DOLARÊ ZÎVÎN

DOLARÊ ZÎVÎN

B. Traven

Wergera ji swêdî: Gird Elî

 

Gava Chirps rojekê ji nişkê ve di wextek nepayî da hat malê, wî jina xwe ya ezîz di rewşek neminasib û bişerm da dît. Wî tu carî bawer nedikir ku tiştên welê bi serê mêrekî nola wî sadiq û pêbawer da werin, tiştên welê incex dikarîbû bi serê mêrên din bihatana. Çend sanîyeyan welê felç ma lê zû bi ser xwe ve hat, xwîn li rûyê wî sor bûbû, -bêyî ku çirkekê jî çavên xwe ji ser dîmena beranberî xwe dagerîne- wî destê xwe dirêjî dolabekê kir, ku li tenişta wî bû, çavîka jorîn kêşand û demançeyek jê derxist.

Yarkê ku di ser jinê da hatibû girtin, bi rûyekî spîçolkî mîna rûlihêfa ku bilez li xwe pêça bû, xwe avêt bextê wî û got:

– Ez di bextê te da, min nekuje!

Jina ku di lîstika şirîn da li gel yarê xwe hatibû girtin, wekî wî spîçolkî bûbû, bêhêvî li mêrê xwe mêze kir lê bêyî ku ji demançê û gefa wê tu tirsekê piçûk nîşan bide.

Zilamê rastîn li ber derî ma, demança xwe ber bi nivînan ve kir û got:

– Kincên xwe li xwe bikin, zilamo, ka bê navê te çi ye û tu Sophie, li cihê xwe raweste.

Wê, xwe di nava çarşefan da winda kir. Tiştê ku ji wê li derva mabû bitenê çavên wê bûn, yên ku hemî derbirînên xwe winda kiribûn û bi tûndî li dû tevgerên mêrê rastîn bûn.

Yaro êdî kincên xwe li xwe kiribûn û bi lerizîn li zilamê rastîn mêze dikir.

Zilamê rasteqîn mîna ticarekî ku bazarê dike, pirs kir got:

– Çiqas dirav li ser we heye?

– We got pere?

– Erê rast e. P e r e. Çiqas li ser we heye?

Yaro bêhawe rehet bû, dema gotina rojane ya bazarê ”pere” bihist.

– Bi kêmanî sê sed dirav li ser min hene.

– Pir baş e. Gelo ji wan yên zîvîn jî hene. Qe nebe, hema dolarek zîvîn jî hebe?

– Bêguman, bê şik. Teqez dudu an sê dolarên zîvîn hene.

Zilamê rasteqîn bi xwînsarî got:

-Yek bes e. Wî dolarî bigre û bide jina min. Ew belaş kar nake.

Gava ku jinikê ev bihîst, ji cihê xwe çemd bû, mîna ku yekî pîhnek lê xistibe, ji nişkê ve bi tirs, di nav nivînan da rabû ser çokên xwe û dest bi lavan kir:

– Na, ne welê ye, Chirps. Ji bo Xwedê, ne welê. Tiştê ku tu difikirî ne wisa ye. Ev tenê xeşîmîyek bû. Cara yekem bû. Ez bi jiyana zarokên me sond dixwim ku ew dê carek din çênebe.

Bi serhişkîyekê mîna ku wî gotinek jî ji yên wê fêm nekiribe ferman lê kir û got:

– Hiş be, jinik!

Paşê dîsan zîvirî ser zilêm:

– Wî dolarê zîvîn bide wê, tu dibihîzî. Wê bi şerefa xwe ev heq kiriye, hûn nikarin vê înkar bikin, ma ne rast e?

Yaro bi ricifîn û destgiranî dolarê zîvîn dirêjî wê kir. Lê dema ku wê red kir û ranehiştê, zilamê rasteqîn got:

– Wekî adetê, bavêje ser balgihê. Erê wisa. Û niha tu dikanî ji vir biçî. Lê ez we îqaz dikim. Bila carekê din ez we di rewşek welê da nebînim!

Zilamê rastîn hat ber nivînan, dolara zîvî hilda, lê nihêrî, bi baldarî di nava destê xwe da bi virde-wirde bir û wezinand, ew avêt erdê da çingîniya wî bibihîze, dîsa ji erdê ew hilda û got:

– Ev cûreyekî herî baş e. Zîv safî ye, tu carî zingar nagre, nirxê xwe winda nake, ew dê her û her safî bimîne, amîn.

Wî ew dolar xist bêrîka êlekê xwe yê çepê û ferman da jina xwe ku kincên xwe li xwe bike û wekî her carê rabe şîvê amade bike, ji ber li ku ba dê zarok bihatana malê.

Ji nişkê ve wî kifş kir ku ew hîn jî bi demançê di dest da rawesta ye, mîna ku wî ew ji bîr kiribe, bilez ew dîsan li ciyê wê bi şûn da danî.

Di derbarê bûyerê da tu peyv nekirin. Mêr ew şermezar jî nekir, neket tu gengeşîyan û ti pirs jê nekirin.

Roja din dema ku şîv xilas bû û semyanê malê wekî her car diaya şîvê xwend, ew ji ser masê ranebû. Zarokan bi ecêbmayî li wî mêze kir, ji ber ku her gav li dû wî ku malbatê jî diaya sifrê dixwend, ew radibû ser xwe û sifre terk dikir.

Lêbelê niha, ew rûniştibû, peçeteyek bêguneh ku li milê wî yê çepê li ser masê bû, ber bi aliyekî ve kişand, li bin peçeteyê çarçoveyek madenî ya piçûk xuya bû. Di çarçoveyê da pîlaqeyek cam ya piçûk dolarek zîvîn dinixumand.

Wî dolar îşaret kir û bicar got:

– Erê, em ji Xwedayê xwe yê Mezin ra ji bo her tiştê ku daye me spas dikin. Ya Rebî, me kêm kir Tu zêde bikî û spasdarê Te ne, ji ber ku ez bi tevahî dikarim debara malbata xwe bikim, em hîna neçar nebûne ku dest bavêjin vî dolarê ku dayika we ya ezîz bi keda xwe qezenç kiriye, amîn.

Jinik xwînsorî bû û awirên wê berbijêr bûn, ji nişkê ve ji ser sifrê reviya û ji odeyê derket, mîna ku hinekan da be ser piştê.

Ji wê rojê û bi şûnda, gava ku şîv xelas dibû, wî welê diaya sifrê bi heman rengî dixwend.

Gelek heftîyan bi vî rengî ev dia dubare kir. Gava ku di dawiyê da pê ewle bû ku jina wî êdî nema xeletîyên welê dike û soza xwe bicîh anîye, wî jî êdî biryar da ku vê dia neminasib ji sifrê rake. Bitenê hefteyek din dê bixwenda û roja yekşemê dawî li bihanîya û li beranberî hemû malîyan dê çarçoveya madenî bişkanda, dolar derxista û bihavêta nav agirî da heta bi hetayê bişewitîya.

Roja Şembîyê berî Yekşema dîyarkirî, wê rojê wî elokek mezin û du şûşeyên şerabê kirîn, jina wî bi kirasekî nû yê şêrîn li ser maseya xwarinê rûnişt.

Di nava hemû heftîyên derbasbûyî da ew mîna berê, bi jina xwe ra peyivîbû û mîna ku di jîyana wan ya zewacê da tiştek ji dervayî rêzê çênebûbe, bi wê ra tevgeriyabû. Tiştê ku ew bîrewerî bi bîra jinikê dixist bitenê awayê xwendina wî ya diaya sifreyê bû. Lê her çendî wî jinik li ber çavê zarokan piçûk nexistibû jî, wî ji wê rojê û bi şûnda qet carekê jî peyvek hestyar û bi dilovanî jê ra negotibû. Ji ber ku wî niha biryar dabû ku ji sibê û bi şûnda dê dest ji îcada xwe ya piçûk berde û her tişt dê were efû kirin û jibîrkirin, got:

– Kirasê te çendî bedew e, Sophie.

– Nexwe, hûn wisa difikirin? Paşê jî bişirî bû. Lê bi rengekî wî bêyomîyek di bişirîna wê da his kiribû.

Dema şîv qedîyabû dîsa wekî berê got:

– Erê, em ji Xwedayê xwe yê Mezin ra ji bo her tiştê ku daye me spas dikin. Ya Rebî, me kêm kir Tu zêde bikî û spasdarê Te ne, ji ber ku ez bi tevahî dikarim debara malbata xwe bikim, em hîna neçar nebûne ku dest bavêjin vî dolarê ku dayika we ya ezîz bi keda xwe qezenç kiriye, amîn.

Wî hîn gotinên xwe yên dawîn neqedandibûn û jinikê destê xwe li masê xist û bi hêrs pê da teqîya:

-Na, na, zarokên min, me hîna dest nedaye wî dolarî û dê çu carî jî nekin, ji ber ku niha ez jî dikarim debara malbatê bikim. Tenê li vir binêrin, zarokên min yên delal, îro min şeş dolar û ev kirasê nû jî li ser qezenc kiriye û min hemû jî bi heman haweyê qezenc kiriye, ew haweyê ku bavê we yê hêja hişt ez wî dolarê li teniştê qezenc bikim. Tenê li vir binêrin! Û di dû ra wê peçeteyek, ku li tenişta wê ya çepê bû, da alî, çarçoveyek ku pir dişibîya ya mêrê wê, lê bitenê pir mezintir, derket holê. Di bin pîlaqeya cam da şeş dolarên zîvîn dibiriqandin. Wê îşaret bi wan şeş diravan kir û domand:

– Bavê we yê ezîz hişt ku ez van pereyan qezenc bikim. Ez bi rastî spasdarê wî me ku ez fêr kirim ka meriv çawa û bi çi hawayî çêtirîn dikare diravan (bi taybetî jî şêweyê ku ew jê hes dike) qezenc bike. Divê ez vê qezencê bikim lewra dilê bavê we yî ezîz bi endîşe û taswas e, dibe ku rojekê nema bikaribe debara malbatê bike, divê ez ji bo wê gavê amade bim.

Gava mêrê rasteqîn sê saet bi şûnda hate birrîn, ew hîn jî germ bû. Ew veguhastin beşa lezgînî ya nexweşxaneya herî nêzîk ku li wir yekser hewildanên zindîkirinê (vejînê) hatin destpê kirin. Lê jixwe pir dereng bû. Ji ber vê yekê wî tavilê danîn ser qeşayê ku sar bibe da ku bi vî rengî were hiştin heya ku hinek derkevin û daweyê li laşê wî bikin, ji ber ku li ser wî tu kaxezên ku nasnameya wî dîyar dikirin peyda nebûbûn.

Dolarê zîvîn qet navêtin nav agirî. Bêguman na. Dotira rojê dîsa li bazarê bû.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev