Fermana Kuştina Şihabedînê Suhrewerdîyê Feylesofê Kurd

Fermana Kuştina Şihabedînê Suhrewerdîyê Feylesofê Kurd

Ali Gurdilî 

”Suhrewerdî demekê derketiye geşt û gerên dûr û dirêj, di wê navberê de li Îranê, Diyarbekir û Enedolê rêwitiyê kiriye û di dawiyê de li Sûrî, xwe gihandiye bajarê Helebê.

 

Heleb wê demê di bin serweriya Zahîrê kurê Selahedînê Eyûbî (Sâlah ad-Din al-Eyyûbî) de bû. Zahîr, bi xweşî pêşwaziya wî kir û jê xwest ku beşdarê civînên ilmî bibe. Bi jîrîtî û zanîna xwe, Suhrewerdî di demekê gelek kin de baş hate naskirin û navdar bû. Lêbelê, hinek alimên wê demê gotine ku ramanên wî, li dijî şerîetê ne.

 

Zahîr, ewilî wî diparast û xwedî lê derdiket. Piştre, dijminên wî çûne cem Selahedînê Eyûbî û giliya wî kirine û gotine ku xelkê ji rêya dîn derdixe. Li ser vê yekê Selahedînê Eyûbî, fermana kuştina Suhrewerdî dide kurê xwe Zahîr û di sala (H) 587 (M) 1191an de Suhrewerdî li Helebê tê kuştin.

 

Li gor rîwayetekî dibêjin ku Suhrewerdî, ne xwestiye ku bi darvekirinê were kuştin. Piştre li ser daxwaza wî, wî bêxwarin, bênan û bêav dihêlin û piştî demekê Suhrewerdî ji birçîtiyê dimre. Piştî mirina wî, hinekan bi xirabî û xerezî behsa wî kirine û hinekan jî, bi başî behsa wî kirine û gotine ku ew welî ye.”

 

Çavkanî: Suhrewerdî û Felsefeya Îşraqî. Prof. Dr. Îbrahîm Agah Çubukçu

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev