Ji nimûneyên zargotina me – 246

Ji nimûneyên zargotina me – 246

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûçilûşeşan me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berhema heftan berdewama nivîsa ”EYANBÛNA HELEQETÎYA XÛN-QINÊTÎYÊ EDETÊD KURDADA” ye. Em îro beşa wê a sisîyan çap dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

EYANBÛNA HELEQETÎYA XÛN-QINÊTÎYÊ EDETÊD KURDADA -3 

Nav kurdada edet heye gelekî peyê kinêzêd xwe didin, bo helalî, xîreta wana, bo xatirê xûn û qinêtîyê. Lê timê usa nîbû, wede hebû, wekî hinek kinêza jî ji rûyê qewl-qrarêd başqe-başqe, nemamî ber û qebîlêd xwera, pizmamêd xwera dikirin. Gelek cara, gelek jinêd kinêz alî qebîla bavê xwe nedikirin, alî ber û qebîlêd dereke: yêd mêrêd xwe dikirin, xîreta bera mêrêd xwe dikşandin, lê ew tekmerî bûn, hindik. Eva yeka nîşan nade, wekî jinêd kurd gişk nemam bûne, na xêr – çawa mêr, usa jî jina kurd, ser hîmê pizmamtîyê hîmlî li alîyê ber, qebîla mala bavê xwe bûne. Gele kinêza xortêd qebîla xwe, hela kurapê xwe distendin. Zewacêra jî grêdayî, ew yek folklora kurdada rind hatîye eyankirin. Mesele klama ”Elikê Şemo”-da qîzap dixweze kurapê xwe bistîne. Klamêda qîzapa Elikê dibêje:

 

”Elikê Şemo berxa bîne, berxa bîne,

Berxa bîne, berxa bîne,

Kurê apê min berxa bîne,

Lê kulêv dayne, min birevîne,

Êlê dayê, kevir derdê dil nebîne.

Ezê dîna xwe didim Elikê Şemo,

Kesekê forma Elikê Şemo

Darê dinêda wê tunîne,

Elikê Şemo berxa bîne,

Êlê, dayê kevir derdê dil nebîne”.

 

Vê efrandina cmaetêda rind hatîye eyankirin, wekî qîzap dixweze kurapê xwe bistîne. Klama ”Kurxalo”- da jî qîz aşkera kurxalê xwe dide serwextkirin, wekî ew dixweze wî bistîne.

Klamêda hatîye gotin:

 

”Kurxalo, kurxalo,

Tu dîn mebe, dîn, dîn mebe,

Ez qîzxala teme,

Yalê bejna xweda bê şik bê şûbeme.

Kurxalo, kurxalo, merûmo,

Aqilsiviko û deyndaro.

 

-Qîzxalê, qîzxalê!

Merûmê te çi got,

Nav koma bira û pizmaman

Sozê te ne şkênand, ji tera digot,-Belê

Gelî heval, hogirno!

Sîng û berê qîzxala min usane,

Nola çîçikek berfa belekyane”(7).

 

Çawa em dibînin, klamêda ne ku tenê xwestina qîzikê hatîye eyankirin, usa jî hizkirina xort heye bona qîzikê bistîne. Ev xwestinêd hana grêdayîne xûn û qinêtîyêra, zewaca êndogamra. Hene efrandinêd usa jî, wekî nîşan didin zewaca êkzogam nav kurdada, wekî kurd tenê ji qebîla xwe ne zewicîne, usa jî ji qebîlêd din qîz anîne, yanê qebîl çiqasî êndogam, aqasî jî êkzogam bûne. Bo zewaca ji qebîlê der em klamekê bînin ortê, mesele, klama ”Êlê bedewê”-da hatîye gotin:

 

”Êlê bedewê Emînê me dudune,

Yek qîzape, yeke dine.

Qîzap ruhistînê canê mine,

Qîza xelqê xerîb kirasê canê mine”(8).

 

Vê klamêda, çawa em dibînin, mêla xortê ber zewacê li terefê “qîza xelqê”-ye, wê hesab dike “kirasê canê xwe”, ji bera xwe qîza naxweze.

Qinyatêd waye folklorê û êtnografîyê derheqa zewacê gelek hene, yêd ku îzbat dikin, wekî nav kurdada çawa êndogamîya, usa jî êkzogamîya hebûye, lê qnyatêd usa, çawa faktêd praktîkî û nvîsandî tunene, wekî nîşandin berê yan jî vê paşwextîyê hebûne û hene qebîlêd êndogam yan jî êkzogam. Lema jî gerek em bên ser wê fikrê, wekî çawa wextê qurnêd kevn, usa jî vê axrîyê “qebîlêd” êkzogam tunebûne, lê hebûye zewaca êndogam û êkzogam.

Wexta em xeber didin derheqa zewacê, gerek bîr nekin, wekî wexta patrîarxatê hebûye jinrevandin û pevguhastina jina (berdêlî).

Bona pevguhastina xûşka qelen ne distendin, pevguhastina jina, usa jî reva jinê cûrêd zewacêye zemanê berêne, ew herdu curêd zewacê jî, çawa paşmayîyêd zewaca berektîyê, heta nha jî nav kurdêd me derda hene. Ew herdu zewac jî nîşan didin, wekî “qebîlêd” êkzogam û êndogam tunebûne.Zemanê qurnêd kevn revandina jinê lazim bû ne ku tenê bona kêmaya jina berekêda, bo gumrehbûna qewata berekêye şerkirinê. Em zanin, wekî wî çaxî, çawa ji terefê hebûnê, usa jî ji alîyê jina û qewatêd sîlihdar xwestina bereka pir bû, lema jî nikaribû biqewimîya, wekî berek û qebîlêd wî çaxî bi sûrêd çînîyê bihatana dorgirtin, heleqetîya wana hevra tunebûye. Hilbet dikaribû, wekî heleqetîya wana hevra tunebûya. Hilbet, dikaribû, wekî heleqetîya wana hevra kêm hebûya, lê ne ku her alîyava qe tunebûya.

Çawa em zanin, êkzogamîya û êndogamîya, wekî paşmayîyêd wan heta îro jî nava cmaeta kurdda hene, grêdayîye xûn û qinêtîyêra. Himberî êndogamîyayê kirî, êkzogamîya ji terefê pêşdaçûyîna merîya dha pêşe. Van cûrêd zewacêra grêdayî em çend xebera bêjin derheqa polîgamîyayê(9) û monogamîyayê(10) nav kurdada.

Kulfetêd kurdayî patrîyarxal hîmlî û zûda bûye monogam. Vê gavê jî, xênji kurdêd Sovêtîyê, nav temamîya kurdada qewatin paşmayîyêd polîgamîyayê (Dêrsim, Îran, Îraq, Sûrîya û yêd mayî). Polîgamîya û monogamîya, bazîsa malhebûnêye tezera qanûnêd rêlîgîyayêra hatine perwedekirin. Qanûnêd rêlîgîya Mehmedîyê, wekî quranêdanin, polîgamîyayê qebûl dikin, lê yêd xrîstosîyê (xaçparêzîyê) mqablî wêne, ew monogamîyayê qebûl dikin. Vê derecêda rêlîgîya xrîstosîyê ji ya Mehmedîyê dha pêştire.

Harêmêd ku sal û zemana nav cmaetêd Mehmedîyêda hebûne, ser riknê heyetîya polîgamîyayê hatine sazkirin. Paşwextîyê polîgamîya nav kurdada grêdayî bûye qelenra, dewlemendbûnêra.

Berê nav gelek cmaetada qelen hebûye, kî ku dewletî bû, qelen dida, çend jin ji xwera danîn. Wexta mêr çend jin distendin, wî çaxî halê jinêd hêwî (11) xirab dibû, pêşda dihat çevnebarî, kutan, lêdan û yêd din.

Her mêrekî Mehmedî bi êşq û dil dikaribû bigota: “Qurana Mehemed pêxemberda nvîsîye, kî dixweze bira gelek jina bistîne, îzina min jî heye ez gelek jina bistînim”. Bi wî teherî quranê, çawa bo pirsêd mexlûqetîyê din, usa jî bona pir jinkirinê mejuyê her merîkî Mehmedî jerdadayî kirîye.

Pirs pêşda tê, gelo polîgamîya zemanê Mehmedîyê pêşda hatîye yan berî Mehmedîyê, xûn û qinêtîyêra girêdaye yan na? Polîgamîya, usa jî monogamîya berî dînê xrîstosîyê û Mehmedîyê pêşda hatine. Ewana, çawa me jorê derheqa zewaca komtîyê got, bi edet-rabûn-rûnştandina berekara grêdayî bûne, lê paşê hîmlî polîgamîya bûye malhebûna arizî, wekî mêr, çawa hebûna xweye arizî, dest dabû ser jinê, ew kiribû pareke hebûna xwe, malê xweyî arizî, çimkî, xênji hizkirinê, ewî dewsa jinê qelan dabû dê û bavê wê yan jî berdêlî kiribû, guhêrandibû. Kurdêd dewlemend dikaribûn bi qelen çend jin xwera banîyana. Gelek mêrêd kurde xweyhebûn usa jî dikirin. Awa, polîgamîyayê gerek em grêdin pêşdahatina hebûna arizîra, wekî hîmva ji zemanê bereka tê. Çi ku derheqa monogamîyaye, gerek bê gotin, wekî pir-hindik qedexebûna zewacê nav neferêd berekada êkzogamîya qewat kir, usa jî berek bi xwe pêşda çû. Em ji terîqa îrokêza û merîyêd Hindistanê zanin, wekî nêzîkî zemanê qûltîyê nav neferêd berekêd wanda zewac berk hetibû qedexekirin, lema jî zewaca cotmerîya qewîn bû, pêşda çû.

“Kulfetê cot – dibêje N. A. Bûtînov,- pêşda anî femdarîya xeberêd “bav”, “dê”, “kur”, “qîz”-ê bi formî pêşda hat sîstêma klasîfîkasîya berekê “(12). Hema ew bû neynesîya wê yekê, wekî kulfetê ser hîmê zewaca cot zewaca komtî ji ortê qewirand.

Mêr extîyarîya pir jinkirinê û nehelalîya xwe berbi jina xwe, destê xweda xwey dikir, lê bi wêra tevayî ewî ji jina xwe dixwest, wekî jin hindava wîda helal be, bi namûs be. Eva yeka grêdaye ruhê zemanê patrîyarxatêra, hebûna arizîra, wekî wî çaxî tenê mêr serkarî lê dikir. Ew dereca monogamîyê bû.

Edetê pirjinkirinêra grêdayî, dêspotîzma mêr hindava jinê, em îro jî nav kurdêd welatê derekeda dibînin. Ew zulmkarî berbi jinêd kurdê Sovêtîyê bi carekêva û zûva hatîye hilanîn. Berê hebûn mêrêd usaye dewlemend, wekî ji 3 heta 7 jina distendin, him ji ber û qebîla xwe, him jî ji ber û qebîlêd din. Vê derê aqas jî cî nedidan heleqetîya pizmamtîyê. Lazim bû xwestina dila û hebûn. Nha pirjinkirin bi zakonî hatîye hildan welatê meda.

Wekî usane paşwextîyê aqas guh nedidan stendina kinêza, çawa berê. Bere-bere kêmbûna êndogamîyayê nav ber û qebîlêd kurdada pêşda anî hizkirin û bijartina tebîyetî, zewaca bi dil. Jina kurd ji zewaca bê dil gelekî acize, wekî folklora meda jî usa rind hatîye eyankirin, mesele: qîza kurd klama “Ahmedo”-da nifirîya li dê û bavê xwe dike, wekî ew nedane dilketîyê wê, lê dane axakî. Ew dilketîyê xwera dibêje:

 

“Ahmedo, navê min Nûrê,

Bejna min zrave, notla dare-dara vê blûrê.

De bira dya min, bavê minva xêrê, wayê nebînin,

Ayê min evdalê çawa ne girtin,

Nedane Ahmedê şivîn,

Ezê girtime dame nebîyê Temoyê

Axê heyştê salî:

Mexmûnê ber tendûrê).

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *