Hevdîtinek digel Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev

Hevdîtinek digel Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev

Kurdên Rojavayê qîmetê didin karên kurdên Sovyet

Di dema serdana Serokê Federasyona Navneteweyî ya Diyasporaya Kurdan (FNDK) û Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev li Almanyayê, ew ji aliyê Serokê Nûnerayetiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li Ewropayê Sabrî Resûl û nivîskar û rojnamevan Ebdûlazîz Qasim di hevdîtineke dostane de li bajarê Kölen hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de gelek mijarên girîng li ser edebiyat û wêjeya kurdî û rola kurdên Qafqasiyayê hatin gotûbêjkirin, û hêvî hatin xwestin ku têkiliyên nivîskarên kurdên Sûriyê digel sazî û kesayetî û akademesyanên kurd li Rûsiya û Qafqasiya û dewletên Sovyeta berê berdewam bin û her wisa ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê destxweşî li Prof. Kinyazê Îbrahîm hate kirin li ser ked û xebata wî ya pir hêja û binerx ji bo edebiyat û çanda kurdî.

Prof. Kinyaz ji aliyê xwe ve pîrozbahî da duyem kongirêya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê û eşkere kir ku gelekî dixwaze serdana Qamişlo bike.

Prof. Kinyaz derbarê rewşa siyasî pêdagirî li ser yekrêziya tevgera kurdî kir, her wisa eşkere kir ku wî digel cîgirê Wezîrê derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov daxwaza piştgiriya gelê kurd û bi taybetî gelê kurd li Kurdistana Sûriyê kir û da zanîn ku divê kurd yek bin û di axaftina xwe de amaje bi gotineke helbestvanê navdar Cegerxwîn kir, ku dibêje: -heger em nebin yek em ê herin yek bi yek.

https://www.yekitiyanks.com/

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *