Keça Kurd xelata Prensessa Diana wergirt

Keça Kurd xelata Prensessa Diana wergirt

Hewlêr (Rûdaw)Keça Kurd a ji Efrînê Rodî Elî mezintirîn xelata cîhanî ya Prenses Diyana ji bo sala 2021 sitend.

Ji ber xizmeta wê di warê însanî û karê civakî de bi awayekî xwebexiş, xelata cîhanî ya Diyana, Prênsessa Birîtanî pêşkêşî Rodî Elî hate kirin.

Rodî Elî ya ku li bajarê Munster ya Almanyayê dijî, di gelek dezgehên xêrxwazî de kar dike û di warê întegerasyonê de jî xizmeteke wê ya baş heye.

Ciwanên ku xelata Emîre Diana werdigirin divê temenê wan di navbera 9 heta 25 salan de be, û divê ji salekê zêdetir çalakiyên wan di warê civakî û mirovî de hebin.

Rodî yekemîn Kurd e ku vê xelata mezin ya cîhanî distîne.

Çalakvana Kurd Rodî Elî ya gava hê li Efrînê ye, di biçûkatiya xwe de bi zorê didine mêr û zarokeke wê heye.

Rodî Elî ji bo ku bigihîje Almanyayê 28 roj di rêyan de dimîne. Rodî li dijî bandora şer û penaberiyê têkoşîn dike.

Roudy di kampên penaberan de ji bo jinên ku ji malbatên muhafazakar in û ku pirsgirêkên zewacê dijîn, piştgiriyê dide wan.

Roudy ji bo ku alîkariya jinên ku dixwazin vegerin Sûriyê, dest bi kampanyayek medya civakî kir ku gihîşte hezaran jinên ku pêwîstiya wan bi piştgirî û şîretê hene.

Roudy di heman demê de ji bo ku jin bigihîjin perwerdehiyê û ji bo ku bandora xwe ya erênî berfireh bike alîkariyê kom kir û li beşekî xebata civakî ya zanîngehê tomar kir.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev