NAVEROKA DESTAN Û EVSANEyê

NAVEROKA DESTAN Û EVSANEyê

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Îro keçek bi navê Şêrîn ji Rojavayê Kurdistanê ku zanîngeha kurdî jî xwendiye, pirsa wateya peyvika ”destan” û ”evsane”yê ji min kir.

Min jî demildest ev nivîs nivîsî, da ku ciwanên me yên ku nizanibin, ger hindik be jî pê agahdar bibin.

Peyvika ”Evsane” û ya ”Destan”ê rojane di nava Neteweyê Kurd de tên bikaranîn. Lê mixabin pir kes hene ku wateya wan nizanin an jî şaş dizanin.

Bi kurtî ger bêjim, DESTAN ev e:

Hemû stran, helbest û pesindayînên ku li ser lehengtî û lehengan, li ser qiral û padîşeyan bi tewrekî kevnar (klasîk) hatine gotin, ji wan re destan hatiye gotin.

Ew tiştên ku hatine gotin, hinek ji wan dirêj in û hinek jî kurt in.

 

. Destan malê xelkê ne û her kes di wan de hevpişk e

. Di destanan de berhemên mêjûyî hene

. Di destanan de rûdanên derdemî hene

. Destan taybetmendiyên nijadî diyar dikin

. Hinek destan helbest in û hinek jî pexşan in

. Destan di nava hicirkên mejiyê xelkê de cih girtine û nayên jibîrkirin

. Destan li ser şeran, li ser evîn û şînê, li ser dostanî û mirovatiyê hatine afirandin

 

Di her deh cildên pirtûka min XWENÎEyê de, 23 destanên kurdî hene. Lê niha ji ber ku ez ji arşîva xwe dûr im, derfeta nîşandanê tune.

 

Çend Destanên Kurdî yên balkêş ev in li jêrê:

 

Destana Mem û Zînê

Destana Siyabend û Xecê

Destana Sêva Haciya

Destana Binefşa Narîn

Destana Zembîlfiroş û gwd.

Destana Ferhad û Şêrîn û gwd.

 

EVSANE

Evsane, ew naverok in ku bi gotin û stran û çîrok hatine gotin, lê rastiya wan tune.

Evsane hemû ji fentezi û xeyalên derdemî pêkhatine.

370 Çîrokên Folklora Kurdî ku min ew di 12 salan de berhev kirine, gelek ji wan evsane ne. Weke Çîroa Caw Cawê Te Ye, Çîroka Dêwê Heftserî, Çîroka Çiyayê Reş, hin şaxên Çîroka Gul û Sînem, evsaneya Baba Kevgîr, evsaneya Şamêran (Şahê Maran), evsaneya Zewaca Meriv û Cinan û hwd.

Lê belê piraniya evsaneyên cuda yên li herêmên Kurdistanê ku hene, bi cudahiyeke hindik, tev yek qalib û yek tewr in.

Bi hêviya ku ciwanên me li ser van babetan û yên weke wan lêkolîn bikin, binivîsin û bikin malê mêjûyî.

 

Foto: Yaqûb Kurmanc

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev