Dûrahiya „ÊDÎBES“ê

Dûrahiya „ÊDÎBES“ê

Husên Duzen 

Cihû ne tenê li tevahiya dunyayê belav bûbûn, li gelek dewletên Rojava û Amerîkayê serkêşiya tevgera hizrî, ҫalakiyên aborî dikirin. Pştî demekê gihîştin wê hişmendiyê ku bêyî dewleteke cihûyan, ne mal ne jî giyanê wan di emniyetê de ye. Hîngê biryara damezirandina alaveke xwe parastinê dan û dewleta Îsraîlê damezirandin.

 

Damezirandina dewleta Îsraîlê ji bo cihûyên dunyayê di encama „êdî bes e“ de pêk hat. Ji hîngê ve li gel ku li gelek welatan şirûdên qirkirina cihûyan tên avêtin jî, kesek newêre êrîşî cihûyan bike bêyî ku deh caran bihizire, bê dê encama êrîşa wî ya ser cihuyan ҫi bîne serê wî.

 

Rewşa kurdan ji gelek aliyan ve dişibe bi ya cihûyan î berî dewletbûna wan. Mixabin kurd hîn dûrî wê hişmendiyê ne ku karibe bibêje „Êdî bes e!“. Ne tenê dûrî hişmendiyeke wisa ne, hejmareke wan î berbiҫav hîn jî di tevgereke ku rê li ber dewletbûna kurdan bidin de ne.

 

Rewşa heyî rê dide ku dê hîn gelek xwîn bê rijandin heta ku kurd xwe bigihînin asta ku karibin bibêjin „Êdî bes e!“.

 

Wêne: Birkenau, cihê ku Nazîyan gelek cihû bi tirênan danînin wir û di ҫavikên gazê de tune dikirin. Hûn di wêneyê da herwiha kesên navdar dibînin. Ji çepê: Recep Maraşli, Ruşen Arslan, İsmail Beşikçi û Husên Duzen.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev