Ji nimûneyên zargotina me – 245

Ji nimûneyên zargotina me – 245

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûçardehan me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berhema heftan berdewama nivîsa ”EYANBÛNA HELEQETÎYA XÛN-QINÊTÎYÊ EDETÊD KURDADA” ye. Em îro beşa wê a duduyan çap dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

EYANBÛNA HELEQETÎYA XÛN-QINÊTÎYÊ EDETÊD KURDADA -2

 

Nav qebîlêd kurdêd dinda, xênji defikêd hewarê, yêd din bona qedandina sêrêmonîyêd dîn tunene. Eva yeka nîşan dide hebandina êzdîyaye zemanê antîk. Sêrêmonîyêd hebandina kurda bi destî mella û şêxa tên qedandin. Kê ji kurdêd êzdî dînê xwe, def û şibêbîya hiz nekira, neçûya erefatê Taûsê, qurban neda qewala, nanê mala wî merî heram dikirin. Wexta sêrêmonîya syarkirina Taûsê, dîtina wê bona merîyêd ne êzdî qedexe bû.

Xênji êzdîya,- digot Xudoyê remetî,- gerek merîyêd din wexta syarkirina Taûsê wê derê ne tifiqyana. Berê jî li Ermenîstanê hebûn merîyêd nexwendîye pêşe usa, wekî fanatîk nîbûn, hela carna pêşîya hebandinê şer dikirin. Yek ji wan êzdîya Basoyê Reco bû (ji gundê Yemençayîrê nehîya Dîgorê, qeza Qersê). Baso ji terêqê (şêx û pîra, mella, qewala) hiz nedikir, bawarîya xwe bi wan ne danî. Orta wî û qewala qe tune bû, digot; -qewal merîya dixapînin. Ewî def hesab dikir çawa defika dewrêşaye sade, wekî ne rehmanî bû, meriv dikaribû li her cîya destxista usa jî şibêbî. Ewî navê şibêbîyê danîbû ”fîqe”. Eva yeka nîşan dide wekî def û şibêbî bo kurdêd êzdî gişka fêtîş nîbûne, yanê jî tiştêd xwedê nîbûne, ewana ne ku tenê wexta bera, lê hela berî teşkîlbûna qebîla, wexta bereka jî hebûne.

Em derheqa pêşdahatin, guhastina def û şibêbîya, rola wan, hebandina êzdîya xeber nadin, çimkî ew dînê êzdîyara grêdayîye, ji hidûdê têma me dere.

Nîşanêd qebîla din jî kinc û rihal, rewşa serî bûn. Erê bal me, nha jî ji welatê me der hene qebîlêd kurdaye çûk û mezin, yêd usa, wekî kincêd wan, rewşa serê neferêd wana başqe-başqene, ji hevdu tên ayrîkirin, mesele: em hildin şureta serîya, berê ya mêra, paşê ya jina kurd.

Bo wê yekê em bînin ortê neferêd sê qebîla: Rojka, Çeloya û Birûka. Kolozê Çêloya, çawa yêd Rojka û Birûka ji devatûkîne, lê geleka jî koloz ji liba pêz davîtinê. Kolozêd devetûkî nîvê pirê çêkirî, hazir distendin.

Wan hosta, yêd ku tenê bi avîtin-hazirkirina kolozêd devetûkîva mijûl dibûn, koloz çêdikirin û difrotin. Kolozêd ji libayê û hirîya mayî çêdikirin, diha qewîn bûn, lê bedewîya xweva ne dighîştin kolozêd devetûkî. Kolozêd kurda gişk hîmlî sipî bûn, yêd reş û sor jî hebûn, lê hindik davîtinê.

Kolozêd Çêloya himberî kolozêd Sîpka, Mehemda, Hesenlera û qebîlêd din kirî epêce blind bûn. Çawa Çêloya, usa jî mêrêd qebîlêd din dora kolozêd xwe şer û şemaqîyêd reng-rengî girêdidan. Çêloya kolozêd xwe ortêda destpêkirî, lê Sîpka, Mehemda-jorda grêdidan.

Girêdanê şûnda, serê kolozêd kin ancax dixuênin, lê yêd Çêloya nîvîda xuya dikin. Çimkî dirêjin, qoqlanîne.

Kolozêd mêrê Rojka usa jî yêd temamîya mêrêd Sîpka, Celalîya û Birûka kinin, dora wan şer û şemaqîya, usa jî hêratîya grêdidin. Hinek ji wan bi rîşîne, hinek na.

Berê, heta sala 1918-a kurêd qebîla Witîya nîvê pirê fîno, lê kurêd Cemaldîna, Sanoya kolozêd çûçik didan serê xwe. Lê tu tişt dora fîno grênedidan, şureta fîno qotina serê wî bû, lê herçî qîz serê fînoyê xwe ditewixandin, temezîyêd reng-rengî dorê grêdidan, morî rîşîyava dikirin. Wexta rêvaçûyînê xişe-xişa morî-mircanêd wan bû, eşqa merîya pêra dihat.

Çawa nîşanêd qebîlaye ayrîbûnê, em dikarin derheqa kofîyêd jina jî xeberdin, çawa mesele: em bînin ortê kofîyêd jinêd Sîpka, Rojka, Hesinîya û qebîlêd din, wekî gişke guloverin, penin. Wexta kurd kofîyêd pen û hevekî dirêj dibînin, destxwda tê derdixin, çika kîjan jin ji kîjan qebîlêye. Wê şûnda usa jî merî dikare derheqa dêrêd jina bêje: mesele, pêşya dêrêd jinêd Birûka, çawa yêd Rojka, vekirîne, mêzerê didin ber, bona hevalkirasêd wana xuya nekin, lê firqî ewe, dêrêd jinêd Birûka hevekî jorê, qeytanêd reş pêva didirûn, lê dêrêd jinêd Rojka, Şemaldînî, Sîpkî, Mehemdî, Belî û gelek qebîlêd din, li jêrê, kenerê dêre, pê qeytanêd zirav, nîvê pirê hevirmiş, kobe dikin, du-sê qeytanêd reng-rengî xaromaro, sê-çar cêrge pêva didrûn.

Jinêd qebîla Reşa, hema berêda destpêkirî, gorêd hirî, yêd dirêje nexşê kerge dikin lingêd xwe, jinêd Mixayîlîya, Witîya yêd saqêd wane kin.

Rewşa gorêd waye saqdirêjra dibêjin ”fitîlî”, çawa dixuêne, ew têrmîn ji xebera ”fitîl” pêşda hatîye, çawa dirêje, mîn fitîla, çimkî nexşêd dirêj ser fitîla jî hene…

Hene gelek tiştêd rewşa serî, usa jî kinc, sîlih, feraq û yêd din, wekî navê qebîlara girêdayîne, nîşan didin xwestin, rabûn-rûniştandina qebîlêd başqe-başqe, firqîya wan. Lê em derheqa pêşdahatina rewşa serî, kinca û sîliha xeber nedin, çimkî ew yek têma mera negirêdaye. Niha em bînin ortê faktêd pizmamtîyêye usa, wekî wexta zewacê jî eyan dikin xûn-qinêtî, pizmamtîya neferêd qebîlêd kurda.

 

  1. WEXTA ZEWACÊ

 

Welatê meyî Sovêtîyêda vê gavê, çawa berî rêvolyûsîya Oktyabrê bû, malêd kurdaye mezin tunene. Ew kulfetêd mezin zûda parî ser mal yan jî kulfetêd çûk bûne. Neferêd wî kulfetî dê û bavin hîmlî, paşê tên kur û qîz, nebî. Hindik kulfet hene, wekî têda birêd hev bal hev bijîn. Hilbet, eva yeka grêdaye pêşdaçûyîna malhebûn û blinddûna kûltûra kurdêd Sovêtîyêra, nha jî li welatê dereke, çawa Îranêda, Tûrkîyayêda, Sûrîyayêda, Îraqêda û cîyêd mayînda, hela pirin malêd (kulfetêd) mezin, wekî têda li cîkî dijîn dê, bav, bira, kurap û qîzap, met û xatî û yêd mayî. Ewana heta nha jî, ser hîmê xûn û qinêtîyê nîvê pirê ji hev dizewicin, lê ew yek bal kurdêd Sovêtîyê hîmlî hatîye hildan. Nha bal me zef kêm qîzap û kurap, qîzxal û kurxal hevdu distînin. Nha merîyêd xûn û qinêtîyê dûrî hev, ji pizmamêd dûr dizewicin.

Nha hine kulfetêd kurdêd Îranê û Tûrkîyayê polîgamin (pirjinkirin). Ew paşmayîna berekane, zemanê arxayîk, wekî heta îro jî heye, derheqa wê yekê emê paşê xeberdin. Vêderê pirs derheqa zewaca neferêd kulfetê kurde, wekî ser hîmê xûn û qinêtîyêye, lê gelo çawa pêşda hatîye, zewaca ser hîmê xûn û qinêtîyê? Pêşdahatin û guhastinêd wê bi kulfetê zemanê berêra, pêşdahatina berekara grêdaye, wekî derheqa wê gelek ulmdara nivîsîne.

Wexta em derheqa zewacê xeber didin, gerek nîşandin, gelo heleqetîya pizmamtîyê wexta revandina jinê, nîşankirinê, serdarûniştandinê, bêşîkkertmê, dewatê û edetê din, çawa hatîye eyankirin? Nha jî, ji welatê me der, wexta zewacê, dewatê, em nav kurdada dibînin paşmayîyêd usa, wekî nîşan didin pevgrêdana xûn û qinêtîyê, mesele: hevdustendina qîzap-kurapa, kurmet-qîzmeta, wekî ji alîyê xûnê gelekî nêzîkî hevin. Awa, nav kurdada çawa deb, wexta zewacê xênji xûşk û bira, kur û dê, gişk hevdu dikarin bistînin. Kulfetêd kurdayî wî zemanî bîr tîne kulfetêd zemanê bereka ”Pûnalûa”, wekî F. Êngêls derheqa wî cûrê kulfet êpêce xeberdaye. Atrîbûteke kulfetê pûnalûayî pêşî hîmlî ewe, wekî bira û xûşka, dê û kura hevdu nedistendin. F. Êngêls kulfetê pûnalûa, zewaca wî, himberî zewaca kulfetê komtî dike û kulfetê pûnalûa hesab dike gaveke pêşdaçûyînê.

Wexta F. Êngêls derheqa zewaca kulfetê pûnalûada xeber dide, dibêje:

”Eger nav teşkîla malêda gava ewline pêş bû, wekî bi jin û mêrtî hevra derbazkirana, dê û kur ji ortê hat hilanîn, lê gava dudaye pêş jî ew bû, wekî ji ortê hat hilanîn zewaca bira û xûşka”(5).

Hilbet, zewaca kulfetê pûnalûa jî ser hîmê xûn û qinêtîyê bû, lê vê derê prînsîp ew bû, wekî zewaca neferêd malê, hevraderbazkirina wana malda bi komtî yan jî garanî nîbû, wekî doxtirtî tiştekî xirab hesab dike bona cancaxlemîya merîya, lema jî F. Êngêls cûrê zewaca neferêd kulfetê pûnalûa gaveke pêşdaçûyînê hesab dike.

Berê xênji kurda, edetê kurap-qîzapstendinê nav gelek qebîl, cmaetêd dinda jî hebûye, paşê saya pêşdaçûyîna malhebûnê, blindbûna kûltûrayê hindik-hindik hatîye hilanîn, lê heta îro jî, çawa paşmayî, nav kurdada dimîne. Nav ermenî, gurca û gelek cmaetêd dinda, heta nha jî edete hevt zika şûnda qîz û xort hevdu distînin. Eva yeka tiştekî progrêsîve. Wexta prînsîpa xûn û qinêtîyêra grêdayî derheqa zewacê xeber didin, nikarin xeber nedin derheqa cûrêd van zewaca: êkzogomîyayê, êndogomîyayê û monogamîyayêda, paşmayînêd wan formêd zewacê nav kurdada, usa jî derheqa qelen û lêvîratêda, wekî hîmlî wan cûrêd zewacêra girêdaye. Çawa dixwêne qurnêd kevnda berek ji kulfetê pûnalûa pêşda hatine û ser hîmê wê yekê jî xwe ji silsiletekê hesab kirine.

Berekêd ji alîyê pizmamtîyê nêzîkî hev, usa jî yêd dûrî hev hebûne, wekî nav wanda û orta wanda zewac hebûye, lema jî pêşda hatîye êkzogamya (zmanê hurumî êxo-”derva” û gamos-”zewac”) û êndogamîyayê (zmanê hurumî êndo- ”hundur”). Mak Lênan êndogamîyayê û êkzogamîyayê ji hev dide qetandin, bi ”qebîlêd” êkzogam û êndogamra dide grêdan. Bi gotina wî, berê hebûne qebîlêd usa wekî zewac nav neferêd wanda qedexe bûye, lema jî mêrêd wê berekê yan jî qebîlê, jinêd qebîleke din ji xwera anîne, lê hebûne qebîl jî, wekî nav wanda edet hebûye ku mêr û jinêd wê tenê hevdu bistînin, yanê îzin tunebûye, wekî ji qebîlêd din jina bînin.

Bi gotina Mak Lênan, ew komêd xûn û qinêtîyê, ku ji hev zewicîne, ji ber û qebîlêd din jin neanîne, wanra gotine qebîla ”êndogam”, lê ew cûre, ku tenê ji qebîla ayrî zewicîne, wê zewacêra gotine ”êkzogam” yan zewac nav qebîlêd başqe- başqeda. Em glîyê Mak Lênanra ne qayîlin. Temamîya terîqa merivayêda tiştê usa ne qewimîye û nikaribû jî biqewimîya, wekî hebûne qebîlêd êndogam û êkzogam, çimkî qurnêd kevinda bereka timê davîtin ser hev, çawa hebûna hev talan dikirin, usa jî jin dibirin, bi hebûnêra diguhastin û dikirin jinêd neferêd bereka xwe, lema jî em firêqet dikarin bêjin, wekî qebîlêd êndogam û êkzogam tunebûne, ku Mak Lênan kirîye hîmê têorîya xwe.

Wexta F. Êngêls qîmetekî baş dide Morgan û qinyatêd wîye êtnografîyê, kitêba wîye ”Qeydemexlûqetîya qurna kevn” (derketîye sala 1877-a), dibêje:

-”Êndogamîya û êkzogamîya qe jî mqablî hev nînin. Heyetîya ”qebîlêd” êkzogam heta nha jî tu derê nehatîye îzbatkirin. Lê wî zemanî, wexta hela hîmlî hebû zewaca komtî – çawa dixuêne her cîya hîmlî ew zewac bûye – qebîl ji terefê dê parî ser cêrge kom û berekêd xûn û qinêtîyê dibûn, nav kîjanada zewac pir qedexe bû, usa jî jin bistendana û çawa qanûn, usa jî dikaribûn ji bereka xwe der jî jin dest banîna. Bi vî teherî, eger bereke êkzogam bû, qebîla ku berek têda hebûn, aqasî jî êndogam bû”(6).

Çawa em dibînin, çawa Morgan usa jî F. Êngêls ser wê nêtêne, wekî ”qebîlêd” êkzogam û êndogam tunebûne, çimkî wexta qurna kevn, neferêd qebîla ji alîyê hebûnê, moralîyê, timê hevra grêdayî bûne, wê şûnda davîtin ser hev, jin, hebûna hev direvandin, bi wî teherî jî jin û qîz ji hev distendin, dibûn xinamî, qewm, pêşda dihat merivayî, pizmamtîya wan. Ser hîmê wê yekê û pêşdaçûyîna malhebûnê heleqetîya neferêd berek û qebîlêd başqeye dûrî hev çiqa diçû, kûr dibû.

Pey vê yekêra çawa dikarbû biqewmîya, wekî berek (axirîyê jî ber) û qebîl êkzogam bûne, çawa dibêje Mak Lênan.

Wexta em derheqa zewaca kurdada xeber didin, gerek eva yeka ber çevê mebe, êndogamîyêra grêdayî bi celebê sist nav kurdada heye ew fikir, wekî dha rinde mêrêd kurd kinêzêd xwe bistînin, ji xûn û qinêta xwe bizewicin. Ser hîmê wê hinek dikarin bifikrin, çawa wextêda difikirîn peyçûyêd Mak Lênan, wekî berê hebûne qebîlêd kurdaye êndogam usa jî yêd êkzogam, hilbet ew fikirmîşbûn ne raste. Raste, kurda digotin gerek mêr kinêzêd xwe bistînin, lê ew yek nîşan nade, wekî berê kurda tenê kinêzêd xwe stendine, yanê êndogam bûne yan jî mqablî wê nêtê, qîzêd kinêz nestendine, yanê kurda tenê qîzêd qebîlêd din ji xwera anîne-êkzogam bûne.

Çawa emrê praktîk, qnyatêd êtnografîyayê û folklorê nîşan didin, ku qebîlêd usa nav kurdada tunebûne, nha jî tunene.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev