Berhemên kurdzanên me – 247

Berhemên kurdzanên me – 247

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê serîyek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Nivîs ha tê binavkirinê: ”Pirsa kurdan di dawîya şerê hemcihanê yê dudan da”. Îro em beşa wê a çaran çap dikin. 

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin ji alîyê weşanxaneya Roja Nû da çap bûne, ya 3an Weşanxaneya Weqfa Riya Azadî li Anqerê çap kirîye. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl 

 

Pirsa kurdan di dawîya şerê hemcihanê yê dudan da -4 

Rast e, heta destpêka sala 1944an tevgera kurdan li Îranê tevlihev û ne organîzekirî bû, lê dîsa jî ordîya Îranê nikaribû zora wan bibe97. Gelek deverên Kurdistana Îranê dervayî kontrola hukumeta navbendî bû. Yek ji wan herêma Mukrîyê bû, ku rê li ber ordîya Îranê û cendirmeyên wê hatibû girtin û ew herêm hela di dema Riza şah û paşî wî jî ”hema bêje serbixwe bû”98. Ji bihara sala 1944an di tevgera kurdên Îranê da rola sereke îdî JK (”Komala”) dilîst.

Li başûrê Sekkizê, ku leşkerên Îngilîs li wir bûn, ew partîya, ku hemû çînên civaka kurdan ketibûne navê – ji serekeşîran, milkedaran û merivên ruhanî girtî heta gundîyan, sinetkaran, bazirganên mezin û hûr û aktîvîstên tevgera niştimanperwerîyê – xwedî tesîreke ne pir mezin bû: helwêsta îngilîsan ya ne erênî di hindava wan da, ku wê hesab dikir wek ya bi mêlgirtina komûnîstîyê, û herwiha cudatîya dînî di nav binecîyên kurd da, ku piranîya wan şiyî û ehlê heq (elî-îlahî) bûn, ne dihîşt, ku ew partîya roleke giringtir bilîze. Lê li bakurê Sekkizê, axa, ku leşkerên Sovyet li wir bûn, ”Komala” xwedî qedir û hurmeteke mezin bû. Serekên eşîretên bi nav û deng – Zerza, Xerqî, Mameş, Şikak piştgirîya wê dikirin. Di sala 1945an da hema bêje hemû serekên kurdan yên navdar û gelek kurdên sade yên gund û bajarên herêma Kurdistanê û Azirbêcana Bakur ketine nava ”Komalê”99.

”Komala”yê pevgirêdanên xurt bi rêxistinên kurdan yên nasyonalîstîyê-welatparêzîyê li welatên dereke ra saz kir, wek nimûne, di adara sala 1944an da bi komika ”Hîwa” ya li Kêrkûkê ra peyman hate girêdanê û nûnerên wê di havîna wê salê da seredana Mehabadê kirin. Rêxistinên kurdan yên din jî ji Îraqê, Sûrîyê û Tirkîyê hatine wira bona hevraxberedanan derbaz bikin derheqa otonomîya kurdan da. Di tebaxa sala 1944an da li çiyayê Delanparê, li ser sînorên Îraqê, Îranê û Tirkîyê nûnerên kurdên Îranê – Qasim Qedirî, Îraqê – Şêx Ubeydulle ji Zêno û ji Tirkîyê – Qazî Melle Vehab rastî hev hatin. Wana ”Peyman-î Sê Sênûr” îmze kirin, ku gorî wê gerekê alîkarîya çekan, cebirxaneyan bidine hevdu, alî hev bikin bona şerê ji bo ”Kurdistana Mezin”. Propaganda îdêya sazkirina ”Kurdistana Mezin” ya ji Behra Sipî girtî heta Tengava Farizistanê ji Bedirxanîyan jî dihat, ku wê demê li Bêyrûtê diman û di destpêkê da navbenda pankurdîzmê li wir bû.

Bi vî awahî, ”Komala” bû rêxistineke nasyonalîstîyê ya tevaya kurdan. Lê karê wê yê mezin di nav kurdên Îranê da dihate kirinê. ”Komala” hewil dida pêşenîya miletîyê ya berfireh saz bike, ku komên kurdan yên komûnîstîyê yên Îraqê û Îranê û rêxistina nêzîkî wan – ”Rizgarî kurd” jî biketana navê. Piranîya welatparêz û nasyonalîstên, ku ketibûne nava wê pêşenîyê, xwe li wê rê girtibûn, ku Kurdistana Îranê otonomî bi dest xe. Lê kesên xwe li riya çep girtibûn, piranîya wan jî komûnîst bûn, serdestî didane wê yekê, ku berjewendîyên gelê kurd gorî sîyaseta der ya Yekîtîya Sovyet pêk bînin100.

Di hêla organîzasyonê da ”Komala” di destpêkê da sist û bi sîyasî xişîm bû. Wek ku W. Eagleton nivîsîye, ew ”dêmokratîya bi cûrê kurdî bû”. Serokatîya partîyê ya hilbijartî tunebû. Ditirsîyan, ku Qadî Muhemmed bikine nava wê, ji ber ku tesîra wî li ser kurdan pir bû. Her tenê di meha çirîya pêşin sala 1944an da wî vexwendine ”Komalê” û ew yekser bû serokê wan, ew jî wê demê, ku ew nehatibû hilbijartinê wek endamê komîtêya navbendî ya wê partîyê jî101.

”Komalê” ne yekser bû navbenda organîzekirinê ya tevgera kurdan ya miletîyê li Îranê. Nav û hurmeta wî li ser tevaya herêma kurdan ya welêt belav ne dibû: ser piranîya axa wê serokatî di dest serekên eşîretan da bû. Piranîya wan piştgirîya wê partîyê dikir, lê ne dixwestin li warên xwe serokatî ji dest xwe berdin. Hinekan ji wan, xwesma li başûrê Kurdistana Îranê, xwe dûrî ”Komalê” digirtin, carna jî dijminaya wê dikirin û ev yek bi dilê îngilîsan û emirkanan bû. Lema jî di destpêkê da partîyê li herêmê zêde propaganda sîyasî dikir, lê tevgera kurdan li Îranê piranî bê ser û ber bû. Meriv dikare bêje, ku ev herdu bi hev ra dimeşîyan, lê kara wan ji hevdu ra tunebû. Ji bo nimûne, di adara sala 1945an da bi hereketê endamên genc yên partîyê li Mehabadê opêraya pêşin ya bi zimanê kurdî hate nîşandayînê, ku dihate binavkirinê ”Daîk-î Nîştiman” û tê da nîşan û nimûneyên nasyonalîzma kurdan yên xurt xuya dibûn, ji ber wê jî ew pir bi dilê gel bû102.

Piştî salûnîveke kêm-zêde bêdengîyê li Azirbêcana (Başûr) Îranê û li Kurdistana Îranê careke din eşîretên kurdan bi serokatîya Zoro beg û serekên din yên bi nav û deng serî hildan, ku wek berê bê organîze û bê ser û ber bûn û ji wana binecîyên am û tam dihatine kuştin. Xwesma ji 21ê hezîranê heta 13ê tîrmehê sala 1944an pevçûnên mezin bûn. Piranî ew di rûyê emelên provokasyon yên serokatîya Îranê da dibûn, ya ku dixwest wan tevlihevîyan bi kar bîne bona leşkerên hukumetê dîsa bişîne Azirbêcanê. Baylozxaneya Sovyet li Tehranê derheqa wê yekê da ev sipartin da karmendên baylozxaneyê û konsûlxaneyan: 1) eşaretî bidine serekên kurdan, ku ew wan pevçûnan bidine sekinandinê; 2) de`w ji desthilata cî bikin bona ew mecalên anegor qebûl bike; 3) destûrê bidine desthilata Îranê parleşkerên xwe bi jimareke sînorkirî bişîne wira103.

Ev bûyer ne tenê li baylozxaneya Sovyet li Tehranê deng da, lê herwiha li Moskvayê jî, ew jî ser dereceya bilind. Cîgirên komîsarîata gelî ya karên der V. G. Dêkanozov û S.Î. Kavtaradzê 18ê tîrmehê sala 1944an nivîsek ji V. M. Molotov ra şandin û bawerîyên xwe ser wê problêmê dîyar kirin. Di wê da dihate destnîşankirin, ku rast e, tevlihevîyên kurdan li navçeyên Makuyê, Şahpûrê, Xoyê û Rizayê hatine sekinandin jî, lê rewş pir ne aram e. Rewşa sert bi wê yekê va girêdayî ye, ku hukumeta Îranê hewil dide qedir û hurmeta xwe li Azirbêcanê li xwe vegerîne û pêşî li hewildanên kurdan yên cudaxwazîyê bigire; Hukumet dixweze di nav kurdan da xweserîtîyan bike, naxweze xurek û eşîyayên senayê bişîne warên kurd lê dimînin, naxweze pirsa derheqa zozanan da çareser bike û h.w.d. Dû ra G. Dêkanozov û S.Î. Kavtaradzê pêşnîyar dikin van mecalan qebûl bikin: zor li hukumeta Îranê bikin bona ew dest ji tevlihevîyan bikişîne û karmendên gunehkar ji kar bavêje; rê li ber serokatîya Îranê negirin, ku ew bona şerê dijî tevlihevîyan leşkerên zêde bi kar bîne; nehêlin, ku hemû kurdan bê çek bikin, lê bikine bîra serekên kurdan, ku ew gerekê li ser riya mecalên hukumetê yên bona parastina qeyde û qanûnan nebine asteng; çend karmendan biguhêrin, dewsa wan yên nû kivş bikin bona qewînkirina karê konsûlxaneyên li Tewrêzê, Makuyê, Rizayê. Nivîsa V. M. Molotov ya li ser wê daxwaznameyê ha bû: ”Ez razî me. Gerekê wan pêşnîyaran pêk bînin”104.

 

(dûmayîk heye)

 

97 FR. 1943, vol 4, rûpel 427. Nivîsa baylozê Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî li Îranê Ford ji bo sêkrêtarê dewletê K. Hêll 29.12.1943.

98 Rambout L.  Le kurdes et le droit, rûpel 106.

99 Eagleton (Jr) W. The Kurdish Republic, rûpel 35-36.

100 Dîsa li wir, rûpel 37-39.

101 Dîsa li wir, rûpel 39.

102 Dîsa li wir, rûpel 40. Nûnerên Sovyet li Bakur-Roava Îranê xemgînîya xwe dîyar kirin, ku di opêrayê da nîşan û nimûneyên dijî Îranê hene.

103 AVPRF, fonda ”Sêkrêtarîya V. M. Molotov”, dexleya 6an, çenteya 458an, deftera 37an, belgeyên 12, 13-15an. Nivîsa baylozê Yekîtîya Sovyet li Îranê M. A. Maksîmov bona V. M. Molotov, 13.07.1944.

104 Dîsa li wir, rûpel 21-22.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev