
Bi xemgînî me bihîst welatperwerê Kurd Yurî Nebîyev di 68 saliya xwe de çûye ser dilovanîya xwe.
Rêzdar, Yurî Nebîyev ji bo doza Kurd û Kurdîstanê gelek kar û xebatên hêja kiriye. Yek ji berpirsyarê Malpera Ria taza, yek ji damezirênerê Federasyona komelên kurdan yên welatên Rûsyayê û Sovyeta kevn û yek ji xebatkarê pêkanîna yekgirtina diyasporayê bû.
Gelên Kurdistanê, ewê tu carî kurdperwerê hêja û dilovan ji bîr neke. Yurî Nabîev wê her di tekoşîna me de bijî.
Bila serê malbatê, heval û hogirên wî û hemû Kurdistanîyan sax be.
PAK-EWROPA
Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewropa
http://www.rupelanu.com/pak-milete-kurd-kurdperwereki-heja-wenda-kir-18064h.htm