Proleterya (proletariat)

Proleterya (proletariat)

Nasandina Çend Têgihên Felsefeyî

Ali Gurdilî 

1- Psykhe: Terîma ku di felsefeya yewnan de wateya wê ruh, hiş (mind, zihin), bêhn, nefes, tîn û jiyan e. Li gor vê yekê di destpêkê de ji bo rewşa candar û candarîyê, piştre jî ji bo prensîpa jiyanê û hêza ku di tiştan de, dibe çavkanîya candarîyê hatiye vegotin. Ligel vê yekê ji dema Sokratesî ve, di wateya cihê ku kesatîya ehlaqî û bîrewerî (bilinç, cosciousness) lê ye de, hatiye bikaranîn.

 

2- Prima facie: Terîma bi zimanê latinî a ku wateya wê ‘di cih de’ û ‘berîya lêkolîneke bi hûrbijarî’ ye.

 

3- Primium principium: Prensîpa yekem, prensîpa ku bingehê temamîya rastî û prensîpa ye. Ev biwêj di felsefeya Serdema Navînî a xiristiyan de, ji bo heyînê bingehîn û yekem hatiye vegotin. Wate, ji bo Xwedê hatiye gotin ku hebûna xwe ne deydarê heyîneke din e, hebûnatîya xwe di xwe de dihewîne û ne pêkan e ku tunebe, yan jî wiha were fikirîn ku tune.

 

4- Principium individuationis: Terîmeke Bi zimanê latinî ye û wateya wê, pêkara (faktor) rastîn û derûnî a ku dibe sebebê ferdbûnîyê. Bingeha, ku tiştek bi saya wê dibe ferdî.

 

5- Proleterya (proletariat): Li gor nêrîna Marksîst, çîna kedkar ku di civaka kapîtalîst de keda wê tê xwarin û ji bilî keda xwe, tiştekî ku bikaribe bifroşe jî tune. Bawerî pê heye ku rojekê dê çîna karker a şoreşger û gerdûnî, pergala xweyîtîya taybet hilweşîne û temamîya mirovahîyê ji bindestîyê rizgar bike. tr: proleterya / fr: prolétariat

 

6- Protai ousai: Di felsefeya Arîstotalesî de, bi zimanê yewnanî navê cewhera (töz, substance) ji dereceya yekem ku ji bilî xwe, pêdivî ti tiştî nabîne.

 

7- Prote philosophia: Terîma bi zimanê latinî a ku wateya wê, felsefeya yekem e. Di felsefeya Serdema Pêşîn û Navînî de beravajîya felsefeya modern, felsefeya ku mijara wê ontolojî (heyînnasî, ontology) û metafizîk (metaphysics) e.

 

8- Proton pseudos: Di zimanê yewnanî de, terîma ku wateya wê şaşîya yekem, çavkanîya şaşîyê û gava yekem a şaş e.

 

9- Quadrivium: Di sîstema perwerdehîyê ya zaningehên Serdema Navînî de, navê çar disiplinên matematîkî ye ku wekî beşeke bilind têne nirxandin. Wate navê çar disiplin yan jî hunerên matematîkî ne ku ew jî astronomî, geometrî, arîtmetîk û muzîk in. Asta berîya quadriviumê, ‘trivium’ e ku ew jî gramer, xweşbêjî (rhetoric) û mantiq in. Ji van heft huneran re (quadrivium û trivium) di wateya hunerên mirovê azad de, ‘hunerên lîberal’ hatiye gotin.

 

10- Quine, Willard Von Orman: Mantiqzan û feylesofê amerîkayî ku di derbarê bingehên mantiqê û watenasîyê de, teorîyeke giring raber kiriye. Berhemên wî yên sereke: 1- Peyv û Object’ (Word and Object) 2- ‘Rêgehên Mantiqê’ (Methods of Logic) 3- ‘Ji Dîtineke Mantiqî ve’ (From a Logical Point of View) 4- ‘Felsefeya Mantiqî’ (Philosophy of Logic) 5- ‘Kokên Referansê’ (The Roots of Reference) 6- ‘Lêgerîna Heqîqetê’ (Pursuit of Truth) û 7- ‘Du Dogmeyên Empirîsîzmê’ (Two Dogmas of Empiricism) ne. 

Çavkanî : Ferhenga Felsefeyê

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev