Xoçvan: Çîrokên Nîvcomayî

Xoçvan: Çîrokên Nîvcomayî

Pirtûkeke delal ji Weşanxaneya ”Nûbihar”ê

Süleyman Çevik

 

Bi vê sernivîsarê pirtûkeke delal çap bû derheqa beşeke gelê me, ku bêy reza dilê xwe lii xerîbistanê dîyar bûye…

 

21 gundên Xoçvanê di navbera çiyan de li dû hev, mîna hebên tizbiyan rêz bûne û hemû jî Kurd in.

 

Ev gundana, pirê wan xizmê hev in. Dewleta Osmanî, Kurdan ji deverên Kurdistanê yên cuda cuda tîne û ji Goleyê hetanî Xoçvanê wan bi cîh dike.

 

Li Xoçvanê eşîretî tune, malbat hene: Mala Şemo, Mala Beglera, Mala Mozo, Mala Ehmo, hwd. Ev malbat tev ji eşîratên Kurdistanê yê mezin qetiyane hatine vêderê. Ji eşîretên Pîrebadî, Sîpkî, Bêzikî, Zîlan, Kaskan, Celaldînî û Cemaldînî ne. Lê, binyada eşîratan li Xoçvanê tune.

 

Herêm pir zû ketiye bin bandora jiyana bajarî, ji ber wê jî bişaftin (asimilasyon)ê zû dest pê kiriye. Beriya bi cîhbûna Kurdan ya li herêmê, li vir 56 gundên Fileyan hebûn, paşê ji ber sedemên ne diyar ew gund tev vala bûne.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev