JI WEŞANXANEYA ”SÎTAV”Ê BERHEMEKE ZÊRÎN A KILASÎK

JI WEŞANXANEYA ”SÎTAV”Ê BERHEMEKE ZÊRÎN A KILASÎK

Kahir Bateyi 

”Leyla û Mecnûna Sewadî” yek ji berhemên herî girîng ên edebiyata me ya klasîk e. Ev pirtûk yek ji şaheserên kurmancî yên klasîk tê hejmartin.

 

”Leyla û Mecnûna Sewadî” di bara hunera toreyî û raçandin û teknîka çîrokê de di pileyeke bilind de ye. ”Leyla û Mecnûna Sewadî” ji ciwankariyên toreyî û peyv û biwêj û hevbendên toreyî tijî ye, ku têgihîştina wan ne karekî hêsan e û hewceyî şirove û lêkolînên akademîk e.

 

Lêkolînerê navdar ê edebiyata klasîk Perwîz Cîhanî ev berhema giranbuha ji bo xwendevanên kurdî şirove kiriye û bi zimanekî zelal û hêsan pêşkêşî wan kiriye. Di gel şirove û kurdiya wê ya îro, metna wê ya resen a bi tîpên aramî jî di berhemê de cih digire.

 

Berhem ji 442 rûpelan pêk tê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev