Xeleka dawî ya zincîra komkûjîya PKK/PYDê: Emîn Îsa

Xeleka dawî ya zincîra komkûjîya PKK/PYDê: Emîn Îsa

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

Beriya çend rojan li Rojavayê Kurdistanê Emîn Îsa bi awayekî gelek barbarî hat şêhîd kirin. Hîç şik tune ye ku Emîn Îsa bi destê PKK/PYDê hat kûştin û şêhîd kirin. Di vê pirsê de PKK û PYD ji hevûdu veqetandin şaş e. Lewra baş tê zanîn û ceribandina li Rojavayê Kurdistanê gelek aşkere nîşan dide ku PYD rêxistina PKKê ye.

Berpirsiyarên PKKê jî gelek aşkere diyar dikin ku PYD rêxistina PKKê ye. Beriya demekê daxuyaniya Cemîl Bayik derbarê vê mijarê de gelek aşkere dikir ku PYD rêxistina PKKê ye. Cemîl Bayik digot ku “bi hezaran endamên me li Rojavayê Kurdistanê ne, kes nikare (Emerîka jî tê de) me ji Rojavayê Kurdistanê derxe.

******

Em hemû kurd baş dizanin ku armanca Kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê azadî û serxwebûna Kurdistanê ye.

Kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê divê ji bona ku ev armanca pîroz pêk bê, xebat û têkoşînê bimeşînin. Hezar mixabin dema li Bakûrê Kurdistanê kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê ev wezîfa xwe ya pîroz pêk dianîn, li pêşiya wan astengiyeke derket holê. Ev astengî jî PKK bû.

Ew astengiya, di demeke kurt de derket holê ku astengiyeke biçûk nîne. Astengiyeke gelek mezin e. Li pişt ev astengiyê Dewleta kolonyalîst ya Tirk heye.

Diyar e ku Dewleta Kemalîst ya kolonyalîst piştî gelek ceribandinan gihîştibû wê nêrîne ku wek dewleteke biyanî û kolonyalîst neteweya kurd tunekirin,,neteweya kurd ji armanca azadî û serxwebûna Kurdistanê dûr xistin gelek zehmet e. Lewra piştî salên 1919an vir ve kurd kûştibûn û qetlîam kiribûn, kurdperwer hepis kiribûn û êşkence kiribûn; lê nikarîbûn ku pêşiya Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê û kurdpeweran bigrin. Loma dewleta kolonyalîst piştî salên 70yî stratejiyeke nû pejirand. Biryar da ku li ser navên kurdan rêxistinekê ava bike, armanca xwe ya tunekirina kurdan û kurdan ji armanca serxwebûna Kurdistanê dûrbixe. Ev projeya PKKê bû.

Loma jî piştî PKKê wek grûbeke biçûk jî derket qada siyasî li hemberî kurdperweran û berpirsiyarên rêxistinên Kurdistanê dest bi êrîşan kir. Gelek kurdperwer kûşt. Li hemberî rêxistinên Kurdistanê bû astengiyeke mezin. Loma jî kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê her dem bi PKKê re mijûl bûn. Gelek kar û xebatên xwe paşve xistin. Lewra  projeya dewletê PKKê, ji dewletê bi xwe xeteriyên mezin û êrîşên neaqilanê û rojane pêk dianî.

 

Hezar mixabin ev êrîşên PKKê bes li Bakûrê Kurdistanê sînor nebûn. Piştî salên 1980yî li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê û Rojhelata Kurdistanê êrîşên xwe domand. Li hemû beşên Kurdistanê zirareke mezin da Tevgera milî ya Kurdistanê, rêxistinên Kurdistanê û Kurdperweran.

 

Wek tê zanîn PKKê li Başûrê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê xeteriyeke mezin e. PKKê ji bona ku Dewleta Federe ya Kurdistanê têk bibe û xirab bike gelek bi sîstematîk û bi plan xebata xwe didomîne. Li Başûrê Kurdistanê dewletên dagirker gelek herêmên Kurdistanê bi destê PKKê dagir kirine. Li Rojavayê Kurdistanê bi Baasê ve dîktatoriyeke gelek hesinî ava kiriye, li gelê me tade dike.Gelek deverên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin. Navê Kuırdistanê bû “Bakûra Sûriyeyê.”

 

PKKê, beriya demekê li Başûrê Kurdistanê bi planeke gelek qirêj pêşmergeyên Kurdistanê şêhîd kir. Şêhîdbûna pêşmergeyan li hemû dinyayê deng veda. Li dijî kûştina pêşmegeyan reaksîyoneke gelek mezin derket holê.

 

PKK/PYDê ji bona ku şêhîdbuna pêşmergeyan û reaksîyona mezin ya li dijî wê veşêrîne, li Rojavayê Kurdistanê Emîn Îsa şêhîd kir. Her kurdekî kûştina pêşmergeyên Kurdistanê bîra kir, bi Emîn Îsa re eleqeder bû. Lewra Emîn Îsa bi awayekî gelek barbar hatibû kûştin.

 

Lê ji bona kurdpeweran ev metoda PKKê, ne biyanî bû. Lewra PKKê li Bekaayê û li hemû deverêndin yên lê bû, li endamên xwe yên jin û mêr bi ev metodên gelek barbarî êşkence kiriye û kuştiye.

 

Loma metoda di mirina Emîn Îsa de derketiye holê ji bona PKKê ne xerîb e. PKKê her demê ew metodan bi kar anîne.

 

PKKê di gelek mijaran de metoda devletên kolonyalîst baş bi kar tîne. Ji bona ku bûyereke girîng bide bîra kirin, bûyereke din ya mezin çê dike.

 

PKKê ji bona ku şêhjîdbûna pêşmergeyên Kurdistanê û reaksîyona li dijî şêhîdbûna pêşmergeyên Kurdistanê bide bîra kirin. Li Rojavayê Kurdistanê Emîn Îsa kuşt.

Xeleka dawî ya zincîra komkûjîya PKK/PYDê Emîn Îsa ye.

Her kurdek baş dizane ku PKK li hemû beşên Kurdistanê ji bona ku kurdan tune bike xebat dike. Ji bona PKKê metoda tunekirina kurdan jî komkûjiye. PKKê bi deh hezaran kurd, jin, mêr, zarok, kal û pîr kûştine. Ez dikarim bibêjim ku dewletên kolonyalîst bi destê PKKê komkûjî û jenosîdeke di nav wextê de hatiye parve kirin dimeşîne.

Kûştina Emîn Îsa di nav kurdan de reaksîyoneke mezin diyar kir. Her kurdekî kûştina Emîn Îsa ku endamê PDK-S û ENKSê ye, PKKê laned û şermezar kir. Cizakirina kûjerên Emîn Îsa daxwaz kirin. Di vê kûştinê de PKK/PYDê berpirsiyar dîtin û îlan kirin.

Hemû partî û rêxistinên neteweyî û kurdperwer yên Kurdistanê, bi gelek awayan ev kûştina protesto kirin.

Lê dema ku em li mijara Emîn Îsa binêrin, bes di wê pencerê de ne, di pencereyeke fireh de li mijara mêze bikin.

Beriya 8 salan qetlîama Amûdê pêk hat. Piştî salên 1984an 7000 ciwanên Rojavayê Kurdistanê bi bi teşwîk û plana Rejîma Baasê li çiyayê Bakûrê Kurdistanê hatin kûştin. Piştî şerê hûndir yê Sûriyeyê 10.000 zêdetir ciwanên kurd hatin kûştin. Ciwanên kurd bi destê PKK/PYDê bûn lejyoner û leşkerên bi peran.

Di kar û xebatên PKK/PYDê de Emerıka jî  ji aliyê exlaqî û siyasî de berpirsiyar e. PKK/PYDê, ji piştgiriya Emerîka ceseret digre êrîşî kurdan dike. Divê Emerîıka bê rexne kirin, berpirsiyariyên wan bên bîra wan.

Tê zanîn ku bi navbêncîtiya Emerîka û Fransayê xwedêgirawî xebata yekîtiyê tê domand. ENKSê divê di kar û xebatên PKKê yên xirab de bala Emerîkayê bikşîne.

Kûştina Emîn Îsa bû sedem ku qadexê tijî birije. Divê kurd bûyera û kûştina Emîn Îsa ji bona PKK/PYDê bikin sedema mahkûmkirina wê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev