Çima xwendina bi dengê bilind?

Çima xwendina bi dengê bilind?

Remzî Kerîm

Di jîyana rojane de gelek feydeyên xwendina bi dengê bilind ji bo te û ji bo zarokên te hene.

-Tu dibî xwedîyê xweşderbirînê. Tûrikê te yê gotinan tê dagirtin û kapasîteya te ya xwendinê bilindtir dibe.

Lêkolînên hatine kirin, xuya dikin: ji bo têgihiştina kûr ya tekstên rojnameyeka rojane, pêwîstîya yekî bi 50 000 gotinan heye û xwendekarekî 17 salî di vê pileyê de ye. Bêyî xwendin, yan bihîstina tekstan, yekî 17 salî xwedîyê 15-17 000 gotinan e.

Tu dizanî eger yekî salmezin her roj ji bo zaroka xwe bi dengê bilind bixwîne, gava zarok dibe 5 salî bitenê bi xêra xwendina bi dengê bilind, 200 000 gotinan dibihîse.

-Têgihiştin û anîn bîrê ya tekstê hêsantir dibe.

Zaroka ku zû bûye nasa pirtûkan, eger tekst bi dengê bilind ji wan re bê vegotin jî, baştir têdigihe di dema xwendinê de çi girîng e.

Bi gotineka din zarok melodîya zimanî fêr dibe, dizane hevok û çîrok çawa tên hûnandin û mebesta tekstê çi ye.

– Bîstikek nêzîkahî û bihevrebûn

Di 5 salên destpêkê de girîngtirîn nimûneya xwendina bilind ji bo zarokan dê û bav in. Dê û bavên ku ji bo zarokên xwe û ji bo xwe bi dengê bilind dixwînin.

Bîstika xwendina bi dengê bilind ji naveroka pirtûkê pir zêdetir tiştan dibexşe zarokan. Nêzîkahî û têkilîyeka hestiyar pêşkêş dike. Zarok bi xêra xwendin û vegotina bi dengê bilind, dengê dê û bavê xwe dibihîsin. Ji bo zarokên biçûçik, xwendina bi dengê bilind dikare riya girêdana psîkolojîk be. Hemû awayên têkilîyên di navbera zarok û dêûbavan de tên ava kirin, giranbuha ne.

Xwendina bi dengê bilind, serpêhatîyeka hevbeş e ku di navbera zarok û dêûbavan de, di navbera xuşk û birayan de çarçoveyeka hevbeş ya referansê ava dike.

– Geşe bi xemxwarî, fantazî û şiyana têgihiştinê dide.

Gava zarok guhdarîya çîrok û xwendina bi dengê bilind dikin, fêrî xem jê xwarina lehengên pirtûkê dibin. Empatîya wan bi pêş dikeve û baştir dikarin perspektîva xwe biguherin. Kulturên din nas dikin. Di serê xwe de fêrî afirandina tabloyên dibin. Fêrî hizirkirinê dibin, fêr dibin mirov bûnewerekî çawa ye.

– Şertên biserketina li xwendina dibistan û jîyana kar baştir dibin.

Li malê çalakîyên xwendinê yên zaroktîyê, bingehê fêrbûna xwendina li dibistanê datîne. Lêkolînan têkilîya di navbera xwendina bi dengê bilind û biserketina li dibistanê eşkere kiriye. Ji bo zarokan xwendina bi dengê bilind, zarokan fêrî rîtm û rêzikên rastnivîsînê dike.

Zarokên pir gotinan dibihîsin, gava dest bi dibistanê dikin, baştir amade ne wan gotinan di nav tekstan de bibînin. Proseya fêrbûna xwendinê ji bo van zarokan zûtir û hêsantir e.

Eger em bi dengê bilind bixwînin û li ser teksta xwendî sohbetê bikin, mejîyên zarokan “tûjtir” dibe. Şîyana xwe konsantre kirinê bi pêş dikeve, zarok bi riya hizirkirina mantiqî fêrî çareserkirina probleman dibin, hêsantir û zelaltir xwe derdibirin.

“Dawî li xwendina bi dengê bilind neyne! Gelek kes gava zarokên wan fêrî xwendinê dibin, dawî li xwendina bi dengê bilind tînin. Berdewam be! Xwendina bi dengê bilind şîyana famkirina tekstê bi pêş dixe, tûrikê gotinan mezintir dike û rê li ber behremendîya zarokên te vedike.”

“Bala zaroka te li ser çi ye? Hewesa zaroka te çi ye? Mereqa zarokên te dikare li ser stêrkan, li ser lawiran, li ser bisiklet yan fotbolê be. Bihêle bila zarok bixwe pirtûka xwendinê hilbijêre.”

Min ev tekst ji swêdî wergerand bo kurdî.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *