Pirsa we û bersiva me – 188

Pirsa we û bersiva me – 188

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Birêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane bersiva pirseke Têmûrê Xelîl da.

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsa birêz Têmûrê Xelîl û bersiva Nura Şane xanimê lezetê bibînin.

 

Pirsa Têmûrê Xelîl û bersiva Nura Şane

 

Pirs: Min di Rûdaw-TV da nûçeyeke bi sernivîseke ha dît: ”Jineke mesîhî bû seroka Desteya Mafên Mirovan”. Gelo dîn bûye milet?

 

Kerem bikin, bersiva Nura Şane li jêr e:

 

Bersiv: Ji vê sernivîsê bêhna asîmîlekirinê tê. Kesên dibêjin filankes mesîhî ye, gelo ji bo wan ferq nake ka ew kes ermenî ye, aşûrî ye, suryanî ye, gurc e an miletekî din yê bi dînê xwe va xaçparêz e? Eynî tişt ji bo kesên musulman jî derbaz dibe. Mesele, eger ji jineke kurd ra bêjin ”Jineke musulman bû seroka Desteya Mafên Mirovan”, wê demê kurdbûna wê jinê ji dest wê girtine û di ser da jî ew jina kurd dibe malê hemû gelên bi dînê xwe va musulman.

 

Eynî tişt di van fikiran da jî xuya dibe: ”li Bakurê Îraqê, ”biratîya gelan”, ”li Rojava”, ”Komara demokratîk”. Texmîn bikin ku qesta wan gelê kurd û Kurdistan e, lê gotinên ”gelê kurd” û ”Kurdistan” tunene.

 

Xwedê bikim ev hemû ji nezanîyê be, ne bi zanebûn be!

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev