Kurdistanîbûn, sîyaseta kurdistanî, serxwebûnxwazî

Kurdistanîbûn, sîyaseta kurdistanî, serxwebûnxwazî

Gotareke kêrhatî ji PÊLKURDê

Wateya ferhengî ya peyva kurdistanî ev e:  Kes an tiştên li Kurdistanê  an jî ji Kurdistanê. Ev wateya asayî ye û ji bo welatên din jî derbasdar e. Wek ku em bêjin kesên fransayî, çêlekên holandî.

Van salên dawîn wateyeke din li vê peyvê hatiye barkirin û êdî bûye têgiheke sîyasî. Di eslê xwe de bertekeke li hember têgiha tirkiyetiyê ye. Piştî ku PKK û rêxistinên bi ser PKKê ve sîyaseta xwe ya “nû” bi têgiha tirkiyetiyê pênase kirin, ji bo îşareta cudabûna sîyasî ya ji vê xetê, peyva kurdistanî, ji wateya xwe ya xwezayî bi dûr ket û bû têgiheke sîyasî.

Ev jî anomalîyeke welatê me ye ku partîyên li Kurdistanê pêwîstî pê dibînin ku dubare bêjin em kurdistanî ne. Lê bi sedem ku ev wate, wateyeke lêbarkirî û sîyasî ye sînorê wê jî nediyar û nîqaşbar e. Alîyên sîyasî xwe bi vê têgihê qure dikin û li gor wê pozîsyona xwe pênase dikin. Ango peyveke xwerû bûye mijara gengeşîyan.

Heke em hewl bidin ji bo pênaseyeke sîyaseta kurdistanî, em dikarin wiha bêjin: Sîyaseta kurdistanî, talebên sîyasî yên miletê kurd li ser axê pênase dike û  kurdistanîbûna xwe derdixe pêş.

Lê kêşe li vir naqede. Bi wateya xwe ya xwerû peyva kurdistanî berhevkar e û kes an tiştên ji Kurdistanê bi wateyekê tîne ba hev. Lê heke wateyeke siyasî lê bar bibe, wê demê dibe têgiheke cudakar. Di destpêkê de li hember bereya tirkîyewiyê wek berhevkar xwiya bike jî, terefên kurdistanî yên sîyasî ne bereyek in. Em dikarin terefên sîyasî yên ku xwe wek kurdistanî nîşan didin jî di du koman de berhev bikin:

  • Terefên ku çareseriyê di hindur terîtoryaya (sînorên) dewletên dagirker de dibînin. Ev terefên sîyasî talebên miletê kurd li ser axa Kurdistanê pênase dikin lê çareserîyê bi miletê tirk re û di nav sînorên heyî de dest nîşan dikin. Talebên wan ên sîyasî jî li Tirkîyeyê Kurdistaneke federal an otonom e. Bi sedem ku projeyeke federalî ya şênber nehatiye xêzkirin, cudahîyên di nav terefên federalîxwaz bi xwe de jî û yên di nav wan û otonomîxwazan de jî ne zelal e.
  • Terefên ku çareserîyê di cudabûna Kurdistanê de dibînin. Ev terefên sîyasî çareserîya mayînde di cudabûn û serxwebûna Kurdistanê de dibînin. Ev teref cudaxwaz û serxwebûnxwaz in. Ev teref jî di hundir xwe de cudahîyan dihewînin û di mijarên sîyasî, rêxistinî û terza têkoşînê de xwedî bername û helwestên cuda ne.

Ji xêncî van terefên ku mirov dikare li gor hin xetên reş ji hev cuda bike, hin terefên ku dixwazin di nav van her du terefan de cîyekî sêyem vekin, hene. Ew jî dibêjin ku otonomî, federalî, konfederalî û serxwebûn jî talebên sîyasî yên kurdistanî ne û pêwîstî bi cudabûna federalîst û serxwebûnxwazan tune ye. Em dikarin bi parastina mafê çarenûsî sîyasetê bikin, cudadîtina van her du alîyan luks e.

(Di rastiyê de ”konfederalî” ji bo du dewletên heyî yên ku bixwazin bi hev re bijîn pêkan e. Ji ber vê yekê, nabe ku konfederalî weke otonomî û federasyonê bê nirxandin. )

Mafê çarenûsî

Mafê çarenûsî prensibeke sîyasî û hiqûqî ye û zêdeyî 100 salî ye ku di lîteratura sîyasî û peymanên navdewletî de cî girti ye. Ev prensîb ji alîyê demokrat û pêşverûyên cîhanê ve wek prensîbeke dadî tê parastin. Û bi giştî di bernameyên her partîyên Kurdistanê de cî girti ye. Bê gûman divê bernameyên sîyasî xwe bisipêrin prensîbên wekhevîxwazîyê û ev prensîb jî daxwaza wekhevmafîya millî dike. Lê ji vê prensîbê bernameyeke sîyasî dernakeve. Wek nimûne: Di bernameyên partîyên me de mafê mirovan, mafê zarokan, mafê jinan, mafê kêmaran jî wek prensîb tên parastin. Sîyaset xwe dispêre prensîban lê sîyaset û bernameyên sîyasî ne prensîb in.

Sîyaset ji bo bidestxistin an parastina desthilatdariyê koma  rê û rêbazan e. Divê hedef û rêyên gîhana wan hedefan berbiçav be. Nabe ku tu bêjî em mafê çarenûsî diparêzin; otonomî, federalî, serxwebûn jî dikarin bibin çareserî. Bi vê prensîbê hedefa sîyasî şolî  an winda dibe.

Mafê çarenûsî di eslê xwe de mafê damezirandina dewleteke cuda ye. Ji bo tu sîyasetê bikî divê tu çareseriyeke berbiçav pêşnîyar bikî.

Statû

Peyveke reaktîf ya din jî “statû” ye. Ev peyv jî bertekek li hember sîyaseta PKKyê ye ku dev ji talebên millî berdaye û li dij her cûre dewletbûyina kurdan derdikeve. Êdî xwestina statûyeke sîyasî jî ji bo hin partîyên kurdan bûye talebeke programatîk. Em ji wateya vê peyvê ya ferhengî dest pê bikin:

Statû:  “rewşa kesekî ya di hundir dezgeh an civatekê de” ye. Statûya taybet, statûya civakî, statûya hatiye bidestxistin hin cûreyên statûyê ne. A rastî, ji xêncî lîteratura bakurîyan  li tu derê diinyayê nehatiye dîtin  ku ji milet re an ji zimên re statû bê xwestin. Wek nimûne: Statûya Dewleta Fîlîstînê di Neteweyên Yekbûyî de ÇAVDÊRî ye. Lê tu fîlîstînî nabêje em ji Filistînê re statû dixwazin. Başûrê welatê me dewleteke federe ye. Ango em nabêjin statûya kurdên Başûr federe ye. Federebûn ne statû lê teşeyeke dewletê ye. Yên statûxwaz jê haydar in an na, ne diyar e lê daxwaza statuyê ji bo miletê kurd, di hundir xwe de wê fahmê dihewîne ku miletê kurd beşek ji Tirkiyeyê ye.

Çi têgihên bibertek em diafirînin û çi tegihên ji der ve dikevin ferhenga me bi lez û bez belav dibin û mirov nikare xwe jê biparêze. Ji bo wê, hewcedarî bi nîqaş, rexne û bi hev re fikirîneke navxweyî heye.

Bi hêvîya ku di vî warî de bibe alîkar, em ê di beşên jêrîn de çend xalên esasî yên PÊLKURDê di mijara kurdîstanîbûn û cudaxwazîbûnê de ji nîqaşan re vekin.

Li gor têgihîştin û siyaseta  PÊLKURDê ya cudaxwaz û serxwebûnxwaz   xetên esasî ev in:

  • Siyaseta sexwebûnxwaz nikare xwe di nav sînorên çêkirî de, di  nav sîstema dagirker de, li gor yasayên sîstemê xwe dizayn bike, xwe bi rêxistin bike û li gor wê tevbigere.
  • Siyaseta serxwbûnxwaz hemû sînorên ku Kurdistanê parçe kirine red dike û li dij dagiriyê helwêsteke zelal digire.
  • Hemû dam û dezgehên dewletên dagirker yên li Kurdistanê red dike û wan meşru nabîne. Li gor îstiqameta Enqereyê û li gor hilbijartinên giştî yên li Kurdistanê tevnagere û bi tevayî red dike.
  • Siyaseta cudaxwaz, yekîtiya hemû parçeyên Kurdistanê û serxwebûna Kurdistanê bi tevayî ji xwe re dike armanceke stratejîk.  Di tu demê de, di tu pêvajoyê  de dev ji vê armancê bernade. Hişmendiya bilind ya kurdıstanîbûnê û îstiqameta xeta serxwebûnxwaziyê ev e û  lê dixebite ku vê hişmendiyê bilindtir û berfirehtir  bike.
  • Siyaseta serxwebûnxwaziyê xwe li gor dewletbûyînê amade dike û xwe bi rêxistin dike. Ji bo dewletbûyînê çi dam û dezgeh pêwist bin, ji bo avakirin û çêkirina wan tevdigere. Hêza xwe li gor avakirina dewletekê organîze dike.
  • Siyaseta serxwebûnxwaz ji bo gihandina armanca xwe ya  sereke tu rê û rêbazên tekoşînê red nake. Ji bo dewletbûyînê, ji bo dewlet avakirinê hemû rê û rûbaz meşrû ne û her yek li gor xwe pêwistiyeke wê heye. Û divê xwe ji hemû rê û rêbazan re jî amade bike.
  • Û  divê di van qrîteran (pîvanan) de mejiyê siyaseta serxwebûnxwaz  zelal be. Ev zelalî giring e,  heke ev zelalî tune be ji terza siyaseta tirkiyewîbûnê re rê vedibe,  ew dibe serwer û dawî dibe têkçûyîn.  Çareseriyên wek otonomi an federali   di pêvajoya têkoşîna doza Kurdistanê de li gor şert û mercan, li gor  kojûnktûr û hêza rêxstinên  kurd tenê dikarin di navberê de bibin merhale, bibin gav, bibin deskeftî lê nikarin bibin armancên sereke.

Siyaseta serxwebûnxwaz li gor armancên xwe yên stratejîk û li gor hêza xwe têdikoşe û li gor wê li alternatifên din dinêre. Tu destkeftî an gavên erênî red nake û li gor pêwistiya pêvajoyê helwêst digire bêyî ku ji îstiqameta xwe şaş bibe.

  • Dewleta dagirker li gor huqûqê dijminatiyê li neteweyê kurd dinêre û helwêst digire, li gor wê karên jenosîdal, tunekirin/îmhakirin, tehrîbkirin û asîmîlekirinê bi bername û bi îstiqrar dimeşîne, aniha ev huqûq di dewrê de ye. Li hember vê, hêzên cudaxwaz nikarin li gor huqûqa dostinî, wekhevî û demokrasiye tevbigerin. Ne helwêstgirtineke realist e ku mirov ne li gor vê huqûqê lê li gor huqûqeke xeyalî tevbigere û têkoşîna doza Kurdistanê bisînor û bêwate bike.
  • Siyaseta kurdistanî  û serxwebûnxwaz,  têkliyên dostikî, tengegrûbî û tengehevaltiyê red dike. Li avakirina hişekî hevbeş dixebite û tenê menfeetên milî û niştimanî difikire û wê esas digire.
  • Kurdistanîbûn ne ew e ku tu xwe bihêlî li hêvîya merhemet, însaf û diyalogên derewîn yên  bi dagirkeran re. Hêvî û lavakirin qet nîn e.

”-Bijî Kurdistaneke Yekgirtî û Serbixwe!”

 

Wêne: Arif Sevinç 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *