Ji nimûneyên zargotina me – 247

Ji nimûneyên zargotina me – 247

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûçilheftan me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berhema heftan berdewama nivîsa ”EYANBÛNA HELEQETÎYA XÛN-QINÊTÎYÊ EDETÊD KURDADA” ye. Em îro beşa wê a çaran çap dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

EYANBÛNA HELEQETÎYA XÛN-QINÊTÎYÊ EDETÊD KURDADA -4

Efrandinêd cmaetêye usa gelekin, kêderê qîza kurd mqabilî zewaca newekehev, ya bêdil şikyat dike.

Zewaca dûrî hev, ne êndogam alî cansaxlemî û sehet û qewata kurda kir, çimkî ji alîyê xûnê, çawa me got, ji hev zewaca neferêd qebîla xirabe, doxtrîyê îzbat kirye, wekî zewaca silsileta diha dûrî hev başe. Ev paşmayînêd han nîşan didin, wekî cûrêd zewacêd jorê gotî ji mexlûqetîya qurnêd kevn tên, ji zemanê berektîyê, ji wextê patrîarxatê.

Pêşdahatina polîgamîyayê dînê xrîstosîyê, Mehmedîyê û yêd dinra ne grêdaye, her axrîyê, ew edetê berê bi qanûnêd dînra hatine perwedekirin. Ew qanûn jî bona kara muftexuranin, em derheqa wan naxwezin xeberdin, çimkî têma mera nayêne grêdan.

Wekî usane, ew glîyêd ku mella, şêx û pîra derheqa zewacê, mêr û jina, bextê wanda digotin û dibêjin, riknê xweva ne rastin, mesele, ewana digotin: „mqedera ewî mêrî usa bû, wekî çend jina bistîne“, usa jî derheqa jina digotin. Ew femdarîya fatalîstîyê ji alîyê marksîzmêda hatîye hincirandin.

Awa, edet, rabûn-rûniştandina cmaeta kurd ne ku ser hîmê qanûnêd dîn pêşda hatine, çawa dibêjin wekîlêd terêqê, lê ewana grêdayîbûne û grêdayîne pêşdaçûyîna deranînêra, malhebûnêra, usa jî kûltûra merîyaye nifûsdarra.

Ew edetê sal û zemana, zewaca êndogam, êkzogam nav kurdada bûye xûn û qinêt, paşmayîyêd wan nha jî hene û wexta zewacê, heyfhilanînê, şîn û şaya, rêwîtîyê, hebandinê û yêd mayî rind tên eyankirin.

Xênji cûrêd zewacê, wekî me jorê got, xûn û qinêtî, wexta xiyatê û zarobûnê jî tê eyankirin. Bûyîna zara kurîn bona neferê qebîlê şabûn pêşda danî. Ew yek bo dijmina melûlî bû. Ew cûre bi femdarî nav kurdêd Sovêtîyêda hîmlî hatîye hilanîn.

 

3 WEXTA HEYFHILANÎNÊ

Çawa edetê zewacêda, usa jî wexta heyfhilanînê bira-pizmamtî nav kurdada tê eyankirin. Wexta şera, heyfhilanînê heleqetîyêd pizmama dha zêde û qewîn bû.

Çiye heyfhilanîn?

Heyfhilanîn qewmandina mexlûqetîyêye, ew grêdaye pêşdahatina malhebûna arizîra.

Wexta qeydemexlûqetîya berektîyê pey pirbûna hasilet û hebûna berekara, berekekê davît ser bereka din, ew talan dikir, çi ku danî, dikir tev hebûna xweye tomerî. Tev wê hebûnê jî jin, qîz direvandin. Zemanê arxayîk, ser hîmê şerê orta berek û qebîla talankirinê, zeftkirina hebûna arizî, xwelîyê û revandina jinê pêşda hatîye heyfhilanîn. Nav gelek cmaetêd dinda têrmîna heyfhilanînêra grêdayî, didin xebatê xebera ”xûnê”. Mesele, bi zmanê ermenî dibêjin: ”aryan vrijarutyun”, ûrisî: ”krovnaja mêsti”, gêrmanî: ”Das Blut Vergîessen”, korsîkî ”Vandeta”. Wexta em dibêjin ”heyfhilanîn”, fem dikin, wekî wexta heyfhilanînê xûn tê rêtin. Bi texmîna me xebera kurdî, usa ya korsîkî nêta xweva diha rastin, çimkî wexta heyfhilanînê her gava nîne, wekî xûn tê rêtin, wede hebû, wekî kurda bê rêtina xûnê, hevdukuştinê, heyf ji hevdu hildidan: malê hev, heywan, hasil û yêd din dibirin, lodêd hev dişewitandin, zevîyêd hev diçêrandin û yêd din.

Heyfhilanîn pêşda diçe, dha qewîn dibe zemanê snifîyêda. Bê hebûna arizî, bê kara merîya tunebûye û tune hayfhilanîn. Zemanê sinifîyêda heyfhilanîn destê snifê muftexurada dibe sîlih. Mesele: dewlemendêd kurda, ”pizmamêd” xwe bona kara xwe raberî kurdêd cînar, teyfeke din dikirin. Nha jî usane nav kurdêd Îranê, Tûrkîyayêda, Berî zemanê Sovêtîyê bal me, wexta jinrevandinê, wekî yekî bûka yekî dinî kesîb birevanda, hindik merî dihatin ortê, lê wexta bûkeke maleke dewlemend, malxwêkî bi nav-deng yan jî serkarê qebîlê birevîya, wî çaxî bi tesîletîya wî dewlemendî gelek pizmam hazir bûn pişta wî bigirtana, bona wê bûkê xûn birêtana yan jî dewsa jina revî jineke din ji qebîla mqabil banîyana. Eva ji rûyê wê yekê bû, wekî kurde paşdamayî bûn, hela ji kara xweye snifîyê rind fem nedikirin.

Hilbet, çawa edet, bo reva jina kesîba jî pizmama şer dikirin, heyf hildidan. Ji rûyê pêşdaçûyîna deranînê, blindbûna kûltûrayê, nav gelek cmaetêd dinda heyfhilanîn hîmlî hatîye hilanîn. Lê heta îro jî nav kurdêd derekeda heye û cîna hela gelekî jî qewete.

Heyfhilanîn, wexta berekada destpêkirî heta îro jî, bona neferêd her berekekê, berekê, temamîya qebîlê, êl-eşîretê, çawa edet, extîyarî û borcdarî hatîye hesabkirin. Her nefereke qebîlê ser hîmê edetê kal û bava borcdar bû, wekî heyfa xwe, ya neferêd ber, qebîla xwe ji dijmin hilda.

Bona kuştina mêrê pizmam, reva jinê, namûsê û hebûna arizî nav kurdada her sal merî dihatin kuştin. Bona îzbatkirina glîyê xwe, em çend îzbatîya bînin ortê. Ulmdarekî Înglîs: Frêdrîk Bart, wexta rêwîtîya xwe li Kurdstana penzerê (Îraqê) diçe gundekî kurda. Gundî hevra dikevin hucetê, derheqa huceta wan ew dibêje: ”Hucet derheqa extîyarîya xwelîyê bû”. Pizmam hevra ketibûn hucetê. Ewana du gundada diman: li Tazkahanêda û Kunîsarda.

Bnelîyêd gundê Tazkahanê birêd hev ”A” û ”B” xwelîya bavê xwe nav hevdu parevedikirin. ”A” xwelîya xwe dide merîkî din, lê paşê, Çatarê kurê B wê xwelîyê distîne. Kurê A tê guhastin gundê Kunîsardê, xwelîya wî tune bû, paletî dikir. Paşwextîyê nebîyê A. Fata xwelîya kal û bavê xwe paşda dixweze. Ew xwelîya bin bandûra Çatarda dixweze bifroşe. Fata mqabilî wê yekê dibe…

Ew hucet bi wê yekêva kuta dibe, wekî yek gura yê din nake, li hev dixin, Fata Çatar dikuje. Wî çaxî kurê Çatar çûk bû, nikaribû heyfa bavê xwe hilanîya, çimkî Fatar jî nîşandarekî gelekî zor bû, lema jî kesekî nikaribû heyf jê hilda. Wextekê şûnda Fata merîkî din jî dikuje. Pey wê yekêra Fata ji gund dertê, diçe cîkî din. Qadirê kurê Çatar mezin dibe, çawa pale li warê lênhêrandina arxêologîyayê dixebite. Kurêd pizmamêd Fata: Letîf û Reşîd jî bi wîra dixebitin. Qadir qrar dike, wekî heyfa bavê xwe hilde, xort (Letîf û Reşîd) bi wê yekê dihesin, teweqe dikin, wekî wana biguhêzin cîkî din. Glîyê wan tê qedandin û qezîya ji ortê tê hilanîn”(13).

Reva jinê jî neynesîke heyfhilanînêye. G. Halacyan wexta derheqa kurdêd Dêrsimê xeber dide, dibêje:

”Revandina jinê bona mêr qoçaxîke zor tê hesabkirin, ew nîşana mêrxasîyêye, wekî pirsa namûsêra tê grêdan. Revandina jina atrîbûteke qebîla kurdaye xûn-qinêtîyêye, wekî gele cara dibe mena kuştinê û pêşdahatina şerê nav qebîlada”(14).

Bi gotina Elîyê Evdilrehman – sala 1915-a li qeza Wanê, gundê Boralanêda, orta qebîlêd kurdaye Hecîbalo û Qirmizkada seba revandina qîzekê şer pêşda tê. Wî çaxî sê mêr tên brîndarkirin. Dû brîndarkirinêra qebîla Hecîbalo xûna Orîndarêd desta Qirmizka dide û herdu qebîl li hev tên. Dû heyşt salara, fesla zivistanê, wexta êvarê kerîyê pêz tê nav gund, kavireke desta Qirmizka tevî pezê Çetoyê Hecîbalo dibe. Xweyê kavirê çend mala digere, kavirê nabîne. Wexta diçe hewşa mala Çeto, kavirê tev pezê wî dibîne û ser hîmê wê yekê jî xudanê kavirê dibêje, wekî we wextêda mêrêd me brîndar kirin, hûnê îcar jî heywanêd me talankin. Wî çaxî gundîya li drûnga gîha didan pezê xwe. Wexta dengê wana dibihên, her kes tving û qirmêd xwe hiltîne û destek desta din dide ber gulla. Wê demê 12 mêr ji herdu alîya tên kuştin, 24 jin bî dimînin” Bê pizmamtî nav kurdada tunebû heyfhilanîn(15).

Terîqzanekî ermenî: Hakob Şahpazyan nav kurdada gelekî maye, zmanê me, rabûn-rûnştandina kurda rind zanibûye. Wexta derheqa qebîlêd kurda dinvîse: bi edetra, xeysetê wanra grêdayî, usa jî xeber dide derheqa qanûnêd heyfhilanîna kurdêd nehîya Hazo,

Ew dibêje:

”Qanûna” pêşin eve:- çend qebîl dighîjin hev û dibin eşîreteke bi neslî (ser hîmê qanûna neslê- E.E.), êlbaşî serkarîyê li eşîreta xwe dike.

Ya duda: -her qebîlek serkarê wê heye, wekî serkarîyê li neferêd wê dike.

Ya sisîya: -ew qebîlêd dikevin nav eşîretêd başqe-başqe, wexta nav wanda mêr tên kuştin, wî çaxî pirsa barişîyê tê danîn, merîyêd qenc dikevin ortê, bo wan li hev bînin.

Ya çara:- wî çaxî hesabê kuştinê tê kutakirin, kengê 50 zêr heqê xûna merîyê kuştî tê dayîn yan jî dewsa merîyê kuştî mêrekî din dikujin: heyfê hiltînin ”(16).

Cîkî din, bi heyfhilanînêra grêdayî, Şahpazyan derheqa sîlihdarî, sîlih hizkirina kurdada diwekilîne:

”Kurd ji şûr û tivingê hiz dike. Ew bona wî tiştine lape ferzin, wekî pê wan dikare zorê, mêrxasîyê bike, heyfê hilîne û heyetîya xwe xweyke. Kurd nikare bê sîlih bimîne usa, çawa meriv nikare bê çev bimîne”(17).

Derheqa heyfhilanîna nav kurdada gelek avtorêd din jî xeberdane. H. Arakêlyan jî nav kurdada êpêce maye, hînî edetê wan bûye. Ewî derheqa şerê nav ber û qebîlêd wana gelek mesele anîne ortê xebata xweye ”Kurdêri irens tani” (”Kurd di mala xweda” – (Not ya werger e). Derheqa namûsa jina kurd em meseleke wî jî bînin ortê:

”Rojekê,- dibêje Arakêlyan, -jineke axakî Mangûr (qebîla-E.E.), tê nav Mamaşa (qebîla –E.E.). Lê wexta rêwîtîyê, rêke xalîda axakî Mamaşa jinikê dişuhurîne, jinik vedigere tê mala xwe, derheqa wê yekê ji mêrê xwe û serkarê qebîla wîra dibêje. Sibetirê orta Mangûrada û Mamaşada şerekî gran pêşda tê. Ji herdu alîya jî gelek syar dertên. Hema bal Soûcbûlaxê dibe şerekî gran. Berê ewlin Mamaş tên altkirin û heta Sûldûzê paşda vedigerin, lê paşê taxbûreke syarêd Qerepapaxa tê, ardimîyê dide Mamaşa, lema jî Mamaş pêşda diçin û dijmin alt dikin. Wî şerîda 1000 mêrêd Mangûra tên kuştin, usa jî 200 mêrêd Mamaşa. Ji herdu alîya jî serkarêd qebîla tên kuştin ”(18).

Gelek cara merîyêd ne kurd wexta derheqa vê yekê dibhên, şaş dimînin, bo namûsa jinekê gelo çima bi seda merî tên kuştin? Lê tiştê şaşmayînê ortê tune, usa bû edetê kurda. Nha jî usane nav kurdêd Romê û Îranêda. Ser hîmê pizmamtîyê bo jinekê, hebûna arizî gelek merî tên kuştin, brîndarkirin, malêd wana xirab dibin. Usa bûye emirjîyana kurda.

Derheqa edet, heyfhilanîna kurdada gelek avtorêd din jî nivîsîne, dha em naxwezin bînin ortê. Meselêd usaye praktîk nav kurdada pirin. Qewmandinêd şera, xûnrêtinê, heyfhilanînê (pizmamtîyêra grêdayî) usa jî rind folklorêda hatîye eyankirin. Ji folklorê em çend mesela bînin ortê.

Poêma kurdaye ”Zembîlfroş”-da jina tucar bi mêrê xwera nemamîyê dike, dilê wê dikeve Zembîlfroş, dixweze pêra bijî. Mîr bi wê yekê dihese û Zembîlfroş bi jina xweva davêje zîndana bûzê, lê jina mîr: Benî xatûn, ser xwe bûye, mîr dide ber xencera, dikuje, paşê ew û kulfetê Zembîlfroş koç dikin, ji bajar dertên, diçin cîkî usa, wekî lê tunebûne mîr û axa(19).

Vê efrandinêda mîr dixweze bo namûs, xîreta xwe heyfê ji Zembîlfroş hilde, lê ew yek jêra li hev nayê, ew bi xwe jî tê kuştin, mala wî tê batmîşkirin.

Efrandina kurdaye eyan ”Memê û Zînê”-da Al paşa leşkerêd xweva hucûmî ser Czîra Bota dikin, bona heyfa Memê hildin. Egîtê wê poêmê – Qeretajdîn ser mezelê Memê û Zînê serê Bekoyê Ewanîyî nemam dipekîne, heyfa Memê û Zînê jê hiltîne.

Serecema poêma ”Mem û Zînê” em şirovenakin, çimkî serecema wê, çawa efrandineke cmaetêye eyan, bi xwendevanê meva eyane. Vêderê glîyê ferz ewe, wekî têda heye heyfhilanîn.

Klama ”Lê-Lê”-da xortê dilketî çev lêye dilketîya xwe birevîne, lê çawa bike, wekî ji xweyê keçikê xilazbe, ew difikire, wekî her bira-pizmam dikarin wî ji qezîyayê xilazkin, ew bi dilê saf dibêje:

 

”Lê, lê Gewrê zerî meşyane van himama,

Pêjgîrê xwe avîtin ser milê carîya, van xulama,

Ez dikim xelqê têlî, delal birevînim,

Bavêm nava êl û eşîrê, nava her çar malê van pizmama.

Lê,lê Gewrê, derdê dilê min gelekin,

Terî, canî, berbi mirazî, xwedê neke”…

 

Cîkî din klama ”Hey lê, lê”, -da qîz û xort wexta derheqa hizkirina xweda xeber didin, dîsa pirsa heyfhilanînê û qetlê tê ortê, qîz dibêje:

 

”Hey lo, kuro, îşev şeve, şevê bi şilîbe,

Guhêra qiran ave-herîbe.

Qasekê were bi min sîbe.

Zenda mine morî-mircan

Heta sibê tera ber sêribe,

Zermemikê min tera

Êmîşê şebihêrîyêbe”.

 

Wî çaxî xort hevekî difikre, paşê caba dilketîya xwe dide:

 

-”Herê, kulmalê, ez jî dizanim

Zenda morî-mircan ber sêrîbe,

Zermemikê te minra şevbihêrîbe

Kalikê mala bavê te

Şevê heya sibê xewa wî tunîne,

Wê min û teva cem hevdu bibîne,

Welatê xerîbda ez tenême,

Qacaxê mala bavê te gelekin,

Wê min bikujin, bavêne bindarûka

Qîz û bûkê êla Kîkan û Milan”(20).

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev