FNDK êrîşa nijadperestî şermezar dike!

FNDK êrîşa nijadperestî şermezar dike!

Ev kuştina nemirovane himberî tevaya gelê kurd e

 

Feredasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan vê êrîşa ku li ser rêxistina Îzmîrê ya HDPyê hatîye kirin, ew kesê êrîşkar û yên li pişta wî sekinîne, bi tûndî şermezar dikin. Em sersaxîyê ji malbata Deniz Poyraz ra dixwazin.
Ev êrîşeke nijadperêstî ye li himberî tevaya gelê Kurd! Em xemgîn in.

 

Derheqa vê kiryara nemirovane da gelê me dilxemîya xwe dîyar kir. Xwesma gotinên sîyasetmedarê navdar Fuat Önen tevaya zulma dagirkaran tîne ber çavan, ev gotin ji dilê hemû kurdperweran derdikeve.

 

”Pêwîstîya dagirkeran bi şer heye. Vî şerî di ser PKK/HDPyê re dimeşînin. HDP bi bernameya xwe, bi praktîka xwe û bi kadroyên xwe yên rêveber ji vê dewletê re ne tehdîd e. Lê HDP li ser dînamîkên kurdan sîyaset dike. Sedema hicûman ev e.

 

Bersîva van hicûman tenha bi helwesteke kurdî-kurdistanî dikare bê dayîn. Gotinên “ew ê di têkoşîna me de bijî”, ger lazim be jî têr nake. Banga aşîtîyê û biratîyê qet ne çare ye. Dijmin şer dixwaze û dike. Dijmin kurdîtî û kurdistanîtîya te dike hedef. Divê tu jî bi van nasnameyan bersîv bidî.

 

Pirs ev e: Li metropolên tirka li dijî hicûmên mîlîter-paramîlîter çi tedbîrên me hene?

Rojên li pêş me dikare hîn reş û tundtir be. Lanet li dagirîyê û kujerin Denîz xanimê bibare.

 

Li metropolên Tirkiyeyê pêwîstî bi sazî û amadekariyên hevbeş hene.

An na her ku yek ji me bê kuştin em ê daxwîyanîyên bêencam dubare bikin”.

 

Profêsor/akademîsyan Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv,

Serekê Feredasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev