„Heke Batinî bivê çêke, wê çê be„

„Heke Batinî bivê çêke, wê çê be„

Kemal Tolan, nivîskar

Sernivîsa me ji gotinên Xwedê jê razî Feqîr Cirdo Evdo ne, ku li ser nirxandineke min gotîye

 

Dema min ev peyvên xwe, “gava Xwedê nexwaze rihek bimire, ew dikare jîyana wî weha di nav kevirekî zûha de jî bidomîne(*1)“, li ser vî dîmenê dara ku di nava kevirê zûha de jiyan dike belakir pê ve, min ew wêne tevî peyvên li serê ji ilimdarê Êzdîtiyê, Xwedê jê razî Feqîr Cirdo Evdo ra jî şand(*2).

 

Dûre Xwedê jê razî Feqîr Cirdo Evdo jî li ser wateya di dîmenên min de, dengê xwe ji min ra şand û got, „heke Batinî bivê çêke, wê çê be „

 

Min ev serborî û sebeqeya Qewlê ku Xwedê jê razî Feqîr Cirdo Evdo ji min ra şandî, zahf bi nirx û girîng dît. Lewma jî min ew li gorî fahmdariya xwe nivîsand.

 

Încar ka em binêrin, bê Xwedê jê razî Feqîr Cirdo Evdo çi mînakê ji bo bersiva min şandiye °

 

„Heke niha çil zilam hatine te, ku dînê te bivê û musadê ji te ra bike, dikare ji qata bavêje zikê wan her çil zilamî, bibêjin bi wî xwedayî em ê misada vî zilamî bikin. Dînê te dikare her çilî bê tifaq bike, ew rabine yek û dîtirê. Dikare hinekan lê derîne û pêve bi qehirin û Te ji nêv wan xilaz bike.

 

Zilamekî bi navê Meşhanê Cirdo Meto ji min ra go, carekê wextekî em li minteqa şimalê Şêxan bûn, titûna me xilaz bû. Hineka ji me ra got, titûn li wî gundê hanê heye. Em rabûn çûne wî gundî, yek hate pêşîya me, em birine civata gund. Yên li civatê rûniştî gotine me, li ber derî rûnên. Em li ber derî rûniştin û ji me ra gotin, hûn Êzdî ne?

 

Me jî go, belê em Êzdî ne!

 

Civat dibêjine me, heke ji Tawisî Melekê we tê, bila bê we xilazke.

 

Me jî go, tiştê we divê Xwedê qebûl nake.

 

Gotin, hûn qala Xwedê mekin, bila Tawisî Melekê we bi we ve bê.

 

Vê cimaatê heta bi çayekê jî ne dane me û çay li ber wan de bû.

 

Civatê sê carên dijî gotin, heke ji Tawisî Melekê we bê, bila bê we xilaz bike.

 

Me bawer kir ku, ewan karê kuştina me kirine.

 

Me dît tam di vî wextî de yek hat, komeke pêre ye û derbasî nav civatê bû. Silav li cimaatê kir, ewan silava wî lê vegerandin. Dûre ew camêr bi ser me de fitilî û go, hûn Êzdî ne?

 

Me go, erê!

 

Ewî go, çima hûn li wirê rûniştî ne ?

 

Me go, em hatibûn titûnê bikirin û yek hat kete pêşîya me, em anîne vê civatê. Civat jî dibêjine me, heke ji Tawisî Melekê we tê, bila were we xilaz bike.

 

Wî camêrî go, ji dil?

 

Me go, erê!

 

Me dît, ev camêr gelekî bi civatê qehirî û gote wan, herin zû du telîs titûn bînin bidin wan. Ji xeynî vê jî, her yekê ji we 5 dînaran cizayê xwe jî bidine van Êzdiyan.

Kesên ji civatê rabûn çûn du telîs titûn ji her yekê ji me anîn. Dûre her yekê 5 dînaran cizayê xwe jî da me, titûna me barkirin û em rabûn hatin.

 

Me dû re pê derxist, ev camêrê ku komek zilam pê re, hatiye civatê û bi civatê ra qehirî, kurê Hecî Melo yê bavekî Kurdayî qewî bûye.

 

Încar heke batinî bivê çêke, wê çêke.

 

Bila kes ji xwe xweş nebe û bitir nebe.

 

Ilim dibêje:

 

„Aşûq û maşûqê rayê deste

Rebil Alemîn rada her heft melake

Û her heft meleka jî daye milyakete „

 

Heçîyê ji me hemûya, yek ji wan milyaketê Xwedê jê razî bû, Xwedê dayê û Xwedê jê razî ye!

 

Hêvîdar im ku Xwedê xilmeta ilimdarê Şengalê rêzdar Feqîr Cirdo Evdo qebûl bike û ev nivîsandina min bi dilê wî be!

 

Çavkanî:

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev