Platforma Ciwanên Kurd hat damezirandin

Platforma Ciwanên Kurd hat damezirandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Platforma Ciwanên Kurd ji bo hişyarkirina ciwanên kurd li hember polîtikayên bişaftin (asîmîlasyon)ê yên dewleta dagirker ya Tirk hat damezirandin û di daxuyaniyekê de armanc, erk û xebatên dê ji bo wan kar bikin ragihandin.

Platforma Ciwanên Kurd di daxuyaniya xwe de dibêje: Me ev platforma ciwanên-sivîl ji bo parastina prensîbê “mafê diyarkirina çarenivîsî” di nava ciwanên kurd da bicih bikin, ava kiriye. 

Daxuyaniya Platforma Ciwanên Kurd:

Ji bo yekbûn û têkoşana li ser xalê neteweyî!

Xebatkarên Çapemeniyê,

Hêjayan,

Ji peymanên Sykes-Picot û Lozanê heta niha di warê siyasî, civakî, aborî û çandî da guherînên mezin bi ser Kurdistanê da hatin. Piştî komkujiyên mezin û têkoşanek bê hempa, Başûrê Kurdistanê gehişte azadiya xwe. Li Rojhilatê Kurdistanê, xebat û têkoşana li dijî dagirkeriya dewleta Îranê berdewam e. Rojavayê Kurdistanê, piştî serkeftina li Kobaniyê bidestketî, di platformên navneteweyî da cihê xwe girt û dikeve rojevê. Lê heta niha statûyek bidest nexistiye.

Beşê mezin yê welatê me li Bakûrê Kurdistanê dagirkeriya dewleta Tirk bi hemî giraniya xwe berdewam e. Hemî mafên rewa yên gelê kurd têne inkarkirin, herkes û aliyên ku daxwaza mafên bingehîn û azadiyê dikin dikevine ber êriş û tehdeya dewleta Tirk.

Li beramber qirkirina kulturî û fizîkî ya dewleta Tirk bedela herî mezin xortên kurd didin. Rêjeyek mezin ya xortên kurd ji encama şer û pevçûnan neçar bûne ku jiyana xwe li metropolan, dûr ji axa xwe berdewam bikin. Bi destê dewletê leşfiroşî û madeyên hişber ku bingehê civakê têk dide, di nava xortên kurdan da têne belavkirin. Nifşek nû yê ciwanên ku ji bingeha xwe qut bûyî û ziman û dîroka xwe nizane peyda dibe.

Em wek Platforma Ciwanên Kurd, ji bo hişyarkirina ciwanên kurd li himber polîtikayên bişaftin (asîmîlasyon)ê yên dewleta dagirker ya Tirk ava bûne. Û me ev platforma ciwanên-sivîl ji bo parastina prensîbê “mafê diyarkirina çarenivîsî” di nava ciwanên kurd da bicih bikin, ava kiriye.

Em wek Platforma Ciwanên Kurd, di hemî qadên tekoşînê da metoda bê itaatiya sivîl û redkirina tund û tûjiyê diparêzin.

Têkoşana me jibo hînbuna ziman, dîrok û çanda xwe ye. Emê xebatê jibo bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî bikin, ku mafek bingehîn û rewa yê me ye. Em ê di warê dirok, çand, huner û edebiyatê da lêkolînan bikin, sempozyum, konferans û panelan saz bikin.

Pênaseya kurdbûyinê xalê hevpar yê hemû ciwana ye. Wek Platforma Ciwanên Kurd armanca me li dora vê xala hevbeş komkirina hemî ciwanên ku xudanê hizr û baweriyên cuda ne. Em ê kar bikin ku demokrasiya pirreng û beşdar di hemî qadan da bi cih bikin.

Em ê hewl bidin da ku ciwan ji alî fizikî û derûnî ve bi tenduristî bên mezin kirin û herwisa bi nirxên nûdem yên civakî û hestên berpirsîyarî yên komelgehî bikemilin.

Em bawer dikin ku ciwanên bixwebawer, zana û yên ku dikarin derbarê çarenusa xwe biryar bidin, dê bikaribin zêdetir piştgirîya doza azadiya welatê me jî bikin.

Herwisa em girîngîyê didin wê yekê ku di navbera ciwanên li çar parçeyê Kurdistanê da diyalog, hevkarî û piştgirî pêkwere û zanyarî û tecrûbeyên li her parçeyekê welatê me bêne parvekirin.

Ciwanên kurd di wê asta zanîn û têgehiştnê da ne ku tevgerek civakî ya nûjen, guherînxwaz û neteweyî ava bikin.

Platforma Ciwanên Kurd dê vê bizava nû ya civakî bi rêxistin bike.

Platforma Ciwanên Kurd

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev