MÎRÊ MIKSÊ Û MELA HUSEYNÊ BATEYÎ

MÎRÊ MIKSÊ Û MELA HUSEYNÊ BATEYÎ

Mihemed Erzurum

 

Dibêjin Mela Huseyn gelek caran çûye cem Mîrê Miksê bo xwe û bo gundiyên xwe debara salê aniye.

Carekê aqildar û wezîrên Mîr gotine Mîr:

-Ma ev derwîşa hinde salan tê cem te û tu jî ewqas qenciyê lê dikî. Lê me tu keramet û zanîna wî nedît. Îsal tiştekî nedê.

Emê sualekê jê bikin, bibêjinê:

 

“Tovê biyê çi ye û kulavekî bavêjin” ka dê bizane çi ye. Heke zanî paşê bidinê.

Mela Huseyn jî heyameke paş ve hatiye Miksê û çûye koçka Mîr raste rast gotiye:

“Ji ewilî silav e

Paşê pê li ser kulav e

Paşê sual e

Paşê dibên;

Tovê biyê av e.”

 

Aqildar û wezîran jî gelekî şerm kiriye.

 

Çavkanî: Jiyan, Berhem û Helbestên Mela Huseynê Bateyî- M. Xalid Sadinî

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev