Hejmara kovara Bîrnebûnê ya 81an derket

Hejmara kovara Bîrnebûnê ya 81an derket

Alî Çîftçî 

Koma hevkarên vê hejmarê: 

Alî Çîftçî, Dr. Mikaîlî, Seyfî Dogan, S. B. Xell, Mehmet Bayrak, Îhsan Türkmen, Mûlla Evîndar, Adem Özgür, Mem Xelîkan, Hesenê Metê, Hizir Akbîna, Hizir Ateş, Hayrettin Güven, Seyîdxan Anter, Nuh Ateş, Ehmed Mîlan, Mehtab Îdelî, Xizan Șîlan, Ferîdun, Berîvan Keskîn, Îbrahîm Korkmaz, Muzaffer Özgür, Rojvan Enes

 

Di vê hejmarê de ev nivîs hene:

Mehmet Bayrak bi munesebeta 50-salîya nivîskarîya xwe bi sernîvîsa Rastîyên ku kovara Bîrnebûnê li hemberî jibîrbûn û jibîrkirinê pêşkêş kirine… li ser girîngîya Bîrnebûnê nivisîye. Ji bona 50-salîya nivîskarîya xwe Mehmet Bayrak ev nivîs ji kovara Bîrnebûnê re amade kiriye. Em li vir li ser navê hevkarên kovarê birêz Mehmet Bayrak di xizmeta wî ya 50 salîyê de nivîskarîya wî pîroz dikin û nivîsa wî bi wergera kurmancî bi we xwendevanên rêzdar re parve dikin.

Me ji bo bîranîna komkujîyên li hember xelkê ermenî û yên din ku di salên 1915-25an de pêk hatine bi ser nivîsa Şerê Cîhanê yê Yekem, komkujîya ermenîyan û kurd ji çavkanîyên dîrokî lêkolîneka kurt nivisîye.

B. Xell li ser Aborîya kurdên Anatolîya Navîn, Îbrahîm Korkmaz, li ser kalê xwe Hecîyê Kêzikê, Îhsan Türkmen kurteserpêhatîyek bi sernivîsa Vîjdana Mexmikê, Hesenê Metê di debareyê novelê de bi ser nivîsa Dîroka novelê û çend problemên wê, Nuh Ateş kurtehîkayeke bi almanî ya Wolfgang Borchert ji almanî bi navê Nan wergerandîye kurmancî.

Mem Xelîkan, bi kurtenovela Jana zimên û bi helbesta Çend çarîn, Dr. Mîkaîlî ji Polatliyê ji gundî Mikaîla du kilamên şînê berhev kiriye. Îhsan Türkmen bi sernivîsa Curukî, xezîneya keşfnekirî berhemên rehmetîyê Osman Alabay ku wek kitêb hatine çapkirin û bi navê Destana Qamîşê Qul dide naskirin.

Adem Özgür, Hecî Çevîk û Hemo Celikan bi hevpeyvînên xwe herdu xort û berhemên wan bi me dide naskirin. Seyfî Dogan bi helbest, kurtehelbestên bi navê qerfo, quto, Ferîdun bi sê henekan, Hizir Akbîna bi helbesta Etê, Hizir Ateş bi henek/yaranîyên xwe, Hayrettin Güven bi sernivîsa Dengê bavê min! rêzenivîsek, bîranîn û dîyaloga bavê xwe dest pê kirîye. Mûlla Evîndar Wênename, Holik, Berîvan Keskîn Senfonîya mirinê, Ehmed Mîlan bi wergera ji farisî ji çarînên Omer Xeyam, Mehtab Îdelî bi birêz Beyhan Şahîn re li ser du berhemên wî, dîtin û gotinên wî yên li ser zimanê kurdî sohbetek kirîye. Seyîdxan Anter bi ser nivîsa Tilîya di kunmozê de! kitêba Amed Tîgrîs a bi navê Mala Zalê û Teyrê Sîmir dide nasîn. Xizan Şîlan bi sernivîsa Rêya dirêj û Rojên xurbetê, Rojvan Enes bi helbesta Peyv êdî xwedî hejmar in, Muzaffer Özgür bi sernivîsa Cotek gulî ku heketa jîyana malbata xwe ye ev hejmara hatiye dagirtin.

Bi hêvîya ku ev hejmar jî li gor dilê we be bimînin di xêr û xweşîyê de heta hejmara bê! 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *