Sewsena şehîd

Sewsena şehîd

Şîrîn Bozan

 

Sewsen keça rojê bû

Dema dimeşiya bêhna jiyanê

Jê difûriya

Destê xwe bi pêşerojê re li ba dikir

Li dûr meyze dikir

Bê ku tu sînor ji nêrînên wê re hebin

Kirasê hêviyê li xwe dikir

Bi gavên qayîm berve xewnên xwe diçû.

 

Sewsen ew perperîka ku li dor omîdên xwe

Sema digirt

Giyanekî sivik bû

heya bi fênikên sibehê re jî dileriziya

Her reng jê dibariyan

gunehbariya Sewsenê

Ku ew jî gulek bû wek  gulên vê deyştê

Di ava şor de peyda bû

Qasî wê ji vîna azad hez dikir

Ewqasî jî qeyd û bendan nêzîkî wê bû.

 

Gunehbariya Sewsenê

Ku ji jiyanê hez dikir

Ji kenê bilind hez dikir

Ji wateyên sivik hez dikir

Ma ewqasî nirxên van tiştan giranbuha bûn

Heya kete ber jiyana wê?

Jiyan di çavan de qerimandin

Henas lê çikandin

Giyan ji lêş qetandin

Bû termekî sar

Qey te digot tu carî

Bihar li vî warî şên nebûye.

 

Li vê deyştê pir Sewsen hatin kujtin

Îro jî Sewsen hate kujtin

Û wê hîn jî Sewsen bêne kujtin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev