Nameyên evînî – 141

Nameyên evînî – 141

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Haaa, ezîza min wê razê, qurbana wê bim. Weke ku mirov di cîkî da diçe, hezkirîyên hev karê wî dikin, bi kêfxweşî çenteyê wî hazir dikin, lê dema li trênê siwar dibe, ji hisretê digirî. Ezê negirîm, ji ber ku tu dûr naçî û tuyê çend siet şûnda vegerî cem min. Şev baş, jîyana min.

 

¤¤¤

Nura min a bi aqil û zane, ez qurbana sibeya Nura xwe bim. Ev çi fikirên dagirtî û paqij in, te nivîsîye. Evana gerekê bibine bingehê berhemên te, ku wê di cihanê da deng bidin. Û ne tenê di nav kurdan da. Berê ez difiirîm tu perçekî jîyana min î, lê niha tu jîyana min î, Nura min. Ezîza min, ezê derkevim, gelek kes hene, ku em gerekê hev bibînin, dû ra em ji hev ra dinivîsin. Ez canê te yê qerqaş û biriqok maç dikim, canê ku bo min bûye tiberik, canê ku destê tu kesî pê neketîye, xênji destê min. Te wek dînan maç dikim û derdikevim ezîza dilê min.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev