
Berhemeke delal ji Weşanxaneya ”Roşna”
Xudanê kitêbê dinivîse:
-Min dixwast romanek evînî binivisînim. Pênûsa destê min berê min da zarokatîya min. Yanzde-donzde salî me. Kalikê min şeva ku qala Xalid Begê Cibrî nekira, nebû. Mêvanên wî dihatin û wî jî qal dikir. Werhasil, yê ku berê min da vê romanê kalikê min e.
Heta şêr dîroka xwe nenivisînin em hewcedarê çîrokên sekvanan in. Wî berê min da Mîrê Zirav û Mîrê Zirav jî (Xalid Begê Cibrî) berê min da heval û hogir, dost û nasên xwe.
Yar û Mirad I mirin xweş e bi mêr û mêrxasîyê da. Kerem Begê Qolaxasî, Mala Xalid Begê Hesenî, malbata Silêmanê Ehmed û…
Hêvî dikim di xizmeta Zimanê Kurdî da gavek be.
TÊBINÎ: Roşan, huma razîvo.
Di rastnivîsa romanê da kesên ku bûne alîkarê min spasîya wan dikim: Wek Ikram Oğuz, Hamlet Muradov (Têmûrê Xelîl), Zeynel Abidîn Zinar, Bawer Agirî, Serdar Rosan…
Werhasil, keda kî ku tê da hebûye, mala wan ava û spas.
Welî Sebrî, Yar û Mirad – I, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir, 2021, 240 rûpel.
Riataza