Mustefa Barzanî û ew bi hev ra ketine nava pêwendîyan. Mustefa Barzanî ji bo sekinandina şêr şertên xwe danî, ku ji wana ya sereke sazkirina herêma admînîstratîvîyê ya taybet bû ji wan warên Îraqê, ku kurd lê dijîn; nûnerên kurdan bikine nava karê hukumeta welêt; zimanê kurdî wek zimanê fermî nas bikin û li Kurdistanê rêformên aborîyê bidine derbazkirin89. Ew plana rêalîstîyê ya pêşin bû bona çareserkirina pirsa kurdan li Îraqa bin mandata Îngilîs da.

Di meha çileya paşin sala 1944an da di navbera serokatîya ûsyanvanan û dêlêgasyona hukumeta Îraqê da hevraxeberdanên fermî hatine derbazkirin. Ji kurdan serokatî li hevraxeberdanan dikir nûnerê tevgera kurdan li Îraqê Mecîd Mustefa, ku bi taybet ji bo wê bûyerê hatibû kivşkirinê wek wezîrê bê çente. Hevraxeberdanên wî bi Mustefa Barzanî ra bi îmzekirina peymanekê xilaz bûn, ku tê da diha gotin, ku gerekê hemû ûsyanvanên dîlgirtî ji hebisan derkevin, bihêlin, ku di destê eşîretan da çek û cebirxane hebe, her cûre xurek û eşîya bê navbirî bişînine navçeyên kurdan, li Kurdistanê dewsa karmendên ereb yên kurd kivş bikin, û ya dawî – otonomîya kûltûrî û perwerdeyî bidine herêma kurdan, li wir dibistanan, nexweşxaneyan û h.w.d. vekin90.

Bi vî awahî, hukumetê ne hemû şertên Barzanî qebûl kir. Ji wana yên giring bêy guhdarî man – bidestxistina otonomîya admînîstratîv û derbazkirina rêformên aborî. Lê bi wê formê jî peyman dikaribû bibûya gaveke ber bi pêş di çareserkirina pirsa kurdan da li Îraqê, ji ber ku desthilatê bi kurdan ra cara pêşin ne tenê kete nava hevraxeberdanan û serokatîya wan bi fermî qebûl kir, lê herwiha gelek daxwazên wan bi cî anî. Dikaribû zêde jî bikira, lê ne kir. Him hukumeta Îraqê, him jî qiralîyet hîç ne dixwestin di pirsa kurdan da xwe ji xeta şovînîstîyê dagerînin, lê Îngilîs di wê pirsê da herdem jî piştgirîya kurdan kirîye. Dema serokatîya Îraqê bi mecbûrî bi kurdan ra hevraxeberdan derbaz kir, ji xwe ra biryar kiribû, ku hema firsend bikevê, ewê ji heq-hesabên kurdan bê der. Lê Mustefa Barzanî û terefdarên wî jî bawerîya xwe bi Bexdayê ne dianîn û amadekarîya dijderketina nû didîtin.

Di bihara sala 1944an da Ebdul Îllah, nûnertîya li rex qiral Feysalê 2an, û parlamênt peymana bi Mustefa Barzanî ra pûç hesab kirin. Rewş li bakurê Îraqê careke din hate sertkirinê û li Bexdayê ser wê bawerîyê bûn, ku ne hewce ye wekehevtîya di pêwendîyên bi kurdan ra têk bidin; dibe di koma dijî kurdan da hêzeke wisa têr ne dikir, ku bikaribûya bi awayekî kardar derkeve dijî ûsyanvanên kurd. Bona tevlihevîyên nû serî hilnedin, di adara sala 1944an da Nûrî Sehîd û Mecîd Mustefa çûne bakur û li wir Nûrî Sehîd got, ku ew bi sidqê qenc hatîye vira û amade ye daxwazên kurdan pêk bîne (li wir ewî got, ku bi esilê xwe va kurd e), lê ne gihîşte encameke baş.

Wan deman Bexdayê biryar kir dawî li kurdhizîya bi navê Nûrî Sehîd ra girêdayî bîne. Di destpêka hezîrana sala 1944an da Hemdî el-Paçaçî kete dewsa wî û kabîneya wî çend mecalên dijî kurdan dane derbazkirin: Mecîd Mustefa ji kar hate avîtin, gelek zabitên kurd ji kar hatine derxistin, hinek ji wan hatine girtin, dibistan û naxweşxaneyên, ku li Kurdistanê dihatine çêkirin, di nav demeke kurt da kirin kazarme û qereqolên leşkerî91. Lê dîsa jî hukumet cesaret ne kir bi awayekî eşkere dijminatîya hêzên Mustefa Barzanî bike.

Dijberîya ûsyanvanên kurd yên Barzanî û parleşkerên ordî û polîsên Îraqê, ku îngilîsan piştgirîya wan dikir û hema bêje di bin çavdêrîya wan da bûn, ji salekê zêdetir kişand, lê pevçûnên mezin di navbera wan da ne bûn. Herdu alî hêzên xwe berevî ser hev dikirin. Hukumet derdikete dijî peymana bi kurdan ra îmzekirî û di bin perdeya hevraxeberdanên nû da amadekarîya emelên cezakirinê dijî kurdan didît, bona ji heq û hesabên Barzanî bê der. Lê Barzanî jî amadekarîya berxwedanê dikir.

 

(dûmayîk heye)

 

87 Di nivîsên zanyarên welatê me da serhildana barzanîyan ya di salên 1943-1945an bi hûrgilî di monografîyayên Ş. X. Mihoyî ”Pirsa kurdan ya miletîyê li Îraqê di dema here nû da” (serê 5an) û ya A. F. Fêdçênko ”Îraq di şerê bona serxwebûnê da” (serê 3an, rûpel 94-100) hatine ronîkirin, ji ber wê jî di paşdemê da emê bi wan bûyeran ra girêdayî zêde li ser van berheman bisekinin, bêy ku her caran navên wan destnîşan bikin.

88 O. L. Vîlçêvskî di berhema xwe ya çapnekirî ya bi sernavê “Tevgera kurdan ya miletîyê”da bi bawerî destnîşan dike: ji ber ku îdî ji bo Îngilîs ne giring bû Tirkîya bikeve nava şerê dijî dewletên hevalbendên faşîstan, ewê helan dida serhildana kurdên Îraqê, lê Mustefa Barzanî pêşî bi a îngilîsan dikir û tenê paşê ji wan bêzar bû û dest pê kir xwe li “çepan” girt, gava ew îdî piştgirîya bangên bona otonomîyê ne dikirin. Bi bawerîya O. L. Vîlçêvskî, îngilîsan dema piştgirîya kurdan dikirin, bi wê yekê va dixwestin tesîr li ser kabîneya Nûrî Sehîd û herwiha li ser kurdên Tirkîyê bikin. Îngilîsan propoganda Tirkîyê di nav kurdên Îraqê da, ku bang dikir tirk û kurd bigihîjine hev bona Mûsilê li Tirkîyê vegerînin û rakirina kurdên Tirkîyê dijî erebên Îraqê, bi kar anîn. Ev hemû xwedî îzbatîyên bi belge nînin û dûrî aqilan in. Îngilîsan tu caran ne dixwestin tevgera kurdan ne li Îraqê, ne li Tirkîyê û ne jî li tu warekî din tevrakin û tu caran piştgirîya otonomîya kurdan ne kirine. Bi wî awahî jî tu bingeh tune bona îngilîsan di tewlebazîyên dijî Nûrî Sehîd da gunehkar bikin, ku bi dehan salan bi dilsozî xizmetî wan kirîye. Her tenê ew malûmatîyên O. L. Vîlçêvskî balkêş in, ku derheqa kar û emelên cesûsîya îngilîsan da nin di nav nasyonalîstên kurdên Îraqê da, ku tenê di nav kesên, ku xwe li riya rastê girtibûn xwedî rûmet bûn, û ew yek bû sebeb, ku di nîveka dudan ya sala 1945an da partîa JK hilweşîya, derheqa hewildanên bê encam (bi fransizan ra tevayî), ku “Xoybûn”ê careke din vejînin û derheqa wê yekê da, ku çawa emirkanan (amêrîkîyan) bi riya “Komeleya Îraqê-Amêrîkayê ya pêwendîyên kûltûrî” cara pêşin guh da ser kurdên Îraqê (rûpel 328-250, 282-287).

89 Mihoyî Ş. X. Pirsa kurdan ya miletîyê li Îraqê, rûpel 76.

90 Rambout L. Les kurdes et le droit, rûpel 72-73.

91 Dîsa li wir, rûpel 73-74.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev