Felsefeya perwerdehiyê

Felsefeya perwerdehiyê

Ber bi perwerdehiyeke neteweyî ya welatiyên Kurdistanê yan ber bi perwerdekirina kurdan ji bo hemwelatiya cîhanê?

 

Omitê Mistefê 

Pêşek

Dema ku çîniyên berê Bedenên Çînê yên qerase (BZ 221) jenîn, wan dixwest ku welatê xwe ji êrişên derveyî biparêzin, di nava ewlehî û aramiyekê de bijîn. Wan wisan bawer dikir ku kesek dê nikaribe hilkişe van birc, beden, dîwar û sûrên dirêj û bilind (21,196 km x 6 m). Mixabin di 100 salê pêşîn ê piştî jenîna vê sûra navdar de Çîn sê caran rastî êriş û dagirkeriyan hat. Êrişkar û dagirkeran pêwistî bi hilkişîna van sûran nedidît, her carê bertîl û rişwet didan parêzvanên çînî û bi rihetî dadibelîne ser sîngê Çînê. Ji ber ku dema çînî mijûlî jenîna sûrê bûbûn, jenîn û avakirina mirovên xwe, perwerdekirina li ser duristiyê ya welatiyên xwe ji bîr kiribû û diyar bû ku perwerdekirina mirovan ji jenîna dîwaran girîngtir bû. Em zêde dûr neçin, ji xwe dema her kesî tuneye ku ji dîroka xelqê ders û ibretan derxe; wisan e em hinekî qala xwe bikin, pozikê kêrê li devê birîna xwe ya kêmgirtî bixin.

 

  1. Perwerdehiya mirovan berî jidayîkbûnê dest pê dike

Hemû pirtûkên pîroz ên esmanî bi pirtûkên “aferîn”ê, ango bi “tekwîn” û “eleq”ê dest pê kiriye. Ji ber ku perwerdehiya mirovan karekî dûvdirêj e, divê pêşiya pêşîn dorhêla ku dê tê de bijî were amadekirin, bi gotineke din divê hawirdor û hêlîna mirovî pêşiyê bê amadekirin. Lewre van pirtûkan girîngî daye aferîna mirovî; dorhêla ku mirov dê tê de têkoşîn û berxwedana xwe bide heke amade nebe, dibe ku mirov çênebe, çêbe jî şil-şeht be, şil-şeht nebe jî dibe ku çêj û tehmekê ji jiyana xwe nebîne, dibe ku ji bo çêj û tehma dev û endamên xwe yên din tevahiya cîhanê texrîb bike, birûxîne, serobino bike. Li vê derê bar dikeve ser milên dê-bavan, pêşeng-rûspiyan, serok-fermanberan, saziyên neteweyî-navneteweyî. Divê ji bo nifşa hatî cîhaneke kêrhatî bê duristkirin, amadekirin û armanckirin.

 

  1. Pêlika pêşîn a perwerdehiyê malbat e; lê piraniya rêxistinên kurdan neyarên malbata kurd in

Wekî ku tê zanîn piştî têkçûna tevahiya tevgerên kurdî yên kevneşopî, Komara Kurdistanê ya li Mehavayê hate damezrandin (1946). Ji destpêka sedsalê tevgerên Şêx Mehmûd, Simko, Şêx Seîd, Xoybûn, Komara Agiriyê, Seyid Riza û Barzaniyan ên kevneşopî hilweşiyan; bakurê welatê kurdan ê ku çend caran ji aliyê Ûris ve hatibû dagirkirin, heta radeyekê hînî tevgera sosyalîst a Sovyetê bûbû. Ji salên 40î yên sedsala bihurî heta salên 80î bandora tevgera sosyalîst li ser tevahiya tevgerên kurdan hebû; Sovyetê li welatên derve partîyên demokrat ava dikirin û li welatê xwe jî dîktatoriya yekpartiyê ya Partiya Komunîst ferz kiribû. Mirov dikare bibêje ku tevahiya partiyên siyasî yên kurdan bi bîrdoziya sosyalîstî dest bi çalakiyan kir, dîsa piraniya wan bernameyên sovyetî û enternasyonalî wergerandin zimanê dagirkerên xwe û bi ser wî zimanî bişaftinê re kurd perwerde kirin. Van rêxistin û tevgerên sosyalîst pêwistî bi perwerdekirina endamên xwe didît; lewre divê berendam ji malbata kurd bihatana qetandin, li kêleka dagirkeran û dûrî dorhêla kevneşopî bihatana perwerdekirin. Di salên 80î de bandora Komara Îslamî ya Îranê li ser tevahiya îslamgirên cîhanê çêbû; hêviyek hate ber dilên wan ku ew jî dikarin şoreşeke îslamî ya serkeftî li dijî desthilatdariyên neîslamî li dar xin. Di vê çarçoveyê de diviyabû îslamgirên kurd endamên xwe dûrî malbat û civaka neîslamî perwerde bikin; wan jî berendamên xwe ajotin hucreyên perwerdehiyê yên îzolekirî û di şerên Efxanistan, Bosna, Ogadîn, Çeçenistan, Daxistan, Moro û Filîstînê de li kêleka dagirkerên xwe û dûrî civaka kurd hînî fîlm-firildaxên şoreşgeriyê kirin. Di encama çalakiyên her du tevgerên dijraber û stratejiyên bişaftinê yên dagirkeran de malbata kurd têk çû; îro taxên kenarî yên gelek bajarên mezin bi malbatên bêmal ve dagirtî ye, her wiha gelek malên kurdan ên bajaran jî bê malbat û vala ne. Demek ji deman, çend serî malbatên kurd di koxikekî de yan jî di konekî de dijiyan pêwendiyên wan ên civakî-malbatî xurt bûn; lê piştî ku apartman û balaxane ketin bajarên kurdan, kurdên hejar penaberî bajarên dagirkeran bûn û karmendên dagirkeran jî apartman û balaxaneyên kurdan ên vala kirê kirin. Kurdên gundî yên ku çawalêhato ber bi bajaran herikîn, bi tu awayî hînî çanda apartman û balaxaneyan nebûn; bi kompleksa vê hînnebûnê fêrî hemû gildîn-gemarên derveyî şaristaniya hevçerx bûn, ji çanda xwe ya resen sil bûn û xwe sipartin bavkujên xwe. Zengînên kurdan jî malbatên xwe winda kirin; çi li Kurdistanê kom kiribûn li bajarekî dijminê kurdan xwarin û dan xwarin, şirket û serwetên xwe guhastin cem dagirkeran. Karmendên kurdan ên ku li ser bingeha perwerdehiya dagirkeran gihiştin meqamên fermî jî piştî çend salan ber bi xwediyên xwe herikîn, li Kurdistanê bûn havî û kovî. Wekî ku me di sernava beşê de jî got, pêlika pêşîn a perwerdehiyê malbat e; lê malbata kurd êdî zarokên xwe bi destî efsûnbaz û cadûbazên dagirkeran dide perwerdekirin, vegerandina nifşa piştî salên 2000î ber bi civaka kurd ve her roj dijwartir dibe. Mixabin dagirker vê yekê ji dagirkiriyan baştir dizanin.

 

  1. Şûrê dudevî: alavên avakirin û hilweşandinê

Bi rastî mijar ne aborî, asta perwerdehiyê û pêşketina civakê ye; ji ber ku kurd îro di nava pergalên perwerdehiyê yên biyaniyan de pileyên herî serkeftî bi dest dixînin, aboriya beşeke kurdan bi aboriya dewletan re dikeve rikeberiyê, rêjeya nexwenda hema hema daketiye asta herî jêrîn a dîroka kurdan. Lêbelê ev aborî, asta perwerdehiyê û pêşketina civakê ne di xizmeta armanc û hêviyên kurdan de ne; êdî rêjeya azadîxwazan daketiye asta hera jêrîn a dîroka wan. Ji ber ku êdî aboriya kurdan a xurt çerxa zilmê digerîne, perwerdehiya kurdan a ne bi kurdî civaka kurd biyanî û havî dike, pêşketina civaka kurd dîrok û serpêhatiyên wan winda dike.

Îcar mijar çi ye?

Mijar avakirin an jî rûxandina şaristaniya kurdan e. Beriya ku ez qala projeya kurdan a avaker bikim, divê di destpêkê de behsa projeyeke rûxandinê ya hevpar bikim ku bêawarte tevahiya dagirkeran di wê rêyê de dimeşin. Hemû dagirker gava bixwazin şaristaniyekê ji holê rakin 3 amûrên teqez bi kar tînin: 1. Binevatkirin û têkbirina malbatê 2. Têkbirin û bêwatekirina perwerdehiya neteweyî 3. Bêqedrkirin û daxistina sembol û pêşengên neteweyî. Gava hûn li rewşa bakur û rojhilatê Kurdistanê binêrin malbatên kurdan bûne fabriqeyên zarokan, her gav du gav zarokên xwe yên jîr dişînin nava dezgehên dagirkeran; yax, eware û edeneyên xwe yên bêpîşe jî li ber dezgehekî wan dikin şagirtê nanoziko. Hemû biyanî û hindikjimarên ku dewleteke neteweyan heye bi mafdariya fermî kurs û dibistanan vedikin; lê kurd bi qasî sûriyayiyên ku duh hatine û bûne xwedî miaş û nasname ne mafdar in ku qala ziman û çanda xwe bikin. Sembolên kurdan ên mirovdost û pêşengên kurdan ên mafperwer ewqasî bêqedr in ku dagirker qanûna xwe ya heyî jî li ser wan nasepînin.

Piştî vê şîroveyê pêwist e ku bê gotin, ji bo avakirina şaristaniya kurdan sê xîmên bingehîn hene: 1. Avakirin û parastina malbata kurd li ser bingehên kurdbûnê (û têkbirina dek-dolabên li hemberî vê armancê) 2. Amadekirin, watedarkirin û pêşxistina pergaleke perwerdehiya kurdî ya neteweyî (û feşkilandina stratejiyên bişaftinê yên dagirkeran bi her amûra ku ziyanê nade tevna civakî ya Kurdistanê) 3. Qedrnasîn û bilindkirina hêma û serwerên kurdan (û pûçkirina hewldanên dagirkeran bi quretiyeke neteweyî)

 

  1. Çareserî: Avakirina “hebûna kurdan” û rûxandina “tunehesibandina kurdan”

Dagirker ji bo binevatkirina malbata kurd her roj û bi leza lazerê stratejiyên xwe nûjen dikin, bi vî awayî zarokan ji dê-bavan zanatir dikin; lewre dê-bav êdî ji ber nezaniya xwe ve şerm dikin û hevsarê kar û baran didin destên zarokan, zarokên ku wekî tajiyên nêçîrê perwerdekirî dê-bavên xwe dibine ber pêyên dagirkeran û dagirker bêzehmet wan dorpêç dikin. Wisan e, divê bav-dayikên kurd demildest dest bi xwe parastina kurdî bikin, bi kurdî hînî zanyariyên di destê dagirkeran de bibin, bikaribin zarokên xwe bi kurdî jî biparêzin.

Dagirker her roj neheqiyê li serê kurdnas, kurdînas û kurdistannasan dikin, wan birçî û bêkar dihêlin ku kesek rêya wan neşopîne. Divê xîretkêşên kurd xwedî li kurdnas, kurdînas û kurdistannasan derkevin, meqama wan a civakî bilind bikin û destên wan bi teknolojiya pêşketî xurt bikin. Zarokên xwe bi wan bidin perwerdekirin ku zanyariyên wan bikevin pratîkê.

Dagirker her roj bi hêma û serwerên kurdan heqaretê dikin; zimanê wan wekî “cola  çend zimanên cînar”, çanda wan wekî “kevneşopiya hozperest û paşketî”, alayên wan “pîne-potikên bêkêr”, welatê wan wekî “çend herêmên nexwenda û bajarên çiyayî” bi nav dikin. Wisan e, divê kurd bedewiya zimanê xwe derxine asta navneteweyî, çanda xwe ya mirovdost û suriştparêz bidin naskirin, bi serwer û alayên xwe şanaz bibin, bi mantiqa “nan-toraqa bavê min ji goşt-birincê xelqê çêtir e” tevbigerin.

Dagirker dev û dest diavêjin zanyarên kurd, li her derê ramanên wan pûç derdixin, li ser rastiyê bin jî gotinên wan guhdarî nakin; bînin bîra xwe ku gava Seyid Riza digot “Em neviyên Pêxemberî ne, qetla me ne caiz e, şerm e”, dagirkerî digot “Pêxember bi xwe jî li ber qanûnên welêt rabûbe, ez ê wî daliqînim”. Wisan e, divê zanyarên kurdan bên parastin, bi şîreta wan biryar bên girêdan û rêz li wan bê girtin.

Divê dê-bavê kurd, malbata kurd û zarokên kurd ji nû ve li ser bingeha kurdbûna wan a kevneşopî bi amrazên hevdem bên afirandin; ji bîr nekin ku Hindistan dewleteke kastan a kevneşopî ye, Îsraîl dewleteke ayînî ya kevneşopî ye û gelek dewletên bêayîn, bêkast û bêdijmin hene ku welatiyên xwe ji dagirkeriyan diparêzin. Divê zanyarê kurd ê kurdperwer ji ziyan û xetereyan bê parastin; zanyar hişê civakê ne, Şerefxan derbasî aliyê osmaniyan bû, nîvê kurdan bi xwe re bir û nîvê din tûşî xetereyan kir.

 

Encam

Ji şîrove û zanyariyên jorîn xuya ye ku gava kurd armanca felsefeya xwe ya perwerdehiyê nekin perwerdehiyeke neteweyî ya welatiyên Kurdistanê ew dê bivê-nevê kurdan ji bo hemwelatiya cîhanê perwerde bikin. Dagirker wekî kesekî xwediyê cureyê xwînê yê AB +Rh her cure mirovî hildidin nava xwe û bi kar tînin; divê kurd nebin xwediyê cureyê xwînê yê 0 +Rh û 0 -Rh, tenê xwînê ji xwe digirin û didine her kesî. Madem ku malbat, pergala perwerdehiyê ya kevneşopî û hêma-serwerên kurdan li bakur, rojhilat û diyasporayê rastî qeyraneke mezin hatine divê kurd kesayetên kurdperwer biafirînin ku ji wan kesayetan malbat, ji wan malbatan civak û ji wê civakê serwerî derkeve holê. Xetereya hera mezin a li pêşberî civaka kurd kesayetên “dilhavî”, “dilkedî” û “malkovî” ne. “Kesayeta dilhavî (extrovented personality)” qîma xwe bi hebûna xwe nayîne, çavê wî hertim li tiştên derve ye, li malê xwe nabe xwedî, bi kurtî û kurmancî: çavê li deriyan xwelî li seriyan e. “Kesayeta dilkedî (introverted personality)” kesayeteke hov e, bi jehra biyaniyan hatiye avdan û dilê wî diavêje aramiya navmala kurdan; lê belê nexweşiyên ku bi xwe re anîne civaka kurd têk dibin. “Kesayeta malkovî (wild personality)” jî kesayetek e ku ji ber şert û mercên kêmnas ên nava malê ji exlaqê civakî veqetiyaye, xwendin-hînbûnên wî bi yên civakê re naguncin, nikare bi hevcureyên xwe yên biyanî re jî pêwendiyan dayne, bi kurtî û kurmancî “di hundir de bûye kundir”.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev