JAN DÊRAN: ”ŞEV Û DENG”

JAN DÊRAN: ”ŞEV Û DENG”

Pirtûkeke kêrhatî ji Weşanxaneya LÎSê

 

Jan Dêranê Dîgorî, ji “Tapê Qersê” dengê kilamên Serhedê, mîna Radyoya Êrîwanê tîne û digîhîne me di pirtûka xwe ya yekem Şev û Dengê de. Jan Dêran, bi helbestên xwe yên nûjen dinyayeke ronî ava kiriye; lê berê wî li demên çûyî ye:

 

“Xwezî niha ez û tu

Em di 17 û 18 saliya xwe de bûna

Li pêş malan, li quncikên odekan

Dizên awirên hev du bûna

Li dawetan, li malikên dercîranan”

 

Vegotinerê Şev û Dengê, mîna hemû evîndarên bêmiraz, di heyra bilêvkirina eşqê de ye. Bala wî bes li ser hezkiriyê ye:

 

“Ew bajarê ku em lê man

Ew ciyên ku em lê geriyan

Rûyê tu kesî nayê bîra min

Min bi tenê li rûyê te mêze kiriye

li wan deran.” 

Jan Dêran, di Şev û Dengê de, xwendevanên xwe ji nav tariya zindanên ku îşkence lê tê kirin, rêwîtî, xerîbî û têkçûnan re derbas dike û heta hêvî û bendewariyên ronî tîne.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev