PKK bi êgir dilîze

PKK bi êgir dilîze

Fuat Önen

 

PKK bi êgir dilîze. Divê bizanibe ku agir gûr bike, berî her kesî ew ê di vî agirî de bişewite. Ew qadên ku hûn lê asê bûne bi fedakarî û têkoşerîya pêşmergeyan hatiye rizgarkirin. Başûrê Kurdistanê ji bo her kurdekî, sengereke rizgarkirî ye. Ger îro hûn li wê deverê xwedî hêz in, ew jî bi saya têkoşîna bi dehan sal ya pêşmergeyên qehreman e.

 

Nabe hûn ciwanên ku ji bo Rizgariya Kurdistanê derketine serê çîyan li dijî desthilatî û serxwebûna Kurdistanê bidin kuştin û bi destê wan xwîna xwişk û birayên wan birijînin. Hûn bi çi heqî dikarin pêşî li pêşmergeyan bigirin û kemînan ji wan re danin? Ew serwerê wê qadê ne, hebûna we ya li wir bi saya wan qehremanan e.

 

Divê hûn bibînin ku bi van karên xwe hûn dibin alavên dewletên dagirker. Hûn rê ji Dewleta Tirkîyeyê re xweş dikin ji bo dagirkirina Başûrê welatê me. Hûn rê ji Dewleta Îranê û Iraqê re xweş dikin ji bo têkbirina deshilatîya Başûrê welatê me.

 

Hikûmeta Başûr bi berpirsîyarî tevdigere û bi sikûnet banga biratîyê li we dikin ku hûn dest ji van karên dijminane berdîn. Qîmeta vê helwestê bizanin, rêzê li serwerîya deshilatiyê bigirin. Hêzên ewlekarîyê li her bihust axa Başûr xwedî maf e ku teftîş bike, tedbîr bigire, barögahê leşkerî ava bike, da ku hemwelatîyên xwe biparêzin.

 

Divê hûn tu astengiya ji hikûmeta Başûr re dernexînin û bibînin ku şerê we yê ji hedefên milî bi dûr ketiye, xizmetê ji dagirkeran re dike!!!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *