Kelha xweparastinê: Kelha Kurdan

Kelha xweparastinê: Kelha Kurdan

Loloxan

Kelha Hisin an Kelha Kurdan dikeve Kelha Hisin an Kelha Kurdan û di sedsalên navîn de ji girîngtirîn kelheyan bû li navçeyê, ji ber leşker û pasevanên lê diman rêyên bazirganiyê ji dest rêgir û çeteyan diparastin.

Kelha Kurdan ku yekem akinciyên wê Kurd bûn, 60 kîlometre dikeve rojavayê bajarê Himsê yê Sûriyê, kelehek dîrokî ye lê weke piraniya navçeyên şûnwarî li Sûriyê ew jî demeke weke pêgeheke leşkerî hatiye bikaranîn.

Di salên 2013ê û 2014ê de, çekdarên ser bi opozisyona Sûrî ve, ev keleh kirin pêgeh û cebilxane, di Adara 2014ê de şerekî giran li nav  çêbû, di encam de 650 çekdar hatin kuştin û piştre artêşa hikûmetê keleh kontrol kir.

Kelha Kurdan di sala 1030ê yê Zayînî de bû navenda parastina rêya serekî di navbera Hims,Hema û Trablusê de ji aliyê hejmareke çekdarên Kurdên Mûsilê li nav dewleta Selçukiyan daku wê rêya serekî ji xaçperestan biparêzin.

Piştre li ba dîroknasên rojhilat û rojava bi navê Kelha Kurdan hate naskirin. Bi nerîna endazyaran avakirina vê kelhê di çend qonaxan re derbas bûye, dibêjin ev keleh bi şêwazekî zêde rêkûpêk hatiye dîzaynkirin û avakirin, lewra tevî derbasbûna zêdetirî 3 hezar û 500 salî di ser hebûna wê re ji serdemên Yûnanî û Feroniyan ve heta niha li ser xwe maye.

Serokê Beşê Endeziyarî yê Kelha Kurdan Hazim Henna dibêje: “Ev tabloyeke Mesîhiyan e, dema  Dahir Bêpers dest danî ser kelehê ku gelekî asê bû , kenîseya biçûk kir mizgeft, piştre misilmanan li ser tabloyên Mesîhî nîvisandin, tu dikarî wê yekê bi rengê spî baş bibînî. Dibe ku tabloyên Mesîhî li her cihekî hebin. Lê di ser her tiştî re em dixwazin qelş û qulan dagirin daku em tabloyan ji nişîş û kevzê biparêzin.”

Di salên 2013ê û 2014ê de, çekdarên ser bi opozisyona Sûrî ve, ev keleh kirin pêgeh û cebilxane, di Adara 2014ê de şerekî giran li nav kelehê û derdora wê di navbera artêşa hikûmetê û çekdarên oipozisyonê de çêbû, piştre artêşa hikûmetê keleh kontrol kir.

Hazim Henna herwiha got: “Bi giştî nêzîka 800 çekdarî li nav kelehê hebûn, di encama şer de 650 çekdar bi gulleyên artêşa Sûriyê hatin kuştin, piştre 130 çeteyan xwestin birevin ew jî hatin kuştin, herwia 17 terorîstî li derdora kelehê xwestin berevaniyê bikin ew jî jinav çûn, wek hûn dibînin em behsa kelehekî dikin ku rûberê wê 30 hezar metreyên duca ye, lewra derfeta çeteyan li vê derê nîne.”

Di sedsala 11an ya zayînî de, ligor dîroknasan xaçperestan ew dagîr kirine, piştre Kurd di dema Selaheddînê Eyûbî de lê bicîh bûne, daku hêlên bazirganiyê biparêzin û bi vê yekê kelehê navê Kurdan lixwe girtiye û heta serdema Beisiyan li Sûriyê bi vî navî dihat naskirin lê Beisiyan navê wê guhertin û kirin Keleha Hisin.

Di sala 1271ê de ket dest misilmanan bi serdariya Dahir Bêpers, di sala 2006an de ket lîsteya UNESCO. Rûberê giştî yê keleha Kurdan  30 hezar metreyên duca ye bi dirêjahiya 240 metreyî û panahiya 170 metreyî, pêçayî bi xendeqekê, kelehê 3 hezar şervan tevî hespên wan lixwe vedihewand.

Çavkanî: https://www.rudaw.net/

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev