Netewa me Kurd e, dînê me Êzdatî ye

Netewa me Kurd e, dînê me Êzdatî ye

Seyrana Celad

 

Netewa min hezkirî û hêja, ez gelekÎ ji we û Niştîman hez dikim, loma pirsgirêkên li nav civaka me da dilê min pir dêşîne.

Kurdno, gelo çima hinek Êzîdî, Elewî, Zaza û yêd mayîn niha dibêjin em ne Kurd in? We qet ev pirs daye xwe? Çima?

Gava kesekî sûcdar dikî, gerekê du rûyê pirtûkê bixwûnî.

Sîyasîke gelekî qirêj, ji bo bêrîkên xwe radikin serê me, ji bo netew û niştîman, gelek kêm mirov difikirin, mixabin…

Werin em bi hevra giloka têlê verêsin û serê têlê bibînin.

Ezê gorî hiş, fikir û zanebûna xwe hinek şirovekim.

Herdem ez dibêjim, pênûsa xwe ezê pêk bînim ji bo rastîyê, dixweze canebê min zehmetî bibîne, dixweze kevir bavêjne min, dixweze min bavêjin zindanê, yeke ezê ji bo gelê xwe rastîyê bêjim, her tenê miletê min serkeve.

Ez ji malbetek netewperwer walidîme, herdem min ji mezina guhdar kirîye ku netewa me Kurd e, dînê me Êzîdîyatî, Şerfedîn e, ez wisa mezin bûme, dil, ruh û xwîna min jî wisa dibêje.

Gava ez diçûm dibistanê, nivîsarê min temam ser kurd û Kuridstanê bûn, mamosta min ya zimanê ermenî M. Gêvorgyanê herdem digote min: – Tu gelekî milethezî ( pesna nadim, ew ne pêşekê min e), wisa berdewem ke. Ew bi xwe jî milethez bû, loma baş min fehm dikir.Wê demê dutîretî tunebû orta kurdê êzîdî û misilmana da, wek netewek bi hevra aşitîyê da dijîyan.

Hate dema ne bi xêra salên nodî, orta ermen û azêra şer çêbû, azêra ji Ermenîstanê derxistin, çawa ermena li Azirbêcanê, tevî azêra jî kurdê misilman koçber bûn.

Nav ermena da çend kesê radîkal hebûn ku dizî va digotin: – Paşî safîbûna pirsa Qerebaxê emê Êzîdîya jî ji Ermenîstanê derxin, lê ez nizanim ev çiqasî rast e.

Ber van gotina gelek êzîdî jî berê xwe dan Evropayê û Rûsîyayê, kê jî mabûn li vir tirsa gotin ku em ne kurd in, bi fikra wan ku tu kurd î, dêmek misilman î, îdî zorê nedidane hişê xwe ku dîn dixwezin bikin milet.

Em bên sala 2014 -a, sal ji bo civaka me êzîdîya reş bû.

Rokê pêşda çek û rextê êzîdîyê Şengalê kom kirin, ku nikaribin xwe biparêzin, revîn komekê nedan, dûrva dinhêrîn çawa xwîna birayên wan ro dikin, bi fikra we ev sebebê kînê û cûdatîyê nîne?

Kes nikare çevê rastyê bigre, kes nikare rûpelê dîrokê dade.

Bi rastî gava ew ferman rakirin serê gelê mine hêsîr, ez bi xwe jî gelekî hêrs ketim, kîneke xedar dilê min disot, ez difikirîm ku em tevî kurdê misilmana yek in çima dihêlin dehîş me bikujin? Çima nabin komekdar? Ji bo dînê me çima me dizêrînin? Me pê dînê xwey paqij û Arî zirar nedaye tu kesî. Em baş zanin kê û çawa me firotin û kê hate hewara Êzîdîya.

Hate demek ez jî ji netewa xwe dûr ketim, gava digotin tu Kurdî min digot na Êzîdîme, lê min xwe komî ser hev kir, ew agirê gur ku dil û cergê min dişewitand ava qudretê serda kir û min xwexwe xwera got : – Ku dijmin jî ew dixweze, wekî em parçe – parçe bin, windabin li rû dunyayê da qet nemînin. Dîsa ez ketim reca xwe, rast û ne rast ji hev vedqetînim.

Emirda lêborîn heye, bîrkirin tune, lê gerekê nejîn demê çûyî va, gerekê bi rastî em bibin wek dost û bira, çêbikin yekîtîya xwe, sazkin welatê xwe, nekevin pey dîn û partîya, ku nivşê nû mêzekin mînak ji me hildin, em gerekê wan berbirî kuştinê nekin, ay vê gavê emê serkeftî bin.

 

Netewa me Kurde,

Dînê me Êzdatîye.

Dijminê xwînxwer,

Ji me vegere.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev