Kumbetên Şerbetînê

Kumbetên Şerbetînê

Roşan Lezgîn

 

Ev her du kumbet li gundê Egilê Şerbetînê ne; gorrên hukimdarên kurdan Cafer Beg (1553-1620) û Qasim Begî (merg 1566) ne.

 

Van hukimdaran, ne ku tenê hukimdarîya Mîrektîya Egilê kirine, di wexta xwe de wan demekê Diyarbekir jî îdare kirine.

 

Lê di nav miletê bêdewlet de kumbetên gorrên wan bêxwedî man. Mesela, gundîyan di sala 1960î de dema ku li gund mizgeft çêkirine, çûne kevirên şehkirî yên gorra van hukimdaran hilweşandine anîne pê mizgeft çêkirine: korfamî!

 

Piştê wê jî ji xwe re kiribûn guhera pez. Jixwe Xana Şerbetînê ku li jorê van kumbetan e ku bi sedsalan mêvan hewandibûn, niha axur e.

 

Axir, bi saya hinek kesên xeyretkêş ev her du kumbet niha têne restorekirin. Bi vê minasebetê ez û wijdanê Egilê hevalê min ê hêja kek Nusret Aydin em bi hev re çûn ku bala xwe bidin ser xebata restorasyonê.

 

Ez hêvîdar im wekî eslê wan bêne restorekirin û heta bi heta wek delîlên hukimdarîya Kurdan li wir bêne parastin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev