Efsûneke dîrokî: Dêra Nuxritê

Efsûneke dîrokî: Dêra Nuxritê

Roza Metîna 

Li ser erdnîgariya Kurdistanê gelek cihên dîrokî ku hîn ji aliyê gelek kesan ve nayên zanîn hene. Ji warê dîrokê ve Mezopotamya xwedî taybetmendiyeke girahbiha ye. Bi qansî dewlemendiya dîrokê, li ser axa Mezopotamyaya ku malovantiya şaristaniyê kiriye gelek bûyerên yekem pêk hatine. Pêşgotina yekem, reformên civakî yên yekem, strana eşqê ya yekem û hwd. Gelek gavên jiyana mirovan ronî kiriye û pêş xistiye hatine avêtin.

 

Cihên dîrokî tên paşguhkirin

Yek ji bajarê ji warê dîrokê de gelekî pêş ketiye jê Riha ye. Bi keşifkirina cihê dîrokî Xirabreşkê ku ji gelek şaristaniyan re malovantî kiriye gelek pêşbînî guhertin. Xirabreşkê ya girêdayî bajarê Rihayê ye ket nava mîrateya mayinde ya UNESCO’yê. Her wiha di DNA’ya li wir a 12 hezar sal berê de tê dîtin ku kurd bi hezar salan e li ser vê axê dijîn û xwediyê vê axê ne. Yek ji cihên dîrokî yê li Bajarê Rihayê Dêra Nuxritê ya li Gundê Nuxrita Rojhilatê Xelfetiyê yê Rihayê ye. Ji ser vê dêrê hezar û hefsed sal derbas bûne. Lê belê niha ew ji aliyê Wezareta Tûrîzmê ya Tirkiyeyê ve wekî gelek cihên dîrokî hatiye paşguhkirin. Aliyekî Dêra Nuxritê ya dîrokî hilweşiyaye. Mînakeke berbiçav a hilweşandina cihên dîrokî yek jê jî jixwe Heskîf e. Heskîfa girêdayî Êlihê niha di bin avê de maye.

 

Êriş her li ser aliyên dewlemend ên gelan hatine

Li gor hinek çavkaniyan ev dêra dîrokî ji aliyê hukumdariya Romayan ve hatiye avakirin û dîroka wê xwe dispêre dora hezar û pênsed, hezar û hefsedî. Vê dîroka tê qalkirin dîroka pejirandina hukumdariya Romayê ye, bi awayekî olî derbasbûyina ola xiristaniyê ye. Di her dîroka gelan de avakirina cihê olî hene. Di heman demê de êrişa li dijî olan jî hene. Bermahiyên dîrokî yên mîna gencîneyê jî para xwe ji vê êrişê girtine. Êriş her li ser aliyên dewlemend ên gelan hatine.

 

Ger neyê restorekirin dibe ku hilweşe

Dêra Nuxritê ya efsûneke dîrokî ku hatiye paşguhkirin banê wê jî hilweşiyaye bi kevirên rep hatine avakirin û her wiha xerc jî nehatiye bikaranîn. Bi mîmariyeke taybet hatiye çêkirin. Tevî ku ev dêr terkî qedera xwe hatiye kirin jî dîsa jî mûcîzeyeke ku li ser piyan maye. Dêra di nava kevirên wê de xerc tune ye ger neyê restorekirin îhtimala hilweşe heye. Nêzî 160 sal berê îbadet li Dêra Nuxritê ya niha li ber hilweşandinê ye dihat kirin.

 

Baweriyên cuda yên gelan hene

Di baweriya xiristiyaniyê de Ezîz Yûhane hawerîyekî Îsa ye û li Xarpêtê gelek beşên Încîlê nivîsandiye û tê gotin ji ber êrişan xwe li vê herêmê veşaretiye heta ku derbasî Beyrûdê bûye. Ezîz Yûhane li rexê Çemê Firatê gelek beşên Încilê nivîsandiye. Jixwe navbera çemê Dîcle û Firatê cihê şaristaniyê ye. Dema em bala xwe didin vê dêrê di heman demê de sembola rojê jî li ser kevirên dêrê hene. Di dîrokê de roj di baweriya gelê kurd de xwedî cihekî bi nirx e. Kurdan her bi rojê sond dixwarin. Baweriyên cuda yên gelan hene.

 

Amûrên dîrokî li hêviya xwedîderketinê ne

Li hewşa Dêra Nuxritê jî li gor tê texmînkirin gor hebûne. Li gor baweriyan kesên di warê ol de navdar, keşîş û rêvebirên dêrê li hewşa Dêra Nuxritê cenazeyên wan dihatin veşartin. Li gor baweriya wan kesên xasê xwedê li der û dora dêrê dihatin veşartin û tê gotin sarinca dîrokî jî li wir heye. Gelek amûrên dîrokî yên li derdora Gundê Nuxritê hene ku li hêviya xwedîderktinê ne.

 

Dîroka Mezopotamyayê di bin avê de tê hiştin

Dema em li ser erdnîgariya Mezopotamyayê ya îro dinêrin dîrok di bin avê de tê hiştin. Gelek girên dîrokî di bin bendava Ataturkê de mane. Bendava Ataturkê di nav bajarê Semsûr û Rihayê de ye. Her wiha gelek bûyerên yekem ên li ser vê axa Mezopotamyayê qewimiye wekî ku li derek din cara yekem qewimîbe di hinek çavkaniyan de tê nîşandan. Wekî mînak li gor hinek çavkaniyan tê gotin hesp cara yekem li Asyaya Navîn hatine kedîkirin. Lê belê li Girikê Aşa hestiyên hespan hatine dîtin û digihêje berî zayinê 5 hezar sal beriya niha. Kîkulîyê Mîtanî yanî yê ku kurd e seyisê hespan bûye. 3 hezar û 300 sal berê Kîkuliyê Mîtanî di derbarê ilmê hespzayinê de bi kurdî wiha gotiye:”Ez Kîkulî, ez Kîkuliyê Mîtanî û terbiyekarê hespan…”

 

Xwedîderketina li şaristanê

Xwedîderketina li dîroka li ser axa xwe xwedîderketina li şaristaniyê ye. Em kurd di warê şaristanê de gelekî pêş ketine. Jixwe Elî Şerîatî dibêje ‘Kesên şaristanî li yewnanan belav kirine kurd in. Yewnanan jî li cîhanê belav kirine.’

 

Çavkanî: https://besinor.net/

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev