Bernameya taybet bo bîranîna rêvebirê giştî yê malpera RIATAZA

Bernameya taybet bo bîranîna rêvebirê giştî yê malpera RIATAZA

Karê welatparêzîyê yê Radyoya Aştî derheqa Yûrayê Şamil Nebîyêv da

Di vê bernameyê da hûnê guh bidine xeberdana serokê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan, akademîsyan Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv, ku Yûrayê Şamil Nebîyêv cîgirê wî bû, herwiha xeberdanên xanim Bêlla Stûrkîyê û birêz Têmûrê Xelîl, ku gelek salan di bin serokatîya Yûrayê ber dilê wan ezîz da karê malpera RIATAZA bi birêz Maruf Aslanov ra tevayî bi serketî bi rêva dibin, herwiha xeberdana birêz Alan Amedî û Sedî Ûsiv ku welatparêzê mezin Yûra nas dikirin.

Sipasîyeke taybet bo xebatkarên Radyoya Aştî bi serokatîya Hacî Kardoxî û hemû kesên ku di bernameyê da amade bûn, Yûrayê Şamil Nebîyêv bîr anîn û karê wî yê pirreng û pirdeng bi bîneran dane nasîn.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev