Romana min a nû “Memê Din”

Romana min a nû “Memê Din”

Evîn bîreke kûr e

Îlhamî Sîdar

ZÎN Bİ STÊRKAN RE DİAXİVE

“Ey stêrkên hevalê şevên min yên tenêtiyê! Li min binêrin û bibînin ku xem li min çiqas xedar e. Diêşim, lewre min dilcoşiya jiyana xwe winda kir, taqet bi min re nema. Aramî ji ruhê min hilfirî çû, hemû ciwaniyên dinyayê bi qasî misqalekî hêmînî di dilê min de naafirîne, mîna kaniyeke ziwa miçiqî me. Niha ji hêsirên çavan pê ve refîqê min nîn e. Ez ê vê dilê çawa biparêzim, kederên min êşê didin. Ev dilê ku bi yarê hatiye girêdan, ev dilê şeyda ku bawerî bi cawîdaniya eşqê anîye dê çawa vê êşê hilgire? Xew ji min xeyidî, mijangên min di xwînê de birîndar in. Êşa dil her li dar e, dikim êşên xwe veşêrim lê ew hêsirên bi şewat ku ji dilê min dizên razên min eşkere dikin. Ey stêrkên geş yên şeva reş diqelêşin, agahan ragihînin bo yarê xewna şevan, ku xewa şevan li min herimî ye, çavên min ji xewê her bi naz in. Ev êşa firqetê ya bi min re keviran diderizîne.

Ez û dilê xwe di bêndera bîrsariyê de ber ba dibin. Wê şevê, bêrikirineke mezin di nava min de çand. Êdî her tişt di kirasê şevê de li min dixuye. Ey stêrka dilsoz a hemrazê min, rêya jibîrkirinê nîşanî min bide. Bêhna min, min disojin, mirin ji vê dilê lava ye, qet nebe tu rêyek nîşanî min bide! Ey stêrka rewneq ya Zuhêl, refîqê şevên min ên firqetê, rûdêma min a çilmisî bibîne, tiştek ji min re bêje, derd û kederên min ên bêhed bibîne, rêyek nîşanî min bide! Çav li min tim bê xew e, vê eşqê belayek anî serê min, di roja biharê de mijangên min ji xewê veqetand. Hêsir li çavên min ziwa bûn, nema digihîjim tehma hêsirên ku dilê min dikemijîne. Eşa vê firqetê hinava min disoje.

Vê bêriyê hemû êşên min bêdeng kirin, hêdî hêdî min tune dike. Ji şeva hicranê ve ne hêsir rawestiyan ne jî hesret bi dawî bû. Rojên dilşadiyê wê careke din li min vegerin, ey çirûskên stêrka Zuhêl, tu yê karibî rojên dildariyê li min vegerînî? Ta çirûskên stêrkan di nav şewqa sipêdeyê re vêsiyan bêdengiya şevê giliyên Zînê di singê xwe de nuxamt. Rojên Zînê tim wisa di nav êş û kederan de derbas dibûn. Gava Mîr wê wîsa di nav xemginiyêkê de sewsî didît pir li ber diket, li xwe diqehirî, bê çima nekarî ji kula derdê wê re çareyek bibîne. Taliyê şîretên hekîmê qesrê bi serê wî ket, qerar da ku pêşniyara wî bi cî bîne û wê tevî cêriyan bi qefleyekê bişîne havingeha Finikê.

Çend roj bi şûn de Zîn tevî çil cêriyên xwe bi qefleyeke giran derketin rê. Zîn di rê de li dû xwe nihêrt, bi xemgîniyekê li xewna şevan fikirî û di dilê xwe de got ax dilo, yan nexwe ez bi xewnekê xapiyam, ji bona xewnekê min xwe hepsî nav çar dîwaran kir û cilên şadiyê bi kirasê şînê guhert? Ev giş ji bona Memê Alanê padîşahê Mexrîbiyan bû, ma gelo niha ez qet têm bîra wî, belkî ez di xewnan de jî nakevim bîra wî. Ez bi tenê xwe davêjime ber wehman, ger xwedî sozê xwe bûya lazim bû heta niha bi derketa, ma ew nizane ku ez jinek im û tu caran jin li welatan li pey mêran nagerin, adetê dinyayê ye ku mêr li pey jinan digerin. Ger ji min re rast bûna, heya niha ew bi xwe nehatana jî lazim bû qasidê xwe bişandana.”

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev